Rojeva rojnameyên erebî  yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa şandina hêzên Koalîsyonê ji bo herêmên Bakurê Sûriyê, her geşdanên li Sûdan, Yemen, Iraq û Cezayirê û hevdîtina di navbera serokên Amerîkayê û Koreya Bakur kir.

El-Ereb: Amerîkayê Ewropa razî kir ku barê Bakurê Sûriyê hilgire

Rojnameya El-Ereb der barê mijara destwerdanên Amerîkî û Ewropî ya li ser herêmên Bakurê Sûriyê de got: "Careke din mijara vekişîna hêzên Amerîkyê ji Sûriyê kete rojevê, li şûna wan jî dê hêzên hevpar ên hevpeymana navdewletî bicih bibin, da ku şerê rêxistina dewleta Islamî dewam bikin. Ev mijar ev çend meh bûn kêm dihat behskirin".

Rojnameyê wiha dewam kir: "Berzkirina vê mijarê di vê demê de gelek pirsan bi xwere tine, gelo Washingtonê hevparên xwe yên Ewropî razî kirine ku hêzên xwe rêkin wê derê, û buhayê wê jî çiye? Yan jî gelo di nakokiyên Rûsya û Amerîka yên der barê mijarê de her wiha derbarê hebûna Îranê de, tu guhertin çêbûye?".

Nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriyê James Jeffrey diyar kir ku hin endamên hevpeymanê dê di nava çend hefteyan de hêzên bejahî li şûna hêzên Amerîkyê rêkin herêmê.

Jeffrey di dawiya gera xwe ya Ewropayê ya hefteya derbasbûyî de got: "Tiştek maye, em hewl didin wê jî çareser bikin" lê wî navên dewletên ku dê hêzên xwe rêkin diyar nekir.

Jeffrey diyar kir ku dê hêzên hevpeymanê valahiyê dagrin û behsa bersivên erênî kir, Jeffrey got "Washington dê çavdêriya ezmanî li ezmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihêle, her wiha dê hêzên xwe yên bejahî li Tenefê jî bihêle û ew ê her amade be ku li dijî terorê hêzan rêke".

Çavdêran ji rojnameyê re gotin dibe Washiton nîvê hêzên xwe yên li Sûriyê bihêle, ew jî dê bihêle ku hevparên wê hêzan rêkin Sûriyê. Beriya niha Fransa û Brîtanyayê diyarkiribûn ku eger Amerîka tevahiya hêzên xwe ji herêmê vekişîne ew jî dê nêrîna xwe derbarê rêkirina hêzên xwe de biguherin".

Li gorî çavdêran, dibe ku di navbera Amerîka û Rûsyayê de lihevhatinek çêbûbe, xuyaye ku dê Tirkiyê pir zirer bibîne ji vê lihevhatinê. Di lutkeya 20`an de jî serokê Amerîkayê gotibû ku ew piştgiriya Kurdan bike, wî got  Tirkiyê dixwest êrîşî Kurdan bike, lê wî nehişt.”

 Sûdan

Der barê mijarê de rojnameya Şeriq El-Ewset got: "Aloziya Sûdanê dîse vegeriya çargoşeya xwepêşandan û protestoyê li kolanan, li hemû deverên welêt komên girseyî daketin meydanan û xwestin ku desthilatdarî radestî sivîlan bibe. Xwepêşandanên duh yên herî mezin bûn, piştî ku di 3`ê hizêranê de çalakiya girevê hate belavkirin û gelek sivîlan jiyana xwe jidest dan. Di xwepêşandanên duh de, ku ji aliyê Deklerasyona Azadî û Guhartinê ve hatibûn birêxistinkirin de, herî kêm 3 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn".

Koreya bakur

Der barê serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump a bo Koreya Bakur rojnameya Al-Heyat got: "Serokê Amerîkayê Donald Trump got serdana wî ya ji bo Koreya Bakur û hevdîtina serokê wê Kim Jong “evsanewî bû”. Trump got ev civîn dê bibe destpêka pêşerojeke nû".

Iraq

Der barê geşedanên li Iraqê rojnameya El-Ereb got: "Xuyaye ku siyasetmedarê Iraqî yê gewre Îyad Elawî ji rastiyê dûr ketiye, ew niha hewil dide ku careke din vegere ser kursiyê serokwezîriyê, ku berê di dema hikûmeta demkî de, piştî ku Amerîkayê hikûmet çêkir, bûbû serok wezîr. Elawî ragihand ku wî tevgereke nû bi navê Elmenber El-Iraqî, li bajarê Erbîlê yê Kurdistana Iraqê ava kiriye.”

Yemen

Der barê Yemenê de rojnameya Al-Beyan got: "Hêzên Koalîsyona Erebî du balafirên Dron ku ji aliyê milîsên Hûsiyan ên ku Îran piştgiriya wan dike ve hatibûn firandin, xistin xwarê. Yek ji wan ji Sanayê ber bi Cazanê ve, ya din jî ber herêmeke Esîrê ve hatibûn firandin.”

Cezayîr

Rojnameya El-Ereb der barê geşedanên li Cezayirê de got: "Dadgeha Cezayirê biryar girtina fermandarekî payebilind ê Artêşa Rizgariya Neteweyî (1954-1962) Ehmed Bûriqa (El-xidir) da. El-xidir ji ber ku rexneya saziya leşkerî kiribû hate girtin.”

(kn/kc)


Mijarên Din