Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Hêzên rejîma Sûriyê û bi desteka Rûsyayê li aliyê bakurê rojavayê Xan Şeyxûn bi pêş de diçe, her wiha çeteyên Tirkiyê ji aliyê rojhilat ve bersiva hêzên rejîmê dan. Di heman demê jî çekên asmanî yên Lîbyayê balafirgeha Zora û odeya operasyonên ku depoya balafirên Tirkiyê yên bêpîlot e, kir armanc.

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser qaşo herêma bêçek, her wiha “herêma ewle” ya li Sûriyê, destekdayîna Tirkiyê ji çekdarên Lîbyayê, aloziya Sûdanê, aloziya keştiyan a di navbera Îran û Brîtanyayê de û hin mijarên din.

El-Beyan: Artêşa Sûriyê li Xan Şeyxûn hêj bi pêş de diçe

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Beyan bal kişand ser rewşa herêma bi navê “bêçek" û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ji rojnameyê re wiha got: "Artêşa Sûriyê rêzegundên bakurê rojavayê Sûriyê yên din bin serweriya komên tundraw de kontrol kirin, di heman demê de li bajarê Xan Şeyxûna stratejîk jî pêşde diçe. Tê zanîn ku mezintirîn bajarokên parêzgeha Idlibê, Xan Şeyxûn e.

Ji beriya hefteyekê ve hêzên Sûriyê bi destekdayîna çekên asmanî yên Rûsyayê, operasyonan li bejahiya başûrê Idlibê ku di bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) de ye, berdewam dike.

Piştî hêzên Sûriyê 5 gundên biçûk kontrol kirin, 3 km dûrî aliyê bakurê rojavayê bajarê Xan Şeyxûn e."

Şerq El-Ewset: Operasyon li nêzî Xan Şeyxûn êrîşan pêk tîne  

Di heman çarçoveyê de rojnameya Şerq El-Ewset ji Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê re got: "Duh opozîsyona komên Sûriyê li eniyên rojhilatê Xan Şeyxûn êrîş pêk anîn û li bajarokê El-Sîk pêşde çû, di heman demê de ji beriya 3 rojan ve hêzên rejîmê roja pêncşemê, piştî ku 5 gundên nêzî xwe kontrol kirin, pêşde çûn û ji aliyê bakurê rojava ve 3 km dûrî Xan Şeyxûna stratejîk in.

Roja pêncşemê jî koman (Heyet Tehrîr El-Şam) bombeyek teqandin û derbeyên bejahî li ser herêmê pêk anîn, di vê derbarê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku koman bajarokê El-Sîk pêşde çûn û di navbera her du aliyan de şerekî dijwar rû dide û balafirên şer û helîkopter tên bikaranîn."

El-Ereb: Hêrêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefan li hebûna Kurdan dixwe

Têkildarî "herêma ewle" rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Roja pêncşemê Tirkiyê kifş kir ku DYA`yê soza, li Bakurê Rojhilatê Sûriyê herêma ewle bi kûrahiya 20 mîlan (30 km) ava bike daye, Kurd vê yekê red dikin û daxwaza ku kûrahiya vê herêmê ne zêdetirî 14 km be, kirin.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja pêncşemê diyar kir ku "serok Donald Trump soza kûrahiya herêma ewleh bi kûrahiya 20 mîlan daye."

Piştî vegera penaberên Sûriyê ku li Tirkiyê diman ku ev jî armanceke sereke ya rejîma Tirkiyê bû û pê re jî du çûkan bi kevirekî bikuje ku ew jî dawî li koçberkirina gelan were, ji ber ku di hilbijartinên  dawîn de bandoreke neyînî lê kir, di heman demê de ya herî girîng guhartina demografiya li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê ye, girîngtirîn herêmên li ser sînorê Sûriyê ku bi piranî Kurd lê dijîn, Tirkiyê hewldana vegera nêzî milyon koçberan dike û wan li wan herêman bi cih bike, dike.

Siyasetmedarên Kurd dibêjin ku rejîma Tirkiyê der barê avakirina herêma ewle de hewldana ferzkirineke nû dike, her wiha bi îdiaya ku gelê Sûriyê gefan li dewleta Tirk dixwin, hewldana tunekirina hebûna kurdî li wê herêmê dike û ev yek bê bingeh e.

Çavdêr dibînin ku der heqê daxuyaniyên Tirkiyê yên têkildarî kûrahiya herêma ewle, ne pêkan e ku gelê Kurd vê yekê bipejirîne, ji ber ev yek ne tenê dawî li hebûna wan di xweseriyê de bi dawî dike, di heman demê de jî gefan li hebûna wan dixwe."

El-Îtîhad: Li balafirgeha Zora odeya sîstema balafirgehên Tirkiyê rûxand

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Îtîhad wiha got: "Di çarçoveya stratejiya ku hêzên çekdar ên Lîbyayê, da ku karînên milîsên çekdar têk bibe, dimeşîne, balafirên artêşa Lîbyayê êrîşên xwe li ser odeya kontrolkirina balafirên Tirkiyê yên bêpolît ên li herêma Rojava dijwartir kirin."

