Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî behsa astengiyên li beramberî penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê ji hêla hikumeta Erdogan ve piştî salên ji pêşwazîkirinê, nakokiya DYA û Îranê ya li herêmê û Tengava Hurmiz û fişarên DYA’yê yên li ser Tirkiyê kir.

Di rojnameyên erebî yên vê sibehê de behsa azarên penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê û dewletên cîran, nakokiya di navbera Îran û DYA’yê de li herêma Kendavê û fişarên DYA û Ewropayê yên li ser Tirkiyê hate kirin.

Şerq El-Ewset: Sûriyên li Tirkiyê piştî salên pêşwazîkirinê astengî lê tê kirin

Di mijara penaberên Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Dosyeya penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê, Lubnan û Urdinê bû mijarekî giştî û nîqaşên siyaset û gelêrî. Ew jî piştî pêşwazîkirina ji dewletên cîran di merheleya destpêkê ya aloziya Sûriyê de."

Di rojnameya Şerq El-Ewset de raporek der barê dosyaya penaberên Sûriyê de ku vegeriya qonaxeke nû di van demên dawîn de hat aşkerekirin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) nêzî 5 milyon penaberên Sûriyê li dewletên cîran hene û li rex jî 7 milyon koçber di hundir de ne.

Li gorî rojnameyê, piştî 8 salan ji şerê li Sûriyê rewşên sûriyan li Tirkiyê aloztir dibe. Ew jî pişt bi pêşwazîkirineke baş ji hêla hikumeta AKP’ê ve hat pêşwazîkirin û di serî de serokkomar Recep Tayyîp Erdogan. Li gorî dewleta Tirk, penaber tevliheviyan derdixin.

Di daxuyaniyên Erdogan ên hefteya borî de hat ku dê hikumet bergiriyên nû der barê sûriyên li Tirkiyê de pêk bîne. Ew jî 3 dosya ne; teşwîqkirina vegerê, derkirina kesên sûc kirine û birîna bacê di nexweşxaneyan de.

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê ya ku bi Îranê ve girêdayî ye, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Biryara Wezareta Xezîneya DYA’yê bal kişand ser navên 4 kesayetên Iraqê ya xistina lîsteya cezayan. Bi wê re jî berê DYA’yê ya nû ya ber bi pevçûnên bi nûnerên Îranê yên li herêmên sûnnî li Iraqê eşkere kir.

Yê balkêş hemû kesên li ser wan biryar hatin ferzkirin li herêmên sûnnî ne û piştevaniyên xwe yekser an neyekser ji Îranê werdigirin.

Îran

Rojnameya Şerq El-Ewset jî der barê Îranê de wiha diyar kir: "Îranê duh asta nakokiyan dîsa bilind kir. Keştiya petrolê ya Brîtanyayê ji bo bersivdana girtina keştiya xwe ya Grace 1 a li Cebel El-Tariq di 4’ê vê mehê de, desteser kir. Heres El-Sewrî şevê berê ragihand ku keştiya petrolê ya Brîtanyayê "Stina Empero" li tengava Hurmiz desteser kiriye."

Tirkiye

Têkildarî Tirkiyê rojnameya El-Ereb ev tişt aşkere kir: "Çavkaniyên DYA’yê û Kendavê bi bîr xist ku peymanên derçûnên parçeyên balafirên F-35 ên ku DYA’yê Tirkiyê ji mehrûm kirin, dibe ji dewletên Kendavê re bê rêkirin. Di vî warî de jî dan û standin tên kirin."

DYA’yê biryara derxistina Tirkiyê ji projeya çêkirina balafirên F-35 li dij israra serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a kirîna pergala parastina asîmanî ya S-400’an a Rûsyayê ya li dijî balafirên pêşketî da. Li rexê jî perwerdekirina pîlotên dewleta Tirk rawestandin û derketina ji DYA’yê xwest.

(fr)


Mijarên Din