Rojeva rojnameyên Erebî yên îro

Rojnameyên Erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê û pêşketina hêzên rejîmê li Idlibê, rewşa li Sûdan û Lîbyayê û baregehên leşkerî yên Tirkiyê li hêrêmê de nivîsîn.

Al-şarq Al-awsat: rejîma Sûriyê û Rûsiya li başûrê Idlibê şer giran kirin

Der bare  mijarê de rojnameyê nivîsî "Balefirên Rûsiyê û Rûsysyê herêmên Idlibê bombebaran dikin, her wiha balefrirên Rûryayê mûşekên giran berdan bajarokê Temanaa, li gorî çavdêriya mafên Mirovan a Sûriyê nêzê 1200 êrêşên asmanî li gundewarên Idlib û Hemayê û Laziqiyê pêk hatine. Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku hêzên rejîm nêzî Xanşêxûnê bûne. Her wiha diyar kir ku hêzên rejîmê hewl didin ku li aliyê rojhilatê Xanşêxûnê pêş bikevin.

Al-arab: Îran der barê "Korîdora Aşîtiyê" de bi fikar e

Der barê mijar "Herêma Ewle" de rojnameyê nivîsî "Îranê roja yekşemê diyar kirk u ew li dijî lihevhatina di navbera Tiriyê û Amerîkayê ya der barê bakur û rojhilatê Sûriyê de ye. Îranê diyar kir ku ev lihevhatin cihê fikaran e. ev cara pêşî ye ku Îran der barê mijarê de helwesta xwe diyar dike".

Çavdêr dibêjin ku Îran ditirse ku bi sedhezaran koçber li rojhilatê Sûriyê bêne bicî kirin, ev jî tê wateya ku tiştên Îranê bi salan ava kirine dê bêne hilweşandin".

Al-Şarq Al-awsat: Sûdan êdî di destê Meclisa Serwer de ye… jinek û xiristyanek jî di nava meclisê de ne

Der barê geşdanên Sûdanê rojnameyê nivîsî "Îro desthilatdariya Sûdanê ji destên Meclisa leşkerî dikeve destên Meclisa serwer ku 11 kesan pêk tê, ew meclis dê bibe desthilata bilind a welêt, li gorî belgeya makzagonê ya ku berî du rojan hate imzekirin. Li gorî belgeyê Meclisa leşkerî dê bête betal kirin".

Cara yekemîn e ku li Sûdanê dê jinek cihê di nava desthilatê de bigire, her wiha kesayetekî xiristyan jî heye, ji xwe ev daxawzên tevgera civakî bû ku dixwestin nûberiya hemû pêkhateyên civaka Sûdanê di nava desthilatdariyê de hebin.

Li gorî belgeya makzagonê dê Meclisa wezîran ji 20 kesan pêk bê, li gorî Sistema Perlemanê gevbigere, dê di nava sê mehan de meclisa zagonsaz bête ava kirin û di sala 2022`an de pêvajoya demkî bi dawî dibe û hilbijartin têne çêkirin".

Al-arab: piştî hemleya Tirkiyê li dijî Riyad êdî baweriya Tkriyê bi Sûdiyan bayê

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî "Balyozxaneya Sûdiyê ya Istanbolê, roja yekşemê ji welatiyên xwe yên li Tirkiyê xwest ku agahdar û hişyar bin, piştî ku du welatî rastî êrîşeke çadarî hatin û yek ji wan birîndar bû. Zêdebûna bûyer û êrîşên li dijî welatiyên Siûriyê yên li Tirkiyê, êdî mijar ne weke mijareke ewlehiyê tê nirxandin. ev mijar êdî girêdayî êrîşên ku

Desthilata Tirkiyê û ragihahdina nêzî Partiya geşkirin û Adaletê AKP`ê û hin endamên Ixwan Almuslimîn yên ku welatên xwe reviyane Tirkiyê, li dijî Siûdiyê pêk tê, bi taybet piştî kuştina rojnamevanê Siûdiyê Cemal Xaşikcî yên ku li balyozxaneya welatê xwe ya Istanbolê hate kuştin.