Fermandarê odeya operasyonên li herêma Rojava ya li fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê, Mebrûk El-Xezewî ji rojnameya El-Îtîhad re got, çekên asmanî yên Lîbyayê balafirgeha Zora û odeya sîstemkirina balafirên Tirkiyê yên bêpîlot kir armanc.

El-Ereb: Sûdan di nava metirsiyan de derbasî qonaxeke nû dibe

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Desthilata Sûdanê bergiriyên pêwîst ên şahiya roja şemiyê ya têkildarî îmzekirina siyasî û belgeya destûrê ya di navbera Meclisa Leşkerî û Deklerasyona Hêzên Azadî û Veguhartinê de, da ku tevî metirsiya ji kêliyên dawîn, derbasî serdema siyasî ya nû bibe, bi dawî kir."

Çavkaniyên Sûdanê ji rojnameyê re kifş kir ku: "Komîteya hevbeş a Meclisa Leşkerî û Deklarasyona Hêzên Azadî û Veguhartinê duh gelek civîn der barê lidarxistina şahiya ku tê payîn di saet 1`ê nîvro li Xertûmê were lidarxistin, li dar xistin. Di heman demê de dê hejmareke mezin ji nûnerên dewletên cîran ên erebî û afrîkayî amade bibin, di gel ku nûnerên DYA`yê, Brîtanya, Yekitiya Ewropa û Yekitiya Afrîkayê jî amade bibin."

Çavkaniyên Sûdanê wiha li axaftina xwe zêde kirin: "Meclisa Leşkerî helwesta der barê bijarteya Meclisa Serwer ji 5 endamên xwe re, diyar kir. Navên endamên Meclisa Serwer jî wiha ne; serokê meclisê û generalê yekem Abdulfettah Burhan, endamtiya genarelê yekem Mihemd Hemdan (Himêdîtî), general Şems El-Dîn Kebaşî, general Yasir El-Ata û general Selah Abdulxaliq in."

Çavkaniyên herêmî kifş kir ku "Deklarasyona Hêzên Azadî û Veguhartinê namzetê aborî yê navdewletî Abdullah Hemedok ji serokatiya qonaxa demkî re, hilbijart, her wiha 4 komên di nava koalîsyonê de cihê xwe digirin, ev nav hilbijartin ku ew jî ev in; Kombûna Nîştimanî, Kombûna Yekitî, Hêzên Sivîl û Kombûna Pîşesazan."

Şerq El-Ewset: Ji bo radestkirina nuqteyên leşkerî yên li Adenê liveke Siûdî-Îmaratê heye

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nîvîsand: "Da ku komîteyeke hevbeş were avakirin û serpereştiyê vekişandina leşkerên Meclisa Demkî ya başûrî û Hêzên Ewlehiyê ku ji biryarên hikumeta Yemenê û yekîneyên leşkerî yên hikumeta yasayî ne, duh şandeyeke Siûdî û Îmaratê gihaşt paytexta Yemenê ya demkî Adenê, paşê meclisa bi darê zorê ew kontrol kir û ev gav jî wekî “yasayî” anku derbe dibîne."

Rojnameyê Şerq El-Ewset duh peywendî li gel berdevkê hikumeta Yemenê danî û ragihand: "Hikumeta Yemenê paytexta demkî wekî serhildaneke çekdarî li dijî dibîne û di encamê de zehmet e aliyên fermî erka xwe pêk bînin."

El-Ereb: Hikumeta Iraqê bi Îranê re li hev kir û balafirên Amerîkayê rawestand

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Hikumeta Iraqê bi serkêşiya serok Adil Abdulmehdî  helwesta xwe der barê Îranê ku bi rêveberiya Amerîkayê re rû bi rû bimîne, diyar kir. Helwesta Iraqê jî ev e; "Fermandariya operasyonên hevbeş" têkildarî rawestandina hemû cureyên balafirên li azmanê Iraqê di nav wan de balafirên Amerîkayê, xwedî yek biryar bin.

Çavkaniyên erebî ku geşedanên li Iraqê belge dikin, got forma der barê rawestandina balafirên Amerîkayê li asmanê Iraqê hatiye bikaranîn, nîşana xwesteka spartina rêgirtinên ji lihevkirinên Îranê re ye û di daxuyaniya fermandariya operasyonên hevbeş de hate ragihandin ku forma "Hemû biryarên erêkirinên taybet bi balafirên li asmanî Iraqê werin rawestandin lê navê DYA`yê nehate diyarkirin."

Şerq El-Ewset: Aloziya keştiyên Brîtanya-Îran kêm derbas bû

Têkildarî aloziya keştiyên neftê li herêma Kendavê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Ji ber aloziya keştiyên di navbera Îran û Brîtanyayê de ber bi çareseriyê ve diçe, ji ber vê yekê duh hikumeta bilind li Çiyayê Tarq, keştiya "Girîs 1" ya Îranê piştî ku mehekê hatibû girtin, serbest berda û xwestekên DYA`yê ji hikumeta herêmî li Cebl Tariq paşguh kir û keştiyên Îranê desteser kir."

Rojnameyê diyar kir ku "Cebel Tariq Kironîkêl" hikumeta herêmî piştî garantiyên ji hikumeta Îranê ku barên xwe li Sûriyê vala nake, biryar da.

(eh)


Mijarên Din