Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa serdana Jeffrey ji bo Tirkiyê ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyê, aloziya li herêma Kendavê, lêgerîna Tirkiyê li gazê li Qibrisê û îşaretên derbasbûna wê di aliyê leşkerî de kir.

Şerq El-Ewset: Jeffrey îro li Tirkiyê ye da ku dan û standina der barê Sûriyê de bike

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Nûnerê taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyê James Jeffrey, îro (düsem) li Enqereyê dan û standina der barê pêşketinên li Sûriyê de, vekişandina Amerîkayê, herêma ewle ya pêşniyarkirî li Rojhilatê Firatê, pêkanîna nexşerêya Tirkiye-Amerîkayê der barê Minbicê de ku her du alî di 4`ê Hezîrana 2018`an de gihîştibûn ser wê nexşereyê, dest pê dike.

Çavkaniyên dîplomatîk got di dan û standinan de, dê zêde balê bikişînin ser vekişandina Amerîka, herêma ewle û pêkanîna DYA`yê sozên xwe der barê nexşerêya li Minbicê de ku divê çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) vekişin Rojhilatê Firatê, her wiha dê di dan û standinan de gavên ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê û keda ku tê dayîn ji bo avakirina komîteya çêkirina destûrê.

Tirkiye

Der barê nakokiyên di navbera Tirkiye û Qibrisê de rojnameya El-Ereb got: "Nakokiyên di navbera Tirkiyê û Qibrisê de ji zêdetirî 40 salî bi sedema pirsgirêka parçekirina girava navgîn û der barê pirsgirêka gazê li peravên Qibrisê de piştî Enqereyê biryara vekolînê da, derdikevin pêş."

Bi boneya salvegera 45’emîn a parçekirina girava Qibrisê, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyên çapemeniyê de bal kişand ser çareseriya leşkerî li Qibrisê û got artêşa Tirkiyê ne dudil e pêngavên wekî çawa beriya 45 salên berê pêk anîne, bike.

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Li gorî meclisa parêzgeha Enbar duh ragihandiye, hêzên DYA’yê yên li herêma El-Retbe ya rojavayê Iraqê ya bi ser sînorê Urdinê ve ji nişka ve tevî foca taktîkî ya girêdayî fermandariya polîsên Enbarê ya ku parastina parêzgeha El-Retbe dike, vekişîn."

Kendav

Têkildarî nakokiyên li herêma Kendavê jî di rojnameya El-Quds El-Erebî de wiha hate gotin: "Duh şevê Îranê ragihand ku leza lêpirsînkirinê der barê keştiya Brîtanyayê de ya ku wê girtiye, li gorî hevkariya tîma wê ye. Londonê jî diyar kir ku bi hin vebijêrkan difikirin."

Di vê çarçoveyê de gerînendeyê giştî yê Perav û Şoreya Deryayî li parêzgeha Hirmuzkan Murad Efîfî Bor got: "Lêpirsîn li gorî hevkariya tîma keştiyê pêkan e da ku bigihîjin nîşaneyên pêwîst ên vê dozê."

Sûdan

Girêdayî Sûdanê jî di rojnameya Şerq El-Ewset de ev tişt hate gotin: "Cîgirê giştî yê Sûdanê duh rapora ku komîteya erkdar a der barê bûyerên xwepêşandana ku li pêş Fermandariya Giştî ya Artêşê de çêbûye û di encamê de zêdetirî 130 kuştî û nêzî hezar birîndarî çêbûne, wergirt. Cîgirê giştî Abdullah Ehmed Abdullah ragihand ku dê nêrînên di raporê de yekser bêyî kişfkirina li ser hûrgiliyan, pêk bîne."

(fr)


Mijarên Din