Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa tevgera Rûsya ya ji bo Sûriyê, xebata siyasî ya li Sûdanê, nakokiya Tirkiyê û Lîbyayê kir.

Şeriq El-Ewset:Moskov ji bo amadekariya destûrê Pedersen pêşwaz dike û koma girse disepîne

Rojnameya Şeriq El-Ewset behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Îro Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Lavrov bi Nûnerê Navneteweyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen dicive û tê payîn ku noqteyên berê yên ku der barê avakirina komîteya destûr li ser nakokî hebûn, werin derbaskirin û komîte êdî dest bi karê xwe bike.”

Rojnameyê bi berdewamî got: “Moskovê hîn îşaret dan ku nêz maye ev dosa were çareserkirin, lê ji aliyekî din ve jî ji daxuyaniyên rayedarên Rûsya diyar nabe ku destekê didin pilana nûnerê navneteweyî yê ji bo zindîkirina Cenêvê û vekirina diyaloga navneteweyî ya berfireh der barê asoyên çareserkirina siyasî li Sûriyê.”

Çavkaniyekî ji rojnameyê re got Pedersen israr dike ku gavên piratîk werin avêtin da ku bawerî di navbera aliyan de çêbibe, di heman demê de dixwaze xebata destûr, çareserkirina pirsgirêkan, berdana girtiyan û başkirina rewşa jiyanî pêk were. Lê ya girin e ew e ku Moskovê bi teşwiqî nêzî fikireya Pedersen a lidarxistina civîneke navneteweyî ya berfireh ku aliyên Astana û Koma Biçûk û endamên dayîm ên Meclisa Ewlehiyê tevlê bibin, da ku xebata Cenêvê jinûve zindî bikin, nebû.

Her wiha rojnameyê bi berdewamî got: “Lê li hemberî ev noqteya bi nakok a di navbera Moskovê û helwestên ku Pedersen pêşkêş dike de der barê form û asoyên çareserkirina siyasî li Sûriyê, lê li ser noqteyeke giring lihev kirin ku ew jî dem hatiye danûstandineke kûr bi  Washington re ji bo ku Rûsya û Amerîkayê bigihêjin têgihîştineke berfireh li ser forma çareseriyê li Sûriyê, were destpêkirin.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Ereb got: “Di roja duyemîn de bê navber a bidawîkirina krzîa siyasî li Sûdanê, ji pênçşemê diyalog li Xertûmê di navbera Meclisa Leşkerî û şandeya Deklarasiyona Azadî û Guhartinê de didomin. Diyalog der barê  meclisa desthilatiyê ya ku dê rêveberiya pêvajoya pêş bike de ye.”

Cezayîr

Girêdayî rewşa Cezayîrê rojnameya Şerq El-Ewset diyar kir ku bertekên siyasî û tevgera gel der barê "nêzbûna nû" ya ku serokê demkî ya dewletê Abdulqadir Bin Salih pêşniyar kiriye de derketin holê, ew jî li ser banga lidarxistina diyaloga der heqê krîza li welat de bû ku kesayetên serbixwe û bibawer li ser çavdêr in.

Yemen

Der barê Yemenê de rojnameya El-Ereb got: “Li hember nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffith ji dema jinûve destpêkirina tevger û têkiliyên xwe der barê dosyeya Yemenê de astengiyên mezin di dîtina deriyek nû ya geşkirina pêkanîna peymana Stockholmê li Hudeydayê de, derketin. Ev hevpeyman jî Martin Griffith weke serkfetineke girîng û deriyeke guncaw a destpêkirina xebata aştiya gişitî li Yemenê dît.” 

Îran

Di çarçoveya Îranê de jî rojnameya Şerq El-Ewset got: “Wezîrê Îstîxbarata Îranê Mehmûd Elewî duh 2 şert û merc der barê erêkirina welatê wî de ya destpêkirina diyalogê bi DYA’yê re danîn. Ew jî rakirina DYA’yê ya cezayan û erêkirina Murşîd Ayetulah Elî Xaminey in. Di heman demê de jî Meclisa Bilind a Ewlehiya Niştîmanî îşaret bi "berxwedana çalak" kir û diyar kir ku pêwîst e li hember gefên DYA’yê bên sekinandin.”

Lîbya

Der heqê Lîbyayê de jî rojnameya El-Ereb got: “Şeva çarşemê Brîtanyayê derbeyek din li sînor ku nikare bi hebûna DYA`yê diplomasiyê bimeşîne, xwar.  Ev jî diyar dibe ku Rojhilata Navîn û Bakurê Afîrqyayê hê jî li herêma di bin serweriya DYA’yê de ye,  Rêveberiya Donald Trump nahêle tu kes deswerdanê bike.

Rojnameya wiha berdewam kir ku Londonê nikarî daxuyaniya hedefgirtina Navenda Tacora ya hewandina penaberan a li rojhilatê paytexta Lîbyayê Terablusê derbasî Meclisa Ewlehiyê bikira. Naveroka daxuyaniyê ew e banga agirbestê li Lîbyayê ye. Analîzvanên Lîbyayê jî daxuyanî bi xefkê bi nav kir.

Der barê heman mijara Lîbyayê de rojnameya El-Ereb got: “Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan hewl dide şerê Lîbyayê gur bike û êrîşî fermandarê giştî yê artêşê Muşîr Xelîfe Hefter dike û propogandeyên ne baş li dijî wî bi kar tîne.

Erdogan, Muşîr Xelîfe Hefter bi "Qursan" anku qurnaz bi nav kir. Ev jî di daxuyaniyên wî yên ku pênşemê ragihandiye de derket.

(fr-kc)


Mijarên Din