Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, Yemen, aloziya di navbera Îsraîl û Huzbellah de, rewşa Tirkiyê û hin mijarên din kir.

Şeriq El-Ewset: Amerîka û Rûsya ji bo careke din li Sûriyê rageşî çênebe

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şeriq El-Ewset behsa kordîneya di navbera Rûsya û Amerîkayê de kir û got: “Peywendiyên leşkerî di navbera Amerîka-Rûsya de çêbûn, ji bo teqezî ku rageşî di navbera  her du artêşan li Sûriyê de çênebe, ev yek jî piştî ku di navbera her duyan de li ser hedefgirtina Washington ji fermandarên girêdayî rêxistina El-Qaîde li bejahiya Idlibê  de, nakokî derket, pêk hat.

Wezareta Parastinê ya Rûsya duh got, Serokerkanê Giştî Valery Gerasimov bi hempîşeyê xwe yê Amerîkî re Joseph Dunford li ser telefonê bi hev re axivine û bal kişandine ser rewşa li Sûriyê, mekanîzmeya kordîneya da ku qez di çarçoveya operasyonên herdu aliyan di têkoşîna li dijî terorê de, çênebe. Li gorî çavkaniyekî ji Wezareta Parastinê diyar kiriye, ev peywendî îşaret pê dike ku piştî derbeya Amerîkayê li ser Idibê, careke din têkiliyên leşkerî vegerin da ku rageşî di navbera herdu aliyan de çênebe.

El-Ereb: Lihevhatinên Rûsya û Tirkiyê projeya herêma ewle ya Rojhilatê Sûriyê asteng dike

Rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Aliyên siyasî dibêjin ku di navbera pêşketinên ku li Bakur Rojhilatê Sûriyê der barê herêma ewle an jî “korîdora aşitî” wekî ku Tirkiyê dibêje û rewşa li parêzgeha Idlibê ya bakur rojavayê welat, têkiliyeke heye.

Li gorî aliyên siyasî, DYA`yê der barê pêkanîna hevpeyaman bi Tirkiyê re ku meha borî li ser hev kirin, asteng dike, ji ber ku  hin îşaret hene ku di navbera Enqere û Mosko de hevpeyman heye ku parêzgeha Idlibê û derdora wê radestî hikumeta Sûriyê bikin, di heman demê de, rêya Şam-Heleb(M5) û Heleb-Laziqiyê (M4) careke din werin vejînkirin. Ev her du rê wekî du damarên sereke yên aboriya Sûriyê ne.

Bi ragihandina Mosko agirbesteke demkî di hefteya borî de li herêma bê çek a Idlibê ku ev yek jî piştî serdana serokkomarê Tirkiyê Erdogan li Rûsya pêk hat, DYA`yê êrîşî bargeheên endamên rêxistina Huras El-Dîn li herêmê kir. Mosko yekser ev yek rexne kir û got armanc jê têkbirina agirbestê ye.

Şeriq El-Ewset: Beriya ku Îran helwestên xwe dijwar bike, Amarîka ceza feriz kir

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Duh DYA`yê cezayên nû li dijî Îranê feriz kirin, ev yek jî beriya ku Tehran karê xwe yê Nûkleerî zêde bike, pêk hat.”

Cezayên ku Xezîneya Amerîkayê feriz kirin, li ser toreya gihandian petrola Îranê ye ku tore di bin serweriya Heris El-Swerî û şaxê wî yê derve Feyleq El-Qudis de ne.

Şeriq El-Ewset: Riyad ji bo diyaloga di navbera aliyên Yemenê de tevdigere

Der barê rewşa li Yemê rojnameyê got: “Li aliyekî hewldanên Erebistana Siûdî yên ji despêkirina diyaloga di navbera hikûmeta Yemenê û Meclisa Demkî de, li paytext Cedayê dewam dikin. Li aliyên din berdevkê Meclisa Demkî Nizar Heysem ji Şeriq El-Ewsat ragihand ku civîneke ne fermî hatiye lidarxistin, civîn duh bi “aqilmendên`”hikûmeta rewa re hatiye lidarxistin. Hesem diyar kir ku li bendê ne ji bo hevdîtinên bi şandeya hikûmetê re dem bête destnîşankirin.”

El-Ereb: Israîl ji bo fişaran li Lûbnanê bike belgeyên li dijî Huzbellah berhev dike

Der barê mijarê de rojnamyê nivîsî: “çavkaniyên diplomatîk yên rojavayî li Lûbnanê diyar kirin ku daxuyaniyên Israîlê yên der barê dîtina baregeheke çêkirina mûşekan ya Huzbellah li Lûbnanê, hewldaneke ku dîse vê dosyayê veke û raya giştî ya cîhanê razî bike ku Lûbnan ji bo ewlehiya Israîlê mertisîdar e û pêwîste ku mîna her metisiyekê têbe hesibandin û li dijî wê têkoşîn were kirin.”

El-Ereb: Gelo dê Davudoglo li dijî Erdogan defterên terorê veke

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Nakokiyên di navbera serokê Tirkiyê Rece Tayib Erdogan û hevalê wî yên nêzîk Ahmet Davutoğlu de êdî li ser her tişê nediyar vekiriye. Piştî ku AKP`ê biryara xwe da ku ramyarê partiyê û mejiyê aboriya Tirkiyê (ku Erdogan dest daniye ser û ji bo xwe bikar tine), dûr bixe.

Derdorên nêzî AKP`ê guman dikin ku Davutoğlu, ku êdî sebera wî li hember êrîşên li dijî wî û serokên dîrokî yên partiyê, nemaye. Dê rêze daxuyaniyan bide û razên (sir) der barê rola Tirkiyê di piştgiriya terorê de, eşkere bike. Dê bi awayî hewl bide tewanbariyên (bêbextî û xiyanetê) ku Erdogan ew pê tewanber kiribû, ji ser xwe bide alî.”

(kn)


Mijarên Din