Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê û zexta Ewropa ya li ser Îranê, kir

El-Heyat: Pedrson avakirina komeke navdeweltî bi bandor, pêşniyar kir

Rojnameya El-Heyat behsa rewşa Sûriyê kir û wiha nivîsand: "Nûnerê taybet ê navnetewî ji Sûriyê re Geir Pedersen pêşniyar kir ku "Komeke navdewletî cûda û bi bandor" ji bo aştiyê li Sûriyê pêş bixe, were avakirin."

Geir Pedersen di hevdîneke xwe de li Genev de roja Pênşemê got: "Diyar e ku komîteya destûrî bi tena xwe nikare gelek tiştan biguhire. Lê heger bi awayekî rast pêre danûstandin çêbû û heger îradeyeke siyasî hebe dê ev yek deriyê siyasetek berfirehtir veke."

Geir Pedersendi axaftina xwe ji bo Rûsya û Amerîkayê de got, pêwîstî bi komeke navdeweltî bi bandor heye ku li kêleka civînên komîteya destûrî, civînan lidar bixe.

Şeriq El-Ewset: Piştî têkbirina "DAIŞ`ê".. Sûriya Demokrtîk amadekariyên avakirina meclisên leşkerî dike

Di vê der barê de rojnameya Şeriq El-Ewset wiha nivîsand: "Fermanarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî  wiha got:"Piştî têkbirina rêxistina DAIŞ`ê li Sûriyê, herêm li pêşiya qonaxeke nû ye."

Rojnameya di berdewama nivîsa xwe de got:" Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku ev qonax li ser wan jinûve rêxistinkirin û parastina sînoran ferz dike. Heta ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê were dîtin."

Ebdî da zanîn ku ku ev yek jî wê bi rêya meclisên leşkerî ku wê li herêmên rizgarkirî werin avakirin, pêk were. Em şer li herêma xwe naxwazin û dûrî şer em ê hemû dozan bi rêya diyalogê çareser bikin. Hêzên Sûriyê Demokratîk ji vekirina siyasî ji hemû aliyan re wekî rejîma Sûriyê, Tirkiyê û yên din amade ye. Diyalog bingeha çareseriyên me ne.”

Sûdan

Têkildarî Sûdanê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Li ser aloziya Sûdanê aliyekî din ê tevgerên çekdar zêde bû. Her wiha ji bo tevlêbûna diyalogên bi Meclisa Leşkerî ya Demkî re hate pêşwazîkirin. Li rexê jî tevlêbûna nava Hêzên Deklarasyona Azadî û Guhartinê ya çalakiyên bi rêve dibe, pejiarand.

Lûbnan

Der barê Lubnanê de, rojnameya El-Ereb got: “Karbesên leşkerî yên Lûbnanê roja pêncşemê li dijî ferzkirina baca mûçeyên karbesan  û bergiriyên projeya dengeya 2019’an a ku armanc dike xizantiya welat kêm bike, nerazîbûn nîşan dan.”

Îran

Girêdayî Îranê jî rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Dewletên Ewropayê li dijî Îranê da ku bendên peymanê binpê neke, fişaran dike. Ew jî beriya diyalogên ku dê îro li Vienna der barê pêşeroja peymanê de li dar bikevin, hat.”

Lûtkeya 20`an

Li aliyekî dîtir jî rojnameya Şeriq El-Ewset der barê lûtkeya 20`an got: “Xebatên Lûtkeya koma 20’emîn li bajarê Osaka îro di nava gefên ji serokê DYA’yê Donlad Trumo ya hevrik û hevalbendên wî de û hewldanên hin serokên din jê serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe yên gihandina çareseriyan ku Lûtke bi ser bikeve, destpê dike.”

(fr-bx)


Mijarên Din