Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî behsa encamên rikeberiya Rûsya û Îranê li Sûriyê, îdiayên bûyera kuştina dîplomatên Tirk li Hewlêrê û fişarên Ewropa û DYA’yê li ser Enqereyê kir.

Di rojnameyên erebî yên vê sibehê de behsa mijarên kuştin, teqînên li başûrê Sûriyê, kuştina dîplomatên Tirk li Hewlêrê û fişarên li ser Tirkiyê hat kirin.

El-Ereb: Gelo Îran li dijî şerê çetetiyê yê li başûrê Sûriyê ye?

Mijara şerê çetetî û kuştinê li başûrê Sûriyê û têkiliya xwe ya bi rikeberiya Rûsya û Îranê re derdikeve pêşber, di vî warî de rojnameya El-Ereb nivîsand ku hêzên rejîmê û Rûsyayê rastî şerê çetetî li başûrê Sûriyê ji hêla hin kesên nenas ve hatin. Ji lew re hin pirs der barê kî li pişt bûyerê heye hat kirin, Îsraîl an Îran?

Çavdêran ji rojnameyê re diyar kir ku 2 pêşbînî der barê aliyê li pişt wan bûyeran disekinin, hene; yek, Îsraîl dibêje ew fişarê li tîma 5’an di ferzkirina serweriya xwe li seranserî sînorê bi Colana dagirkirî re dike da ku hêzên hikumetê yên bi nûnertiya tîma 4’an ya bi serkêşiya Mahir El-Esed û komên alîgirên Îranê ji wir dûr bixe.

Li gorî rojnameyê torên çapemeniyê yên Îsraîlê beriya demekê li ser hevdîtina rayedarên Îsraîl, Rûsya û hin kesên ewlekarên Sûriyê û fermandarên tîma 5’an der barê berfirehkirina serweriya xwe li seranserî sînor de axivî. Di heman hevdîtinê de serokê Îstixbarata Asîmanî Lîwa Cemîl Hesen jî amade bû û ew tişt red kir. Bi wê re jî destwerdana Rûsyayê çêbû û ew ji serokatiya îstixbaratê derxist.

Sûdan

Der barê Sûdanê de rojnameya Şerq El-Ewset ragihand ku Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê û Hêzên Deklarasyona Azadî û Guhartinê yên ku serkêşiya şoreşê dikin, rûpeleke nû bi îmzekirina li ser belgeya "Peymana Siyasî" ya ku mekanîzmaya hikumê di dema demkî de ya bi dirêjahiya 3 sal û 3 mehan bi beşdariya navbeynkarên Afîka û Etîyopyayê ve hat diyarkirin, vekir.

Tirkiye

Di warê Tirkiyê de jî mijarên girîng der heqê kuştina dîplomatên Tirk li Hewlêrê di rojnameya El-Ereb de hatin nîqaşkirin ku çavkaniyên siyasî êrîşa çekdarî ya ku hin endamên şandeya dîplomasiyê yên Tirkiyê li bajarê Hewlêrê yê navenda Herêma Başûrê Kurdistanê ye, kirin hedef, bi destwerdana leşkerî ya Tirkiyê ya di hundirê xaka Iraqê de girê da.

Li rexê jî rojnameya Şerq El-Ewset behsa îdiayên vê bûyerê kir ku bi têkiliya di navbera Washingtonê û Enqereyê re heye û rojnameyê li ser zimanê hin çavkaniyên rojavayî da zanîn ku kuştina cîgirê konsolê Tirkiyê li Erbîlê yê Başûrê Kurdistanê dê nakokiya di navbera DYA û Tirkiyê de beriya lidarxistina civîna her du welatan li Enqereyê der barê avakirina "herêma ewle" li Rojhilatê Sûriyê de, zêde bike.

Der heqê mijara kirîna Tirkiyê ya pergala parastina hewayî ya S-400 ya Rûsyayê de rojnameya El-Quds El-Erebî jî ev tişt daxuyand ku DYA’yê ragihand ku dê Tirkiye ji bernameya balafirên F-35 piştî wergitina Tirkiyê ya S-400 dûr bixe.

Ellen Lord wezîra parastinê ya karê kirînê di ragihandineke çapemeniyê de roja çarşemê diyar kir ku DYA’yê û hevkarên wê yên di bernameya balafirên F-35’an de li ser biryara nebeşdariya Tirkiyê di bernameyê de û destpêkirina dûrxistina wê ya fermî li hev kiriye.

(fr)


Mijarên Din