Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê gefên Tirkiyê û hewldanên avakirina “herêma ewle”, şerê li Lîbya û Yemenê û aloziya  siyasî û aborî ya Tirkiyê de nivîsîn.

Şerq El-Ewsat: Enqere ji Washingtonê re teqez dike ku girêdayî avakirina "herêma ewle" ne

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsand: "Tirkiyê ji Amarîkayê re got ew dewleta herî guncaw e û xwedî hêz e ku dikare herêma ewle li bakurê Sûriyê kontrol bike.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wezîrê parastinê Hulusî Akar ji hempîşeyê xwe yê Amerîkayê Mark Esper re bi rêya telefonê gotiye eger lihevhatin çênebe dê Tirkiye neçar bibe ku bi tena xwe herêma ewle li Sûriyê ava bike.

Di heman mijarê de rojnameyê bi sernavê "Lîderên Kurd pêşniyara Tirkiyê ya herêma ewle napejirînin” li ser zimanê endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl nivîsî: "Tirkiye bi gefan hewl dide daxwazên xwe yên herêma ewle bi kûrahiya 32 km pêk bîne, ev jî nayê qebûlkirin. Ev sînor dê tiştekî ji herêmên rêveberiyê nehêle. Xelîl got ew dipejirînin ku herêmeke bi kûrahiya 5 km bê avakirin. Ev herêm bi kêmanî dê me ji gefên Tirkiyê biparêze, pirgirêka wan neparastina sînor e, ji ber ku em tu caran ji bo Tirkiyê nebûne cihê metirsiyê, lê ev hincet in ji bo ku herêmê dagir bike."

Rojnameyê li ser zimanê koordînatorê tevgera çaksazî ya Kurd û endamê desteya serokatiyê yan Encumena Nîştimanî ya Kurd Fêsel Yûsiv nivîsî ku wî xwestiye Kurd bêne parstin û diyar kiriye ku nebûne aliyek di mijara hevdîtinên bi Amerîkayê re yên der barê herêma ewle de, her wiha got ew dixwazin herêm di bin çavdêriya navdewletî de be."

El-Ereb: Êrîşên li dijî eniyên paş taktîka nû ya şerê li Lîbyayê

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Piştî ku her du aliyan di şerê Terablusê de tu encam negirtin, şerê di navbera hêzên hikumeta lihevhatinê û artêşa neteweyî ya Lîbyayê de veguherî lêdana eniyên piştê û xetên lojîstîkê.

Li gorî daneyan, artêşa Lîbyayê hîna li cihên xwe ye, lê nikare bi pêş bikeve, di vê navberê de şandêrê navdewletî yê Lîbyayê Xesan Selama di civîna Meclisa Ewlehiyê de xwest ku bi boneya cejna Qurbanê agirbest bê ragihandin.

El-Beyan: Artêşa Yemenê girte ser navenda herêma Kitafê

Der barê rewşa Yemenê de rojnameyê wiha nivîsand: "Artêşa Yemenê li herêma Kitafê bi pêş dikeve û girte ser navenda bajarê ku dikeve parêzgeha Saadê. Her wiha li aliyê eniya Mirês jî bi pêş ket. Hêzên hevpeymanê jî depoyên cekan li başûrê Saada`yê rûxandin, li aliyekî din hêzên hevbeş êrîşeke nû ya Hûsiyan li bajarê Hudeydayê têk birin."

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku hêzên hevpeymanê îro berê sibehê deh êrîş birin depoyên mûşekan, çekan û dronan, li barega 48 a li başûrê Sanaa`yê, di encamê de depo teqiya û li herêmê dengên gelek teqînan bilin bû."

El-Erab: keştiya Erdogan li ser qûma siyaseta Tirkiyê diheje

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî "Îro aboriya Tirkiyê aloz bûye, Amerîka jî çavên xwe li cezayên li dijî Tirkiyê digerîne, her wiha arîşeyên sînorên başûr ên di navbera Tirkiyê û Îraq û Sûriyê de bûye sedema pirsgirêan bi Rûsya, Sûriyê, Îranê û Amerîkayê re, niha jî pirgirêkeke din a Erdogan derketiye, hin kesayetên bi nav û deng ji Partiya geşedan û Adaletê êdî xwe ji keştiya serok davêjin".

Partiya AKP`ê li xwe mukir nayê ku têk çûye û dê ta dawiyê şer bike, di vê têkoşînê de dê bandorê li aboriya Tirkiyê û têkiliyên bi hevparên xwe re bike. Li gorî pisporên navenda Stratfor`ê ya lêkoînên ewlehiyê yên stratjîk "tevî hemû hîlan û xapan jî, lê rêvebirina Tirkiyê ji boserok Receb Tayib Erdogan êdî bûye erkekî giran".

Şerq El-Ewsat:  Erebistana Siûdî amadekariyên lihevhatineke ewlehiyê bi Iraqê re dike

Rojnameyê wiha nivîsand: "Di civîna ku duh li herêma Tebûk hate lidarxistin de, Meclisa Mezîran a Siûdiyê, bi serokatiya qral Selman Bin Ebdilezîz destûr da ku hevpeymaneke hevkariya ewlehiyê bi Iraqê re bê îmzekirin.

Meclida wezîra karên hundir erkdar kirin ku bi aliyên Iraqê re bikeve nave hevdîtinan ji bo projeya hevkariya ewlehiyê.

Balyozê Iraqê li ba Siûdiyê Qehtan El-Cenabî diyar kir ku her du welatan pêşketinên girîng di mijara ewlehiyê û veguheztina agahiyan û şerê li dijî terorê de pêk anîne.


Mijarên Din