Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, lihevhatina di navbera Amerîka û Tirkiyê de ya têkildarî herêma ewle, rewşa li Lîbya û Tirkiyê de nivîsîn.

Şerq El-Awsat: Li dijî hêzên rejîmê êrîş… li gundewarên Laziqiyê pevçûn

Der barê geşdanên li Sûriyê de rojnameyê nivîsî: “Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku li derdora gundê Skêk ê gundewarên Idlibê pevçûnên dijwar di navbera hêzên rejîmê û alîgirên wê û çekdarên îslamî û komên cîhadî de rû dan. Komên çekdar êrîşeke dijber bir ser hêzên rejîmê, di êrîşê de Tehrîr El-Şam erebeyeke bombekirî teqand. Di dema pevçûnan de herêm bi awayekî dijwar tê bombebarankirin.”

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê gelek ziyanên giyanî çêbûn, ji nîvê şevê ta roja din 20 çekdarên komên opozîsyonê, ji wan 15 yên cîhadî ne, her wiha 23 leşkerên rejîmê di van pevçûn û şeran de hatin kuştin.

Li gundewarên laziqiyê jî li gorî navendê şer û pevçûnên dijwar li derdora girên Kebana yên çiyayê El-Ekrad ê gundewaên bakurê Laziqiyê, di navberê hêzên rejîmê û komên çekdar û komên cîhadî de qewimîn. Hêzên rejîmê bi alîkariya balafirên şer ên artêşa Sûriyê û yên Rûsyayê êrîşî baregehên opozîsyonê yên li herêmê kir.”

El-Ereb: Enqere û Washington dest bi pêkanîna lihevhatine herêma ewle “ya şêlû” kir

Der barê mijara lihevhatina di navbera Amerîka û Tirkiyê ya li ser herêma ewle de rojnameyê nivîsî: “Tirkiye û Amerîkayê dest bi çêkirina binesaziya navenda karên hevbeş kir, ev kar di çarçoveya lihevhatineke hevbeş a di navbera her du aliyan de ji bo avakirina herêma ewle li bakurê Sûriyê pêk tên.”

Rojnameyê wiha lê zêde kir: “Hûrgiliyên lihevhatinê hîn ne diyar in, tê pirsîn ka gelo Amerîka daxwaza Tirkiyê ya herêmeke bi kûrahiyan 30 ta 40 km`yan pejirandiye yan na, eger ev tişt pejirandibe, ev tê wateya ku hêzên Tirkiyê dê herêmên girêdayî Rêveberiya Xweser ku ev çend sal e Kurd ava dikin, belav bibin.”

Şêwirmendê meclisa giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyê Hekem Xelo got “bawerî bi hikumeta Tirkiyê nayê, ew her li hincetan bigere, herêma ku dixwaze ava bike, eger 5 yan bêtir be, dê li herêmê guherîneke demografîk çêke, ji ber ku Tirkiye dixwaze penaberan bîne vê herêmê. Gelo ev penaber şêniyên herêmê ne da ku vegerin vir? Gelo ew dikarin vegerin herêmên xwe, li Şamê, yan Helebê, yan Derayê û HWD. Gelo ewlehiya jiyana xwan heye?”

Xelo da zanîn ku armanca avakirina herêma ewle guhertina demografiyê ye, tişta ku Tirkiyeyê nikarî bi leşkerî pêk bîne, dixwaze bi rêyên siyasî û diplomasî pêk bîbe, mîna tişta ku li Efrînê çêbû, her wiha di baweriya min de, mijara herêma ewle, lîstokeke, da ku rewşeke nû li herêmê bête çêkirin.”

Şerq El-Awsat: Lîbya;tevî daxwazên welatên Rojava jî Hefter agirbestê dirêj nake

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Duh dîse li paytexta Lîbyayê Terablusê, di navbera hêzên artêşa neteweyî bi fermandariya general Xelîfe Hefter û milîsên girêdayî hikûmeta lihevhatinê ya serokatiya Fayiz El-serac, pevçûn rû dan, piştî ku agirbest bi dawî bû. Tevî dazwazên dewletên rojava û yên Erebî jî lê agirbest nehate dirêj kirin.

Çavkaniyên Lîbyayê diyar kirin ku general Hefter hewldanên dirêkirina demê agirbestê nepejirand, her wiha wî bi fermandariya hêzên xwe re cibîneke berfereh lidar xist û rewşa eniyên şer şopand.”

El-Ereb: Davutoglu darê îsyanê li dijî Erdogan hilda

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu êdî amade ye ku partiyeke nû ava damezirîne û bi temanî xwe ji Partiya Geşkirin û Adaletê  (AKP) û serokê Erdogan qut bike. Ji ber ku siyasetên Erdogan hişt ku Tirkiyê têkiliyên xwe yên herêmî û stratejîk winda kirin û li şûna “sifir pirsgirêk” bû “difir dost” û li hundur jî diktatorî çesipand.”

Malpera Ahval a Tirkiye diyar kir ku komeke siyasetmedarên nêzî Dawid Oglu êdî amade ne ku  partiyeke siyasî ya nû ava bikin û li 70 parêzgehên Tirkiyê navendên xwe ava bikin.”

 


Mijarên Din