Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên Erebî yên îro hatin çapkirin behsa geşedanên li herêmên ``bêçek`` ên Sûriyê, aloziya li Yemen, Sûdan û Lîbyayê. Her wiha nakokiyên der barê Kendavê de û destwerdana Tirkiyê di Qeterê de, kirin.

Al-Şarq Al-awsat: Balafireke rejîmê li gundewarê Idlibê hate ruxandin, pîlot jî dîl girtin

Der barê mijarê de rojnameyê li ser zimanê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku balafireke şer a rejîma Sûriyê ji aliyên hêzên opozisyonê ve li parêzgeha Idlibê hate xistin.

Rêveberê Çavêriya Mafên Mirova Ramî Ebdilrehman diyar kir ku balafire Soxyî ya hêzên rejîmê li gundewarê başûrê Idlibê ket. Ebdilrehman diyar kir ku balafrir ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam ve hatiye xistin. Her wiha diyar kir ku pîlotê belafirê dîl hatiye girtin û niha di destên çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam de ye.

Ev çara yekemîn e ku balafireke şer a rejîmê tê xistin, piştî ku nîsana derbasbûyî şer li herêmê gur bûye``.

Al-Beyan: Artêşa Sûriyê nêzî Xan Şêxûn dibe

Der barê heman mijarê de rojnamey Al-Beyan nivîsî ``Duh hêzên rejîmê ber bi bajarokê Xanşêxûn`ê yê di bin destên opozisyonê de ye, pêş ketin, hêzên rejîmê ji destkeftiyên ku bi alîkariya Rûsyayê pêk anîne sûd wergirtin û dê rê vekin ku herêmên di bin destên opzisyona girêdayî Tirkiyê de bike du parçe, parçeye li bakurê Hemayê li aliyê artêşê ve dorpêçkiriye, aliyê din jî dighêje Tirkiyê.

Hêzên rejîmê 5 gundên rojavayê Xan Şêxûn girtin, piştî ku çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam û komên cîhadî re şerên dijwar qewimîn.

Ajansa SANA ya Sûriyê diyar ku piştî artêşê yekîneyên terorîstên Cebhet El-Nusra tune kirin, ev gund xistin bin kontrola xwe``.

Al-Arab: Xan Şêxûn ji bo Şamê deriyê çêkirina rewşeke nû ya li Idlibê ye

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî ``Hêzên hikûmeta Sûriyê hewl didin ku ber bi bajarokê stratejîk, Xan Şêxûn`ê ve pêş bikevin, ev jî dê ji hêla siyasî û leşkerî de pêngaveke nû be.

Artêş hewl dide ku Xan Şêxûnê vegerîne da ku gundewarên başûrê Idlibê ji gundewarên bakurê Hemayê qut bike, li wan herêman komên çekdar ên Islamî mîna Ceyş El-Îza hene. Artêşa hewl dide herêmê şer parçe bike û kanton, berê jî li Xûta rojhilat û li Helebê jî ev tişt kiribû.

Xan Şêxûn mezintirîn bajarên gundewarên Idlibê yê başûrê e, rêyeke stratejîk li Xan Şêxûn û hin bajarokên nêzîk re derbas dibe, çavdêr dibêjin ku Şam dixwaze vê rêyê têxe bin destên xwe.

Lêkolînerê navenda Umran ya lêkolînen Nawar Olever dibêje ``Hêzên rejîmê û bi piştgiriya Rûsyayê, neku tenê dixwazin vê rêya navdewletî vekin, her wiha ew dixwazin rewşeke nû li ser opozisyonê û Tirkiyê ferz bikin û di hevdîtinên siyasî de bikar bînin``.

Al-Şarq Al-awsat: Hikûmeta Yemenê: Meclisa Demkî xwe paşve neşîne dê diyalog çênebe

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî ``Hikûmet Yemenê ya rewa bi xweşbînê pêşwaziya pêşniyara Sûdiyê ya civînê kir. Lê hikûmetê weke merc xwest ku, herî diyalogê, hêzên Meclisa Demkî ji herêmên ku desteser kirine vekişin``.

Rojnameyê her wiha nivîsî ``Netweyên Yekbûyî piştgiriya pêşniyara Sûdiyê ya hevdîtinan kir, NY`ê bi daxuyeniyekê ji aliyan xwest ku xwe ragirin da ku rewş aram bibe. Di bê nevberê de alîgirên Meclisa Demkî ji bo şahiya ``Milyoniya serkeftinê`` li Edenê kom dibin``.

Al-Arab: Perlemana Lîbyayê dê ji bo welêt nexşeya siyasî amade bike

Rojnameyê nivîsî ``Dê hijmarek mezin ji perlementerên Lîbyayê li Qahîrayê kom bibin, da ku hevdîtinên meha derbasbûyî temam bikin, perlementer awayên derketina ji aloziya heyî dinirixînin``.

Rojnameyê wiha dewam kir ``Tê payin ku di tora nû ya hevdîtina de endamên ``Koma Trablusê`` ku nêzî 30 endaman e beşdar bibin, dê hewl dibin ku aloziya di navbera meclisa serokatiyê û hikûmeta Wifaqê û perlemanê de çareser bikin``.

Al-Şarq Al-awsat: 8 serok û Guterres dê beşdarî lihevhatina Sûdanê bibin

Der barê rewşa li Sûdanê rojnameyê nivîsî ``Tê payîn ku serokên 8 dewletan û sekreterê Netewyên Yekbûyî Antonio Guterres, serokê Yekîtiya Ewropayê û hin serokên Ereb û rojavayî beşdarî merasîma imzekirina hevpeymana di navbera ``hêzên veguherîn û azadiyê`` û Meclisa Leşkerî ya Demkî bibin, di merasîmê de dê danezana siyasî û danezana belgeya danezana makzagonê bêne imzekirin``.

Al-Arab: li Qatarê beregeheke nû ya Tirkiyê: dagirkeriyeke eşkere

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî ``Tirkiyê deshilata xwe ya li Qeterê bikar tine, da ku vê mîrnişîna kendavê ji xwe re dike baregeha pêş ya berjewendiyên Tirkiyê li herêmê. Tirkiyê eşkere aloziya Dewhayê ji bo hebûna xwe leşkerî û istixbaratî bikar tîne, di sala 2014`an de baregeheke leşkerî ava kir, niha jî dê baregeheke nû, mezintir, bi leşerên zêdetir û alavên leşkerî yên mezintir ava bike. Ev tişt dê Qeterê bike mêtingeheke Tirkiyê û dê hevkariya leşkerî veguhêze dagirkeriyeke eşkere``.

(kn)


Mijarên Din