Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa dan û standinên Amerîka û Tirkiyê der barê Sûriye, Lîbya, Filistîn û hilbijartina serokwezîrê nû yê Brîtanyayê kir.

Şerq El-Ewset: Dan û standinên leşkerî yên Tirkiye-Amerîkayê der barê herêma ewle de piştî serdana Jeffrey

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Li navenda Wezareta Parastinê ya Tirkiyê duh (roja sêşem) dan û standin di navbera şandeyên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê de der barê avakirina herêmeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê de ku alozî û topbaran li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê heye, dest pê kir.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de got şandeyên leşkerî yên Tirkiyê û DYA`yê li dewamkirina karê hevbeş li navenda wezaretê der barê avakirina herêma ewle li Sûriyê de piştî dan û standinên di navbera wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar û nûnerê Amerîkayê yê taybet ji bo Sûriyê James Jeffrey de li hev kir.

Wezaretê bi bîr xist ku dan û standinên di navbera Akar û Jeffrey û şandeya li gel wî de, avakirina herêmeke ewle li rojhilatê çemê Firatê, rewşa dawî li Sûriyê û û têkoşîna li dijî DAIŞ`ê, girte nava xwe.

Çavkaniyên dîplomatîk ji rojnameyê re got şandeya amerîkî di civîna ku ji aliyê cîgirê wezîrê karên derve yê kar û barên Rojhilata Navîn Sedat Onal ve dihate birêvebirin, rewşa Idlibê, pêşniyara herêma ewle ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, avakirina komîteya çêkirina destûra Sûriyê yê nû, nîqaş kirin.

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Bi nêzîkbûna êrîşa dawîn a artêşa Lîbyayê ya bi rêveberiya Xelîfe Hefter û nexasim nebaşbûna têkiliyên di navbera hilkumeta Wîfaq û aliyê derve ji ber girêdana hikumeta Wîfaq bi milîsan ku endamên wê teror in, rewşa serokê hikumeta Wîfaq Wetenî Fayiz Sirac xerab e.”

Filistîn

Têkildarî rewşa Filistînê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Nûnerê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Jason Greenblatt li pêşiya Meclisa Ewlehiyê yê Navneteweyî got serokê Amerîkayê Donald Trump hêvî dike ku di demeke nêz de dema keşfkirina plana aştiyê ya di navbera Îsraîl û Filistînê de, eşkere bike. Jason Greenblatt anî ziman ku plan ne tiştekî ne diyar e û welatê wî wê hemû detayan pêşkêş bike da ku hemû gel tawîzên pêwîst bibîne.”

Brîtanya

Têklidarî rewşa Brîtanyayê rojnameya Şerq El-Ewset got: “Duh piştî ku Boris Johnson bû serokê Partiya Muhafazekar û di heman demê de li şûna Theresa May bû serokê hikumeta Brîtanyayê, soz da ku ew ê ji bo pêkanîna derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê  (Brexit) di 31`ê Cotmeha bê de, ew ê bixebite. Her wiha got hemle bi dawî bû û kar des tpê kir.”

(kc)


Mijarên Din