Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa beşdariya hêzên Rûsyayê di şerê Idlibê de, stratejiya DYA’yê ya nû ya dan û standinên bi Tirkiyê re û nakokiyên DYA û Îranê di Tengava Hurmiz de kir.

Rojnameyên erebî behsa şerê li herêmên qaşo bêçek, cezayên li ser Tirkiyê û nakokiya li herêma Kendavê kir.

Şerq El-Ewset: Agahiyên tevlihev ên beşdarbûna hêzên Rûsyayê di şerê Idlibê de

Şerê li Idlibê bi derdor û rewşên herêmî ve girêdayî ye. Di rojnameya Şerq El-Ewset de di vî warî de wiha hate nivîsandin: "Agahiyên tevlihev li ser beşdariya hêzên bejahî yên Rûsyayê di şerê Idlibê de hene, piştî bêencambûna hêzên rejîma Sûriyê di pêşketina bakurê Hemayê û bakurê rojavayê Idlibê de. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê der barê beşdariya hêzên girêdayî yekîneyên taybet ên Rûsyayê ya beşdariya şerê Idlibê de piştrast kir ku Moskovê tu hêzên bejahî bi rê nekirine Sûriyê.

Li aliyekî dîtir jî Moskovê ragihand ku balafirên şer ên Sûriye û Rûsyayê rêzederbe ji duh ve pêk anîn. 6 navendên serçeteyan û cebilxaneyên rêxistinên Cebhet El-Nusra û Partiya Îslamî ya Tirkistanî li bejahiyên Idlib û Hemayê kirin hedef. Nûçegihanên Sûriyê jî diyar kir ku bombebaran li herêmên sivîl bû.”

Girêdayî mijara Sûriye û Idlibê rojnameya El-Ereb jî ev tişt diyar kir: "Çavdêr der barê rewşa Sûriyê de pêşbînî dikin ku hewarîkirina bi hêzên taybet, îşaret pê tê kirin ku Rûsya bi israr e şerê leşkerî ya yekser bi komên tundraw re bigihîne encamê. Ev jî dewleta Tirkiyê tîne pêşberî du vebijêrkan; an vekişe û piştevanî û biçekkirina çeteyan rawestîne yan jî di lîstika xwe de bidome û bi wê re jî dê bibe sedema nakokiya yekser bi Rûsya û hêzên rejîma Sûriyê re."

Îran

Têkildarî nakokiya li herêma Kendavê rojnameya Şerq El-Ewset nivîsand ku duh piştî çend saetan ji ragihandina girtina keştiya petrolê ya Ewropayê ku beriya çend rojan li Kendavê winda bûye, serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku keştiya leşkerî ya DYA’yê ya li Tengava Hurmizê firokeyeke Îranê ya bêpîlot piştî bi rûbera xeternak nêz bû, xist xwarê.

Tirkiye

Rojnameya El-Ereb der barê Tirkiyê de wiha got: "Xwarkirina siyaseta dest a ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li hember Washingtonê sekiniye, bi bin ket. Ji dêvla rola xwe di kirîna pergala parastina asîmanî ya S-400 ya Rûsyayê de bi hêz bike, Enqereyê dît ku pêngava yekemîn li derveyî NATO’yê dimîne. Çarenûsa xwe bi hevalbendiya bi Moskovê re gire da. Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî ew di karmendkirina tesfiyekirina hesabên kevn de yên bi Washingtonê re û li pişt jî NATO ye, bi kar anî.

Di vê derbarê de dê Washington Tirkiyê dê li derveyî NATO’yê bihêle.

Pirsporên leşkerî got dûrxistina Tirkiyê ji projeya F-35’an bergiriya siyasî ye, lê belê rûyekî guhartina siyasî û stratejîk di têkiliyên Tirkiye û DYA’yê de nexş dike.”

(fr)


Mijarên Din