Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijarên pêşketinên ewlehiyê yên ku rejîma Sûriyê bi sîstema ewlehiyê re pêk anîne, daxwaza Washingtonê ya şandina hêzên bejahî li Sûriyê, binpêkirinên Tirkiyê li Rojhilata Navîn û lêkolînkirina çareseriya krîza Lîbyayê kir.

Şerq El-Ewset: Guhartinên ewlehiyê li Şamê ku “Erabên bermîlan” di nava xwe de dihewîne

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Rejîma Sûriyê hin guhartin der barê rayedarên sîstema ewlehiyê li şaxên îstixbarata asîmanî, ewlehiya siyasî, ewlehiya sûcê û ewlehiya dewletê de çêkirin. Ya girîngtirîn jî bidawîkirina xizmeta sertugay Cemîl Hesen e ku Ewropayê der barê pêkanîna komkujiyên şer de ceza lê biriye, li rexê jî rayedarên payebilind ên di rejîma Esad de ku bi “Erabên bermîlên teqemeniyê”hatine wesifandin, hatin guhartin. Li şûna Cemîl Hesen, Lîwa Xesan Îsmayîl ji bo Rêveberiya Îstîxbarata Asîmanî hat erkdarkirin.”

El-Heyat: 20 kuştiyên sivîl di bombebaranên leşkerî yên li bakurê rojavayê Sûriyê de hene

Têkildarî rewşa li Idlibê de rojnameya El-Heyat got: “20 kuştiyên sivîl, di nav de 7 zarok, di encama bombebaranên hêzên rejîmê yên li gelek herêmên bakurê rojavayê Sûriyê de hene.

Herêma Idlibê û herêmên bi ser ve yên di bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra ya berê) de û nêzî 3 milyon mirovan dihewîne, ji zêdetirî 2 mehan ve rastî bombebaranan û şerên dijwar tê, piraniya şerên giran jî li bejahiyên bakurê Hemayê rû didin.

Di vê çarçoveyê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê roja şemiyê ragihand ku di encama derbeyên asîmanî yên Rûsyayê li bajarokê Morikê li bejahiyên bakurê Hemayê de, 7 sivîlan, ji nav mêrek tevî hevjîn û keça xwe jî hene, jiyana xwe ji dest da. Ev encam jî piştî kuştina 13 sivlên dîtir û di nav de 7 zarok hene, di encama bombebaranên ku rejîmê şeva înê li gundê Mihembel ê Idlibê de pêk aniye, hat.”

El-Ereb: Washington ji bo şandina hêzên bejahî fişaran li Berlînê dike

Di rojnameya El-Ereb de der barê vê mijarê de ev tişt hate gotin: “DYA’yê roja yekşemê ji Almanyayê daxwaza şandina hêzên bejahî ya ji bo tunekirina terorîstê li Bakurê Sûriyê kir. Bi vê re jî nakokî di hundirê îtîlafa hikumeta sexte ya bi serkêşiya şêwirmend Angela Merkel de derketin.

Girêdayî mijara şandina hêzên bejahî li Sûriyê, nûnerê DYA’yê yê taybet ji bo Sûriyê James Jeffrey ji rojnameya Die Welt a Almanî re wiha got: "Ji Almanyayê daxwaz dikin ku hêzên bejahî bişîne Sûriyê da ku li şûna hin leşkerên me yên ku di çarçoveya erka navdewletî ya tunekirina terorîstê li herêmê de belav bûne de, bigire.

Jams Jeffrey da ku diyalogan di vê der heqê de li dar bixe, roja înê serdana Berlînê kir û got li benda bersivê ne di vê mehê de. Her wiha Jeffrey bal kişand ser fişarên li dijî Almanyayê der barê rexneyên DYA’yê yên li ser asta kêmasiyên parastinê de. Jeffrey beriya çend rojan ragihand ku dewletên hevkar ên di Koalîsyona Navdewletî de li ser şandina hêzên xwe yên ji bo Bakurê Sûriyê da ku valatiya ku dê li pey hêzên DYA’yê çêbe, erê kir.”

Tirkiye

 Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî tevî hişyariyên navdewletî û herêmî jî, lê israra xwe der barê lêgerîna li gaz û neftê de li hemberî peravên Qibrisê berdewam kir."  

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Quds El-Erebî destnîşan kir ku Yekitiya Ewropayê û Afrîkayê banga çareseriya siyasî kir û got: “Di qada navdewletî û herêmî de bangên ji bo agirbestê û vegera li çareseriya siyasî ya li Lîbyayê zêde dibin.”

Iraq 

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Iraqê bal kişand ser pêngava leşkerî ya ku hêzên Iraqê li rojavayê Iraqê daye destpêkirin û wiha got: "Fermandarên Heşdî Şabî ku piraniya xwe milîsên şiî ne,  yekemîn hemleya leşkerî ya mezin ku li dijî şaneyên DAIŞ`ê li rojava û bakurê Iraqê hatiye destpêkirin, wek derfet dibînin, ev yek jî piştî ku serokwezîr Adil Abdulmihdî der barê ji nû ve avakirina sazûmaniya Heşdî Şabî û yekîneya çekên xwe ku di bin ala hêzên fermî de be da ku parastina serxwebûna wan milîsan bikin ku di bin operasyona "Vîna Serkeftinê" tev bigerin, pêk hat.”

(fr-eh)


Mijarên Din