Rojeva rojnameyên yên îro

Rojnameyên erebî yên vê sibê behsa rewşa Sûriyê, werşeya Mename yê têkildarî pilana aşitî ya di navbera Filistin û Îsraîlê de, Tirkiyê, Yemen, Sûdan û aloziya di navbera Amerîka û Îranê kir.

El-Heyat: Pedersen serdana Şamê dike da ku amadekariyên dawî ji bo komîteya destûr bike

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Heyat got: “Nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen' wê serdana Şamê bike û bi rayedarên ji rejîma Sûriyê re hevdîtinan bike.

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergei Verchchinin ji ajansa Tas a Rûsî re roja çarşemê axivî û da zanîn ku wê Pedersen di demeke nêz de serdana Şamê bike da ku amadekariyên dawî ji bo lîsteyên komîteya destûr a Sûriyê bike.

Verchchinin bi berdewamî got: “Danûstandinên bi nûnerê navneteweyî ve bidomdarî dewam dike. Em dizanin ku Pedersen pilan dike ku biçe Şamê. Ev serdan gelekî giring e ji ber ku wê amadekariyên dawî ji bo lîsteyan bike.”

Şeriq El-Ewset: Rûsya ji hevkirinên giring ên di civîna ewlehî ya sêalî der barê Sûriyê de, rihet e

Rojnameya Şeriq El-Ewset der barê civîna sêalî ya di navbera Rûsya, Amerîka û Îsraîlê de, got: “Kremlin rihetiya xwe ji encamên danûstandinên ku li El-Qudisa El-Xerbî (Serkertêrê Meclisa Ewlehî ya Neteweyî yê Rûsî Nikolai Batrochev bi hempîşeyê xwe yê Amerîkî  John Bolton û yê Îsraîlî Meir Ben Shabat) pêk anîne, veneşart. 

Di heman demê de, Berdevkê Kremlin Dmitry Peskov bê ku dateyên wê zelal bike, ragihand ku ew gihîştine hevpeymanên giring”

El-Qudis El-Erebî: Li Helebê efserên ewlehiyê têne girtin…10 sivîl jî di nav de du hemşîre ji ber bombebarana Rûsya hatin kuştin

Rojnameya El-Qudis El-Erebî behsa rewşa meydanî ya li Sûriyê kir û got: “Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, 10 sivîl di nav de 2 hemşîre di encama êrîşên balafirên Rûsya û Sûriyê li ser bakur rojavayî Sûriyê de hatin kuştin. Di heman demê de, Cîgirê Sekertêrê Giştî yê NY`yê ya Karûbarên Mirovahî Mark Lowcock, ji endamên Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî re rewşa mirovahî li Sûriyê, nexasim Idlibê şirove kir û bang li wan kir ku bikevin nava tevgerê da ku şer rawestînin û sivîlan biparêzin.”

Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyên taybet ji El-Qudis El-Erebî re da zanîn ku hêzên rejîmê beriya niha bi du hefteyan 6 esferên ji şaxê Polîsên Leşkerî li Helebê binçav kirin, di heman demê de 25 endamên li wir jî binçav kirin, ew jî bi hinceta ciwanên ku divê leşkertiya neçar li ser wan vedişêrin, paşguhkirina fermanên rêveberiya giştî û hwd.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb li ser zimanê Serokê Iraqê Berhem Salih roja çarşemê got, welatê wî naxwaze beşdarî şerekî nû li Rojhilata Navîn bibe û êşên ji ber aloziya di navbera Îran û DYA`yê de, bikişîne.

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Piştî ku Deklerasyona Azadî û Guhartinê di 30`yê vê mehê de, ragihand ku ew ê meşeke milyonî lidar bixe, Serokê siyasî û olî yê Sûdanê Sadiq El-Mihdî da zanîn ku ew şerekî nû di navbera aliyên Sûdanê de red dike.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya El-Heyat got: “Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku şerê ku welatê wî bi Îranê re dike, zêde dirêj nake. Li aliyekî din ve jî, Mûrişdê Îranê Elî Xaminî anî ziman ku welatê wî li hemberî cezayên ku Washinton feriz dike, gav paş de navêje.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya El-Ereb got: “Piştî derbasbûna 6  mehan li ser mohrkirina hevpeymana Siwêd ku nîşaneyên têkçûna wê êdî diyar dibin û dibe ku dîsa biryara leşkerî bikeve  rojevê, Cîgirê Serokwezîrê û Wezîrê Karê Derve yê berê yê Yemen û Şêwirmendê Serokê Yemenê Ebdmalik El-Mexalifî pêşdîtinên xwe der barê şer û aşitî li Yemenê anîn ziman.”

Filistin

Têkildarî rewşa Filistinê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Şêwirmendê Serokê Amerîka û zavayê wî Carid Koşnîr anî ziman ku werşeya Menamê serkeftineke mezin bidest xist û hemû kesên hazir dibînin ku guhartina aborî li Dufa El-Xerbiyê û Xezayê êdî pêkan e, lê girêdayî istiqrar siyasî ye.”

Tirkiyê

Têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya El-Heyat got: “Li gorî raporên nû, kesên Tirk ku dixwazin biçin Ewropayê ji ber siyasetên rejîma Tirkiyê li dijî oposizyonê, gel, hunemend û nivîskaran, zêde bûne. Bi vê yekê jî, Almaniya ji dewletên herî zêde ku kesên ji dojeha Enqerayê dirivin, pêşwaz dike.”

(kc)


Mijarên Din