Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, têkiliyên Rûsya û Tirkiyê, aloziya Sûdanê û arîşeya li Kendava Erebî û gelek mijarên din de nivîsîn.

Şerq El-Awsat: Baregeha Himêmîm hate bombebarankirin… Şamê jî agirbesta Idlibê şikand

Rojnameyê der barê mijarê de wiha nivîsand: "Piştî ku Şamê ragihand ku ew ê agirbestê rawestînin, hêzên rejîmê bakur û rojavayê welêt bombebaran kirin. Şamê komên çekdar tawanbar kirin ku êrîşî baregeha Himêmîmê ya hêzên Rûsyayê kiriye.

Fermandariya artêşa Sûriyê bi daxuyaniyekê "komên terorîst ên çekdar ên girêdayî Tirkiyê" tawanbar kirin ku "ew li gorî agirbestê tev negeriyane û gelek êrîş li dijî sivîlan kirine.”

Piştî daxuyaniya fermandariya artêşê, Şamê komên çekdar tawanbar kirin ku êrîşîebaregeha Himêmîmê û rojavayê Laziqiyê kirine û di encama êrîşê de çend kes hatine kuştin, lê diyar nekir ka kuştî leşker in an sivîl in.”

El-Ereb: Tirkiye komên Mertalê Firatê berdide ku “striyên xwe bi destên xwe hilkin” û berê xwe dide Kurdan

Ronameyê nivîsî: "Agirbesta ku li bakur û rojavayê Sûriyê roja pêncşemê hate ragihandin, pir li ber xwe neda, artêşa Sûriyê dîsa dest bi operasyonên leşkerî kir û komên cîhadiyan tawanbar kir ku li gorî agirbestê tev negeriyan.

Li gorî çavdêran dê Tirkiye komên cîhadiyan ku carê piştgiriya wan dikir, berde û bihêle ku "stiriyên xwe bi destên xwe hilke", bi taybet ku li gorî Tirkiyê îro mijara sereke derbasbûna Sûriya bi sûd e, yanî rojhilatê Firatê ye ku li wê derê Yekîneyên Parastina Gel ên Kurd desthilatdar in.

Tê gotin ku dibe li Kazaxistanê, di navbera Moskov, Tehran û Enqereyê de lihevhatin çêbe ku Tirkiye dest ji cîhadiyan berde, beramberî wê jî berê xwe bide bakurê Sûriyê, lê li ser bingiha "yekitiya axa Sûriyê" wekî çawa di encamnamya Asîtanayê hatiye gotin.”

El-Diyar: Kûrahiya me ya stratejîk gihîşt sînorên Îsraîlê, Zarîf: diyalog bi Waşingtonê re tune ye, ewlehiya me ne ya firotinê ye

Der barê mijara Îranê de rojnameyê nivîsî: "Têkiliya di navbera Îran û Amerîkayê de her ku diçe aloz dibe, li Kendavê jî arîşeya dîplomatîk giran dibe. Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf got eger cezayên Amerîkayê dewam bikin ew ê diyalogê nekin. Zarîf duh di civîneke çapemeniyê de got "Îran li ber xwe dide tevî cezayên Amerîka û welatên Rojava." Zarîf wiha dewam kir: "Her çi qas fişarên xwe zêde bikin û cezayan li ser me bibirin, em ê li ber xwe bidin û pala xwe bidin gelê xwe, dê nikaribin rê li pêşiya pêşketina Îranê bigirin.”

Cîgirê serokê artêşê general Medhî Rebanî jî diyar kir ku tu dewletên herêmê yan cîhanê dê nikaribin Îranê di şerê bejahî de têk bibin.”

Rebanî got "Kûrahiya me ya stratejîk gihîştiye Deryaya Spî, eniya me gihîştiye sînorê pergala siyonîzmê.” Rebanî wiha dewam kir "Bi kêmanî dê di nava deh salên bê de, tu dewletên herêmê û cîhanê nekarin di şerê bejahî de Îranê têk bibe, em îro ji berê bihêztir in.”

El- Ereb: Li Sûdanê têkiliya di navbera navend û herêman de zû bû arîşe

Rojnameyê nivîsî: "Eniya Şoreşgerî ya Sûdanê ku gelek tevgerên çekdar di nav de ne, hevdîtinên bi hêzên xwecih û herêmî re zêde dike da ku nêrîna xwe ya siyasî diyar bikin, da ku nêrîna wan jî têkeve deklarasyona makezagonê ku dê di 17`ê Tebaxê de bê îmzekirin.”

Rojnameyê wiha dewam kir "Di nava du rojên derbasbûyî de civîn hatin lidarxistin, du komîte dê bêne avakirin, yeke siyasî û yeke zagonî, da ku ew komîte mijara deklarasyona makezagonê binirxîne, di deklerasyonê de behsa lihevhatinên Adîs Ababa, yên di navbera Eniyê û hêzên azadî û veguherînê de, nehatiye kirin. Ev yek jî li gorî lîderên komên çekdar "li dijî aştiyê ye.”

Şerq El-Awsat: Brîtanya tev li hevpeymana parastina deryavaniyê bû

Rojnameyê têkildarî mijarê wiha nivîand: "Brîtanyayê duh ragihand ku ew tev li hevpeymana bi serokatiya Amerîkayê, ji bo parstina keştiyên bazirganiyê li Kendava Erebî bûye.

Hikumetê bi daxuyaniyekê got "Hêzên deryayî yên Qraliyeta Brîtanyayê dê li kêleka hêzên deryayî yên Amerîkayê, ji bo parastina keştiyên bazirganiyê li tengava Hurmizê tev bigerin.”

El-Ereb: Pûtîn li ser hesabê têkiliyên ortodoks ên bi Yewnanistanê re têkiliyên xwe bi Tirkiyê re bi hêz dike

Rojnameyê nivîsî: "Moskovê ragihand ku ew piştgiriya mafên Tirkiyê yên lêgerîna petrolê dike, ev helwest li dijî hevpayemana ortodoksan a rojhilat a veşartî di navbera Rûsya û Yewnanistanê de ye.”

Çavkaniyên dîplomatîk ji Moskovê diyar kir ku helwesta Alexander Nofack, wezîrê wîzeyê yê Rûsyayê ku piştgiriya lêgerîna petrolê li rojhialtê Deryaya Spî dike, guhertineke stratejîk e, Çavkaniyê got ev tê wateya ku Rûsya têkiliyên xwe li ser hesabê havelbendê xwe yê ortodoks, Yenanistan, bi Tirkiyê re bi hêz dike.”


Mijarên Din