Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de yên li Idlibê, civîna aliyên garantor, têkiliyên hilberîna elektrîkê di navbera Amerîka û Misrê de û arîşeya li Kendavê nivîsîn.

Şerq El-Awsat: "Civîna hêzên garantor" û nakokiyên Tirkiyê û Rûsyayê

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Îro li Enqereyê civîna serokên dewletên garantorên lihevhatinê Soçiyê (Tirkiye, Rûsya û Îran) tê lidardarxistin, ji bo nirxandina dosyaya Sûriyê, mijara “herêma bêçek" û êrîşên hêzên rejîmê yên li dijî herêmê.

Çavkaniyên dîplomatîk diyar kir ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê der barê rêxistinên tundraw ên li Idlibê de, bi taybet jî Heyet Tehrîr El-Şam de tu helwestên nerm nîşan nede, her wiha ew amade ye ku van komên terorîst ku alîgirên Tirkiyê ne, wek "komên nerm" têne binavkirin, belav bike.”

Hevpeymana navdewletî; der barê “herêma ewle” ya bakurê Sûriyê de pêşketinên mezin pêk hatine

Heman rojnameyê der barê mekanîzmaya parastina sînor de wiha nivîsî: "Hêzên hevpeymana nevdewletî bi serkêşiya Waşingtonê ragihand ku "pêşketineke baş" çêbûye der barê avakirina herêma ewle ya li bakurê Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê de.

Di şerên li dijî rêxistina DAIŞ`ê li Sûriyê, Yekîneyên Parstina Gel ên Kurd serkêşiya Hêzên Sûriya Demokratîk kirin ku Washington piştgiriya wan dike, lê Enqereyê şervanên Kurd wek "terorîst" bi nav dike.

Duh yekşemê, şandeyeke hevpeymanê serdana Meclisa Leşkerî ya Girê Spî (bakurê Sûriyê) kir ku hêzên "kurdî" meha derbasbûyî xwe ji wir vekişand. Hevpeymanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ku ji aliyê AFP’ê hate weşadin, got "Di pêngava yekemîn a mekanîzmayên ewlehiyê de pêşketinên mezin pêk tên.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên hevpaymanê û Hêzên Sûriya Demokratîk, dewriyeyên hevbeş gerandin û çeperên ku hatine rakirin şopandin, da ku fikarên Tirkiyê nehêle.” Her wiha got "Hêzên Amerîkayê û Tirkiyê 4 caran balafir li herêmê firandin.”

Ta niha der barê herêma ewle û mekanîzmaya wê de tu agahiyên berfireh nehatine weşandin, tevî ku Enqere dibêje ku dê li herêmê xalên çavdêriyê û dewriyeyên hevbeş hebin.”

El-Ereb: Amerîka dixwaze ji Qahîreyê dijberiya Tirkiye û Rûsyayê bike

Der barê rikeberiya li ser enerjiyê de rojnameyê nivîsî: "Hevdîtinên pêşîn ên diyaloga der barê eneriya stratejîk, di navbera Amerîka û Misrê de ku vê dawiyê li Qahîreyê dest pê kirin, hin aliyan niyetên Amerîkayê eşkere kirin, Amerîka hewl dide li herêma rojhilatê Deryaya Spî bibe aktorê sereke, ne tenê di mijara gaz û petrolê de, her wiha di mijara enerjiya nukleer de jî."

Cîgirê wezîrê enerjiyê yê Amerîkayê Dan Broylet ji El-Ereb re diyar kir ku Amerîka amade ye di mijara hilberîna elektrîka ji enerjiya nukleer de alîkariya Misrê bike, her wiha da zanîn ku dibe ew sîstemên nifşê duyemîn yên pêşketî jî bide Misrê.

Amerîka li ser hevdîtinên der barê enerjiyê de hewl dide vî sektorê stratejîk ê hibirînê têxe destên xwe û li ji ajandeyê xwe yên siyasî bi kar bîne, her wiha dê hilberîna elektrîkê derfetê bide ku desthilatdariya Rûsyayê li herêma rojhilatê Deryaya Spî têk bibe, di mijara gazê û ya enerjiya nukleer de jî.”

Şerq El-Awsat: Siûdî êrîşa li ser Aramcoyê derbas dike… Amerîka jî ji bo tevgerê amade ye

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Erebistana Siûdî duh êrîşa li dijî 2 kargehên petrolê yên Aramcoyê derbas kirin, Aramco planên awarte çalak kirin û ji bo aloziyê kêm bike petrola depokirî bi kar anî.”

Qral Selman Bîn Abdilezîz, di hevpeyvîneke telefonê de bi mîrê Kuweytê Sabah El-Ahmad El-Cabir El-Sabah re, êrîşa li dijî Aramcoyê şermezar kir û da zanîn ku Erebistan dikare li hember êrîşên terorê raweste û encamên wê beralî bike.

Amerîkayê jî diyar kir ku ji bo tevgerê amade ye, şêwirmenda Koşka Spî Kellyanne Conway duh diyar kir u Amerîka amade ye petrola stratejîk a depokirî bikişîne. Conway di hevîtineke bi Foxnews`ê re got Amerîka amade ye ku li dijî her êrîşeke Îranê ya li dijî Siûdiyê tev bigere.

El-Ereb: Destwerdaneke asmanî rewşa bi fikar a Kuweytê diyar dike

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Firîna droneke nediyar li asmanê koşka mîrê Kuweytê, welat xiste nava seferberiyeke ewlehî û siyasî, bûyer weke binpêkirineke ewlehî ya metrsîdar hate dîtin, ji ber ku li herêmê gengeşî heye û mîrê welêt ji bo tenduristiyê li derveyî welêt bû.”

Wezîrê dewletê yê kar û barên meclisa wezîran û cîgirê wezîrê karên hundir Anas El-Salih, yekşemê got, karmendê ewlehiyê der barê firîna droneyekê li asmanê welêt, dest bi lêpirsînên pêwîst kirin.

Rojnameya Alray ya Kuweytê di hijmara yekşemê de nivîsî ku roja Şemiyê dronek kete asmanê Kwêtê û li ser koşka mîr re firiya û nêzî 250 mitran nizim bû.

Şerq El-Awsat: Hilbijartinên serokatiyê yên Tunisê di navbera zagonnas û girtiyekî de ye

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Tunisiyan di hilbijratinên serokatiyê yên duh de du namzetên ji derveyî partiyê sereke hilbijartin û ew birin tura dawî ku tê payin di nîvê meha bê de bête lidarxisitin. Mamosteyê zagonê Qeys Saad û karsaz Nebîl El-Qurewî ku bi tewana paqijkirina pereyan de girtî bû, ragihandin ku wan ji nava 26 namzetan piraniya dengan standin.


Mijarên Din