Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa lihevkirina Amerîka-Rûsyayê têkildarî Sûriyê, rewşa Sûdanê, Cezayîr û Tirkiyê kir.

Şerq El-Ewset: Lihevkirineke Amerîka-Rûsyayê li Sûriyê ji bo lewazkirina Îranê û şerkirina li dijî El-Qaîdeyê

Rojnameya Şerq El-Ewset bal kişand ser rewşa Sûriyê û wiha nivîsand: “Di encama dan û standina di navbera Washington û Moskovê de, destûr hate dayîn ku artêşa DYA’yê derbeyan li bakurê rojavayê Sûriyê pêk bîne, da ku her du rêxistinên tundraw ên nêzî El-Qaîdeyê bike armanca xwe, ev her du hêzên tundraw metirsiyê li ser ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê çêdikin, di heman demê de jî dê Rûsya hêdî hêdî serweriya Îranê kêm bike.

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Mike Pompeo ji serokê Rûsyayê Pûtîn re di nîviya meha Hezîranê de, planek ji 8 xalan pêk tê, pêşkêş kir. Ji wan xalan, pêkanîna biryara 2254’an, şerkirina li dijî terorê û DAIŞ`ê û lewazkirina serweriya Îranê. Piştre li Qudsê civîneke ku tê de serokên meclisên ewlehiyê yên Amerîka, Rûsya û Îsraîlê hazir bûn, pêk hat. Di heman demê de, nûnerê Amerîkayê James Jeffrey dan û standin bi Rûsyayê re kirin.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Şerq El-Ewset, Jeffrey serkeftina Amerîkayê bi derketina Îranê, şerkirina li dijî terorê û rawestandina gefên DAIŞ`ê de mîsoger kir.

Rojnameyê wiha lê zêde kir: “Aliyê Rûsyayê di civîna li Qudsê de, daxwaza Amerîka û Îsraîlê ya vekişandina Îranê ji Sûriyê. Îsraîlê jî êrîş li dijî baregehên Îranê li Sûriyê piştî civîna sêalî pêk anîn û Rûsyayê jî sîstema moşekên S-300 bi kar neanî û tenê di aliyê çapemeniyê de propaganda kir. Di heman demê de, serok Beşar Esed jî guhartinên bingehîn di rêveberiya saziyên ewlehiyê de kirin.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Ereb got: “Gavên herêmî û navneteweyî ji bo ku gav di hevpeymana siyasî di navbera Meclisa Leşkerî û Deklarasyona Azadî û Guhartinê de paşde venegere, zêde dibin. Tê payîn ku roja pêncşemê ev hevpeymana siyasî bi awayekî fermî li ser were mohrkirin.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Piştî bidawîbûna dema serokê demkî Ebdulqadir Bin Salih, duh Cezayîr derbasî valabûna destûrî bû. Dihate payîn ku li gorî destûrê, Bîn Salih erka birêxistinkirina hilbijartinên serokatiyê di 3 mehan de pêk bîne, ev yek jî piştî ku dest bi erka xwe bike.”

Lubnan

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya Şerq El-Ewset di nûçeyeke xwe de wiha  got: “DYA`yê duh navên 3 kesayetên girîng ên Hizbullahê xistin nava lîsteya cezayan, di gavekê de ku cara yekemîn çêdibe, di nava kesên ku ceza li ser wan hatine birîn de, 2 kes ji partiya siyasî ya Hizbullahê ne.”

Tirkiye

Têkildarî rewşa Tirkiyê jî  rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ragihand ku Tirkiyê azadiya nêrîndayînê ya muxaliîfê Kurd Selahattîn Demirtaş binpê kiriye.”

Îran

Her wiha têkildarî rewşa Îranê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Fransayê duh ji bo sarkirina aloziya di navbera Amerîka û Îranê de gaveke nû avêt.”

(kc)

 


Mijarên Din