Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro, di rojevên xwe yên sereke de behsa nakokiyên hundirîn ên li Tirkiyê û nakokiyên Îran û DYA’yê kir.

Rojnameyên erebî behsa nakokiyên herêma Kendavê û krîzên Tirkiyê li pey hev kir.

El-Ereb: Erdogan dîroka Osmaniyan di berfirehkirin û hilweşandinê de dubare dike

Der barê Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Bingeha krîza hundirîn a Tirkiyê ji ber siyasetên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berfireh dibe."

Pisporan der barê rûdanên li Tirkiyê de got dişibe hilweşandina Împaratoriya Osmanî, welatiyên Tirk bi baldarî li siyasetên Erdogan dinerin, ên ku wan bi merheleya dîrokî de, di navbera gelek welatan çêbûye, bi bîr tînin. Ji wan dewletên ku bi Tirkiyê re bi sedema dabeşbûna dewlemendiyê bi nakok bûn; Brîtanya, Fransa û Rûsya ne. Tu cudahî jî di navbera rewşa niha de jî tune ye. Bi taybet jî têkiliya Tirkiyê di dema borî de rastî pêla çûn û hatinê bi dewletên ku pê re dixwazin hevalbendiyê bikin, mîna Rûsyayê hat.

Iraq

Têkildarî rojeva Iraqê jî rojnameya El-Ereb ev tişt diyar kir: "Rûyê oldarê şîî yê Iraqê Emar El-Hekîm ê serokê Teyar El-Hikme ji Meclisa Bilind a Îslamî, girîngiyê dide kolana tijî hêrs ji ber gendelî û nebaşbûna rewşên civakî, da ku wekî navgînekê ji bo hilweşandina hikumetê ya ku Teyar El-Hikme par ji wezaret û berpirsyariya rêveberiyê negirtiye, bi kar bîne."

Îran

Girêdayî Îranê rojnameya Şerq El-Ewset ji hin çavkaniyên xwe agahiyên der barê windabûna keştiya biçûk a petrolê de di dema derbasbûna di Tengava Hurmuz re diyar kirin. Li rexê jî Îranê li dijî Brîtanyayê têkildarî girtina keştiya petrolê ya ku ber bi Sûriyê ve di Cebel Tariq re diçû, gef xwarin.

Ajansa Associated Press li ser zimanê Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) raber kir ku li gel Washingtonê guman hene ku Îranê keştiya petrolê ya Îmaratê ya ku ji 2 rojan ve li ser radaran winda bûye, girtiye.

(fr)


Mijarên Din