Rojeva rojnameyên erebî yên Îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê êrîşa li dijî baregehên Îranê li Sûriyê, ketina nirxê lîreya Sûriyê, aloziya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de û rewşa Yemenê de nivîsîn.

El-Beyan: Di êrîşeke asmanî de 18 milîsên Îranê li Sûriyê hatin kuştin

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Di êrîşeke asmanî de li herêma Bokmal a rojhilatê Sûriyê 18 milîsên nêzî Îranê hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku endamên "Feyleq El-Quds" ên girêdayî Artêşa Pasdaran a Îranê yên Îranê, ji axa Sûriyê "hewldaneke binkeftî" ya bombebarankirina bingehên Îsraîlê pêk anîn. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku êrîşên asmanî li dijî milîsên Îranê û komên nêzî wê li rojhialtê Sûriyê pêk hatin, lê ne diyar e ka ev êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin.”

Şerq El-Awsat: Lîreyê Sûriyê bi awayekî dijwar ket, welatî jî matmayî ne

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Şêniyên Şamê ji ber ketina dijwar a nirxê pereyên Sûriyê matmayî man.

Hefteya derbasbûyî, nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar pir kêm bû, cara yekemîn ku ew qasî kêm dibe, vê yekê welatî tengav kirin, ji ber ku buhayên tiştan jî bilind bûn.

Li sûka reş buhayê  kirîna dolar duh bû 680 lîre, yê firotinê jî 683 lîre. Roja yekşemê jî gihîştibû 691 kirîn û 690 firotin, lê li bankaya navendî ya Sûriyê her wekî xwe mabû (438 firotin- 435 kirîn).

Xebatkarekî veguhastina pereyan dibêje ku xwesteka li ser kirîna dolar zêde bûye. Her wiha da zanîn ku piraniya kesên ku dolaran dikirin, bazirgan in. Xebatkarekî din jî dibêje hin welatî jî hewl didin pereyên xwe yên Sûriyê bikin dolar, ditirsin ku nirxê dolar hê jî bilind bibe û bigihîje 1000 lîreyî.”

El-Ereb: Nameyên Îsraîlê ji bo milîsên Heşdî Şabî

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsand: "Milîsên Iraqê ku baregehên wan duh rastî êrîşa asmanî hatibûn (tê gumankirin ku aliyê Îsraîlê ve ye), bê deng man. Li gorî hin çavkaniyan piraniya kesên hatine kuştin ji endamên Heşdî Şabî ne ku wek parçeyekî hêzên çekdar ên Iraqê têne nasîn.

Çavkaniyan ji El-Ereb re diyar kir ku fermandariya leşkerî ya Iraqê êdî dizane ku qada operasyonên Îsraîlê digihîje welatê wan.”

Şerq El-Awsat: Komîteya jinûve bicihbûnê dê ji bo aramiya li Hudeydayê navendeke operasyonê ya hevbeş ava bike

Der barê rewşa Yemenê de rojnameyê nivîsî: "Komîteya sêalî ya hevbeş a ji nû ve bicihbûnê, ragihand ku ew ê ji bo şopandina agirbestê li Hudeydayê navendeke hevbeş ava bikin.

Piştî şeşemîn civîna hevbeş a endamên komîteyê ku di keştiyeke navdewletî ya nêzî Hudeydayê de hate lidarxistin, komîteyê daxuyaniyek da.

Komîteya ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de dixebite û ji endamên hikumetê û Hûsiyan pêk tê, diyar kir ku wan mekanîzmaya aramiyê çalak kiriye da du agirbesta di civîna berê de hatiye ragihandin, pêk were.”

El-Ereb: Aloziya Hizbullahê ya demografîk bêdengiya wê şîrove dike

Der darê mijarê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Di nava du hefteyên derbasbûyî de, li herêma Rojhilata Navîn, di navbera Hizbullah û Îsraîlê de arîşe çêbû, pir kesan bi fikar ev arîşe dişopandin û ditirsîn ku veguhere şer. Lê hin derdoran jî got her du alî bêhna xwe derdixin.

Xwediyên vê nêrînê sedemên vê yekê, vegerandina hilbijartinên Îsraîlê ku serokê hikûmetê naxwze bersivê bide û niha bikeve şerekî. Her wiha Hizbullah jî naxwaze bê gotin ku ew welat dikişîne nava şerekî wêraniyê bi Îsraîlê re.

Hizbullah ta niha hin bertekên şermok dan, mîna rûxandina dronekê û bilindkirna gef û gotinan. Der barê mijarê de Navenda Bicîn-Alsadat a lêkolînan hin sedemên din nîşan dide û di nava partiyê de kûr dibe.

Navend dibêje ku di nava Hizbullahê de aloziyeke demokgrafîk heye. Amadekarê lêkolînê Hilal Fresch dibêje ku rêjeya zayînê (zarokçêkirin) di nava civaka şîiyan de kêm bûye, bi taybet jî behsa Sûriyê û Lubnanê dike ku cemawerê Hizbullah ji wir e.

Fresch dibêje "Civaka şîiyan jixwe biçûk e (di navbera milyonek û milyonek nîvan de ye), her wiha rêjeya zayinan li nava dewleteke mîna Îranê de kêm bûye ku ew dewleta herî mezin a piraniya wê şîî ne.

Di salên 80`yî de di civaka şîî de her jineke ku di temenê zayînê de ye, 5 yan 6 zarok dianîn, niha ev rêje bûye 2,05. Fresch dibêje ku êdî malbat (ku 2 zarokên wan hene) dê bi hêsanî zarokên xwe bi rê nekin leşkeriyê.

Şerq El-Awsat: Aloziya Brexitê serokê perlemanê daxist

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Îro sibehê ta roja 14`ê Cotmehê xebatên perlemana Brîtanyayê hatin rawestandin, piştî ku serokê meclisê diyar kir ku ew ê di nava çend hefteyan de karê xwe berde, piştî ku ji aliyên alîgirên Brexitê ve hate rexnekirin ku dibêjin wî jî zagonên perlemanê binpê kirine.”


Mijarên Din