Ev êrîşên reşkirina di nava raya giştî ya Tirkiyê de helwesteke dijminane li dijî Siûdiyê û welatiyên wê çêkir, carna jî zêde bû û gihişt asta metirsiyê li ser jiyana welatiyên Siûdiyê yên li Tirkiyê.

Bandora bûyera kuştina Xaşikcî êdî asta siyasî û diplomasî derbas kir û gihişte warê aboriyê, hijmara turistên Siûdiyê yên diçin Siûdiyê kêm dibe, bi taybet ku li Siûdiyê hin bang tên kirin ku êdî neçin seryrangehên Tirkyê".

Al-bayan: artêşa Lîbyayê baregeheke Tirkiyê li Misratayê hiweşand

Der barê destwerdanên Tirkiyê bo Lîbyayê rojnameya Al-bayan nivîsî "Artêşa Lîbyayê rêze çalakiyên leşkerî ên veşdartî li hin bajarên Lîbyayê pêk anîn. Odeya ragihandinê ya çalakiyê "Alkerama" ragihand ku hêzên asmanî êrîşeke asmanî pêk anî û projeyeke avakirina baregeha Tkriyê li derdora fakulteya hêzên asmanî yan li bajarê Mistata yê hilweşand, her wiha hin baregehên milîsan yên Boreşadê û derdora Giryan`ê li başûrê Trablusê ruxandin.

Artêşa Lîbyayê ragihadn ku rêxistina DAIŞ`ê ya terrorist li kêleka milîsên hikûmeta Wifaq`ê li bajarê Mezreq`ê bicî dibin.. û odeya ragihandinê bi daxyaniyekê diyar kir ku avakirina baregehên dewletên biyanî yên mîna tirkiyê ixaneteke mezin li dijî serxwebûna welat, artêş jî dê rê nede vê tiştê".

Fermandariya giştî ya artêşa netewî a Lîbyayê diyar kir ku ew naxwazin li dijî saziyên Misrata êrîşan pê bînin, lê ji ber ku hewldanên rizgarkirina Trablusê asteng kirin, lewma ew weke armancên rewa yên hêzên asmanî têne dîtin.

Hêzên asmanî yên Lîbyayê 13 êrîşên asmanî li dijî avahiya fakulteya hêzên samanî ya Misratayê pêk anîn".

Al-arab: Tirkiyê dê çi bike ji baregehên li Somal û Qatar`ê û hin dewletên din

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî "Hewldanên Tirkiyê yên mezinkirina hebûna xwe ya leşkerî ya li gelek dewletên herêmê, nîşan dide ku tirkiyê dixwaze Mîrnişîna kendavê bike baregeheke berjewendiyên Tirkiyê, li vê herêma girîng û stratejîm, her wiha nîşan dide ku Tirkiyê sûdê ji pirsgirên Dewhayê werbigre û hebûna xwe ya leşkerî û istixbaratî li wê derê biçesipîne.

BBC`ê der barê baregehên leşkerî yên Tirkiyê li derveyî welêt lêkoîneke amade kir. Beriya çenda salan, ji bilî bakur Qibrisê ti baregehên Tirkiyê li derveyî axa Tirkiyê tune bûn, ev tişt der barê niyetên Tirkiyên de gumanan çê dikin, ku hewl dide rewşê li herêmê hîn bêtir aloz bike û têkiliyên navdewletî jî xirab bike.

Baregehên leşkerî yên Tirkiyê li Somal, Qatar û Qibrisê hene, her wiha hewl dida ku li girava Siwakên a Sûdanê jî baregehê ava bikwe, lê hilweşandina rejîma Albeşîr ev proje rawestand. Her wiha bi awayekî veşartî Tirkiyê piştgiriyê dide Lîbyayê, dîsa li bakurê Sûriya û Iraqê jî hêzên Leşkerî yên Tirkiyê hene, ji ev hên li dijî hewldanên parçebûnê yên Kuran ye".


Mijarên Din