Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa gelê Sûriyê yê li Tirkiyê, gefên li dijî herêmên Sûriyê, nakokiya li ava Kendavê, şerê Terablusê û destwerdanê Qeterê li Sûdanê kir.

El-Ereb: Terkkirin li Idlibê û qewitandin ji Stenbolê

Der barê Sûriyê de rojnameya El-Ereb got: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan  mijûlbûna DYA’yê bi Îranê dike derfet da ku şerekî leşkerî li Rojhilatê Firatê ya ku herêmên di bin serweriya Kurdên Sûriyê yên bi piştevaniya Amerîkayê de ne, li dar bixe. Di heman demê de, têkildarî tirkkirina berfireh a ku Enqereyê li herêmên Sûriyê yên di bin serweriya wê yan jî serweriya wekîlên xwe yên oposzîsyona Sûriyê pêk tîne, rapor û şahid hene.

Ji aliyekî din ve jî Enqereyê dest bi plana derxistina bi hezaran penaberan piştî belgeya wan di fişarên navdewletî de ku bibe lîstikvanê sereke yê çareseriya pêşeroja Sûriyê de bi kar anî, kir.

Di warê penaberan de, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja duşemê got welatê wî dê operasyoneke leşkerî li dijî rojhilatê çemê Firatê ku herêma ewle li Bakurê Sûriyê neyê avakirin, pêk bîne. Her wiha gefa girtina baregeha Încirlîk xwar, heke peyman bi Washingtonê re di vê derbarê de pêk nehat.

Çavdêr dibînin ku Tirkiye dê Washingtonê bi hêrs bike û şerê têkiliyên dualî bi sedema pêngavên Tirkiyê yên şantajkirinê yên rêveberiya serok Donald Trump pêk bîne, bi taybet piştî kirîna Tirkiyê ya pergala parastina asîmanî ya moşekên S-400’an ên Rûsyayê û bi wê re jî rola Tirkiyê di balafirên Amerîkayê yên F-35’an de nema.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî diyar kir ku ne pêkan e dubarekirina hemleya Tirkiyê ya li ser hêzên kurdî li herêma Efrînê ya bakurê rojavayê Sûriyê di sala borî de pêk aniye, bê kirin.

Kobanê  li gel malpera Ahval a tirkî got heke DYA xwestekên Tirkiyê pejirandin û hişt şer pêk bîne, dê bersiva QSD’ê şerekî giştî be."

Şerq El-Ewset: Fermandarê QSD’ê bi şandeya Amerîkayê re li rojhilatê Firatê hevdîtin pêk anî

Şerq El-Ewset jî behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Li bajarê Kobanê civînek ku tê de generalê Amerîkayê Kenneth McKenzie fermandarê Herêma Navîn a Fermandariya Navendî ya Hêzên Koalîsyona Navdewletî û William Robak nûnerê Amerîkayê yê taybet ê Koalîsyona Navdewletî û Mezlûm Ebdî fermandarê QSD’ê û fermandarên YPG û YPJ’ê hebûn, li dar ket.

Ebdî ji rojnameya Şerq El-Ewset re got: "Rojeva xebata nîqaşê bi McKenzie re der barê rewşa ewlehiyê ya li ser sînorê hevpar bi Tirkiyê re, koordîneya hevpar, nîqaşa planên pêşerojê û nêrînên bi fermandarên Koalîsyona Navdewletî re bûn. Di heman demê de, nîqaşa rewşa kampên koçber, malbatên endamên rêxistina DAIŞ’ê ya teror û girtiyên rêxistina DAIŞ’ê yên li gel QSD’ê hatin kirin.

Bi rasthatina serdana şandeya Koalîsyona Navdewletî bi fermandariya McKenzie ya bajarê Kobanê yê li ser sînorê Tirkiyê, serdana James Jeffrey nûnerê taybet ê Amerîkayê li Enqereyê hat kirin. Jeffrey duh bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê re der barê avakirina herêma ewle ya li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nîqaş pêk anîn. Her wiha Washington piştevaniya QSD’ê dike û YPG û YPJ’ê wek stûna leşkerî dibîne.

El-Ereb: Binketina navbeynkariya Qeterê di navbera Tirkiye û DYA’yê de

Rojnameya El-Ereb li ser zimanê çavkaniyên Tirkiyê û rojavayî got: “Piştî emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El-Sanî serdana DYA’yê kir, dûre bi awayekî veşartî serdana paytexta Tirkiyê Enqereyê jî kir. Ew jî bi armanca agahdarkirina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a encamnameyên serdana Washingtonê û nîqaşên bi serok Donald Trump û hin endamên rêveberiya wî re bû.”

Îran

Der barê gefên Îranê de rojnameya Şerq El-Ewset got: "Piştî Tehran keştiya ku ala Brîtanyayê li ser bû li tengava Hurmizê girt, Brîtanya dixwaze hêzeke ewropî ya hevbeş ji bo bersivdayîna gefên Îranê ava bike.

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha got: "Hêzên Lîbyayê pêngava ber bidawîbûnê ji operasyona “Tofana Rûmetê” bi ragihand. Artêşa Wetenî jî di eniyên şer de bi pêş ve çûn. Her wiha ciwanên Terablusê jî tev li şerê rizgarkirinê bûn.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Ereb got: "Çavkaniyên siyasî yên Sûdanê kişf kir ku hêzên beşdarî tevgera îslamî ya Sûdanê bûne, da ku dan û standinan asteng bikin, liv û tevgera xwe zêde kirin.”

(fr-eh)


Mijarên Din