Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa hevpeymana di navbera NY û QSD`ê der barê leşkerkirina zarokan, rewşa Iraqê û encamên navpeyankariya Afrîqa li Sûdanê kir.

El-Ereb: Pilanên navneteweyî yên nû li Bakurê Sûriyê Tirkiyê derbas dike

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Ereb got: “NY`yê bi Hêzên Sûriyê Demokratîk re hevpeymanek der barê qedexekirina leşkerkirina zarokan ên jêrî 18 salî, mohr kir. Tirkiyê jî ev gavek wekî pêşketineke xeter binav kir, ji ber ku wê rewabûneke din a navneteweyî li ser vê koalîsyona Sûriyê ku di sala 2014`an de ji bo têkbirina Rêxistina Dewle Islamiyê hatiye avakirin, zêde bike.”

Rojnameyê bi berdewamî got: “Tevî ku di vê hevpeymanê de, Hêzên Sûriyê Demokratîk der barê leşkerkirina zarokan di nava refên xwe de hate rexnekirin, lê di navroka xwe de ev koalîsyon di aliyê navneteweyî de hate itîrafkirin û ev yek jî dibe sedema ku Tirkiyê hêrs bibe.”

Şeriq El-Ewset: Rûsya der barê êrîşên Îsraîlê li ser Sûriyê bifikar e

Têkildarî  mijarê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Wezareta Karê Derve ya Rûsya got derbeyên Îsraîlê yên berdewamî li ser Sûriyê gefan li istiqrara herêmê dixwe û Moskov jî der barê vê yekê de bifikar e.”

Zakharova got: “Moskov der barê vê pêşketinê de bifikar e û rewşê gûrtir dike.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya El-Ereb got: “Serokê Meclisa Gel a Niştimanî Muaz Boşarb ji ber zexta ku ji aliyê rêveberên di meclisê de hate meşandin,  istîfa xwe da. Bi vê yekê, ev kesayeta duyemîne ku ji konseya desthildariya ya berdewamiya sîstema serokê berê Ebdullezîz Botefilqî, têk diçe.”

Lûbnan

Têkildarî rewşa Lûbnanê, rojnameya El-Heyat got: “Aloziya siyasî ya piştî kuştina du alîgirê perlementer Telal Erselan, roja yekşema derbasbûyî, bandora xwe li civîna meclisa wezîran a duh kir. serokwezîr Saad El-Herîrî civîn bo demeke din dereng hişt, da ku aloziya li kolanan sar bibe.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb got: “Çavkaniyên siyasî li Bexdadê ragihandin ku fermana ji aliyê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdlmihdî têkildarî rêxistinkirina karê hêzên Heşd Şebî derketiye, li ser daxwaza lêvegera Şêî ya payebilind li bajarê Necif ku Eyat Allah Sîstanî nûneriya wê dike, pêk hatiye.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şeriq El-Ewset li ser zimanê rayedarê navpeyankariya Afrîqî- Ethiopian a hevbeş got: “Hevpeymana di navbera Deklerasyona Azadî û Guhartinê û Meclisa Leşkerî ya Demkî de êdî ber bi dawiyê ve diçe. Heman rayedarî got bang li herdu aliyan kiriye ku danûstandinên yekser piştî nîvro bikin.”

(kc)


Mijarên Din