Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa lihevkirinên navneteweyî têkildarî rewşa Sûriyê, zêdebûna aloziyê di navbera  Washington û Tehranê de û aloziyên ku Erdogan re têre derbas dibe.

El-Ereb: Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê nêrîneke hevbeş a navdewletî tê çêkirin

Rojnameya El-Ereb behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ya ku ji sala 2011`an ve hatiye destpêkirin, nêrîneke hevbeş tê çêkirin. Di heman demê de, tevgerên diplomasî yên Rûsya û Amerîka û navneteweyî dûrî ragihandinê zêde dibin, da ku ev hewildan veşartî bin heta ku bighêjin armanca xwe.

Aliyên siyasî yên erebî ji  rojnameyê re gotin: “Tevî zêdebûna xewliya şerê li Idlibê û zêdebûna aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de ku ew jî ji rewşa Sûriyê nayê qutkirin, nîşaneyên pozitîv, der barê  lihevkirina koma navneteweyî ya bi serkêşiya DYA û Rûsya derdikevin. Dibe ku ev lihevkirin bighêje xeta destpêkê ya bidawîbûna aloziya ku di encamê de bi sed hezaran miron hatin qetilkirin û birîndarkirin, her wiha penaberkirina milyonan li hundir û derve.”

Heman aliyan gotin serdana nûnerê navneteweyî yê taybet ji bo Sûriyê Geir Pedersen li Şamê û beriya wê jî serdana Wezîrê Karê Derve yê Umanê Yûsif Bin Ilêwî, hestên ku ev hevpeyman di miryetê de ye da ku vê aloziyê bidawî bikin. Nexasim, rejîma Sûriyê dest bi nermbûnê kiriye, ev yek jî ji ber ku Rûsya zextê li ser rejîmê kir.”

Ji aliyekî din ve jî, Jeffrey di erêkirina Fransa û Birêtaniya ya zêdekirina hêza xwe li şûna hêzên Amerîka li ser erdê, biser ket. Şam jî vê hêzê wekî dagirkerî dibîne.

Lê pirsa ku derdikeve holê, gelo Îran û Tirkiyê di çarçoveya atmosfêrê  tiştên ku çêdibin de ne, nexasim rêzkirin ne li gorî berjewendiyên wan in.”

Çavdêr dibînin ku nêrîna navneteweyî û nexasim Amerîka der barê Idlibê de, dibe ku negative be. Her wiha diyar dibe ku Washington li pêşiya pilanên Rûsya ya bidestxistina rejîmê ji wê herêmê ya ku di destê Tirkiyê û komên cîhadî de ye, ne asteng e.”

Şeriq El-Ewset: Dezgeheke sûrî bi çavdêriya Rûsyayê ji bo parastina saziyên dewletê

Rojnameya Şeriq El-Ewset jî behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Çavkaniyên ji oposizyona Sûriyê behsa avakirina dezgeheke ewlehiyê ya nû ya girêdayî rêveberiya istixbaratên giştî ji bo parastina saziyên giştî, li ser pêşniyara Rûsya ku ji Şamê re pêşkêş kiriye, kirin. Ev yek jî di çarçoveya guhartinên ku serokê rejîma Sûriyê  Beşar Esed di saziya ewlehiyê de çêkir, pêk hat. Ji van guhartinan tê fêmkirin ku aliyê Rûsya li hemberî belavbûna Îranê di nava rejîma Sûriyê de, xurt bibe.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya El-Ereb got: “Sererkanê Artêşa Cezayîrê Cenêral Ehmed Qayîd Salih hişyarên tund ji aliyên ku wî nav nekirin, şandin. Ehmed ew bi sîxûrtiya ji derve û xizmetkirina ajandeyan re, tewanbar kirin.”

Rojnameyê bi berdewamî got: “Ev yek jî piştî ku muhleta qanûnî ya ku destûr ji serokê dewletê yê demkî re Ebdullqadir Bin Salih re diyar kiriye ji bo organîzekirina hilbijartinên serokatiyê bidawî bû, pêk hat.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Serokê Amerîkayê Trump duh ragihand ku ew ê cezayên mezin li ser Îranê di demeke nêz de feriz bike. Ev yek jî piştî ku Tehranê ragihand asta depokirina Uranium a ku di hevpeymana  Vienna de li ser hatiye lihevkirin, derbas kiriye, pêk hat.”

Tirkiyê

Têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya El-Ereb got: “Serokkomarê  Tirkiyê Erdogan di çarçoveya istratejiya xwe ya revandina li pêş de,  dest bi çêkirina aloziyeke nû kir. Ev car jî li rojhilatê Qubirsê bi rêya gerandina li gazê li ser axa ne ya Tirkiyê ye. Ev yek jî Enqera, li hemberî Yûnan, Îsraîl, Misir, Yekitiya Ewropa û DYA`yê rûbirû dimîne.”

(kc)


Mijarên Din