Rojeve rojnameyên erebî – 15 Tebaxê

Rojnameyên erebî îro behsa rewşa Idlib, aloziya Lubnanê û lihevkirina Îmarat-Îsraîlê kir.

EL-BEYAN: ÊRIŞÊN TERORÎST LI IDLIBÊ DEWRIYEYÊN HEVBEŞ RAWESTANDIN

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyand ku Rûsya û dewleta Tirkiyê bi sedema êrişên zêde yên terorîstan li herêmê dewriyeyên hevbeş li ser rêya M4 ya ya li herêma Idlibê ya li bakur û rojavayê Sûriyê rawestandin."

Piştî peymana agirbestê û şerê di navbera Enqere û Moskovê de ku di encamê de nêzî milyonek kes koçber bû, Rûsya û Tirkiyê dewriyeyên hevbeş bi rê ve dibirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova got êrişên dawîn ên tundrawan bû sedema rawestandina dewriyeyan.

Her wiha Maria Zakharova di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku terorîstan êrişên li dijî hêzên hikumeta Sûriyê û herêmên ku tê de şênî hene zêde kirine, li ser seranserî rêya M4 ku korîdora ewlehiyê heye şantajan dikin, bi wê re dewriyeyên hevbeş hatin rawestandin.

ŞERQ EL-EWSET: LIHEVIRINA AMERÎKÎ-FRANSÎ DER BARÊ HIKUMETA LUBNANÊ YA BÊ DE

Girêdayî Lubnanê Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Her du helwestên Amerîka û Fransayê li ser avakirina hikumeta Lubnanê ya bê li hev hatin, her wiha Kongresa Amerîkayê bang li Hizbullah kir ku destê xwe nexe mijarê."

EL-EREB: PEYMANA ÎMARATÎ Û ÎSRAÎLÊ LI SER ASTA CÎHANÎ HATE SPASÎKIRIN

Der barê peymana îmaratî-îsraîlî de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Piranî dewletên cîhanê peyama îsraîlî-îmaratî ya bi hevkariya DYA’yê pîroz kir. Di heman de jî helwestên Seltenet Uman, Behreyn û Misirê piştevaniya biryara Îmaratê kir."

(fr)


Mijarên Din