Rojevên çapemeniya erebî ya îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijara şerê li herêmên bêçek, aloziyên Sûdan û Cezayîrê, doza Filistînê û gelek mijarên din kir.

Rojnameyên erebî yên îro behsa şerê li Bakur û Rojavayê Sûriyê, aloziya Sûdan, Cezayîr, doza Filistînê, cezayên Amarîkayê yên li ser Îranê, kirîna Tirkiyê ya S-400’an ji Rûsyayê û gelek mijarin din kir.

El-Quds El-Erebî: Di şerê hêzên rejîma Sûriyê û opozîsyonê li nêzî Idlibê de 101 kes hatin kuştin

Rojnameya El-Quds El-Erebî behsa şerê li “herêmên bêçek" kir û wiha nivîsand:"Di dijwartirîn şerê di navbera opozîsyona Sûriyê û rêjîmê de ku destekê ji hêzên Rûsyayê digre, 101 şervan di nava 24 saetên derbasbûyî de hatin kutin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê roja înê diyar kir ku ji wan ên ku li di şerê li nêzî parêzgeha Idlib a bakurê rojavayê Sûriyê de bûn."

El-Şerq El-Ewset: Di navbera hevalbendên Rûsya û Tirkiyê de “şerê kambax”

Rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh "şerê kambax" li bakurê Hemayê di navbera hêzên rejîmê ku destekê ji Rûsyayê digirin û fesîleyên ku Tirkiye alîkariyê dide wan ku piştî yek ji nuqteyan ji aliyê Ensar Şam ve hat topbarankirin, nuqteyên xwe xurt kir, derket."

Fermandarekî leşkerî ji El-Cebehe El-Weteniye ku destekê ji Enqereyê digire ku fesîleyan pêngava yekemîn ji şer li eniyên bejahiya Hemayê bi dawî kir û xeta parastinê ya dawî ji ser bajarokê Kernaz şikand, her wiha Til Milih, bajarokê Kefer Hûd, Cebîn û hejmareke ji nuqteyên leşkerî li bejahiya bakurê Hemayê xistin bin serweriya  xwe. Her wiha gelek zirar gihand hêzên rejîmê. 50 leşker hatin kuştin û ji wan 27 di encama 2 êrîşên xwekuj de li derdora bajarokê Kernaz û derdora gundê Celeme yê bejahiya Hemayê."

Çalakvanan wêneyên balafireke şer belav kir û got ku ew bi moşekeke endamên Heyet Tehrîr El-Şam hatiye xistin. Ev cara yekemîn e ku balafirek girêdayî hêzên hikumetê tê xistin.

El-Ereb: Rûsyayê li Idlibê Tirkiyê dorpêç dike û Îran xelekeke herî zeîf e

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Idlibê de wiha nivîsand:"Di hefteyên derbasbûyî de li parêzgeha Idlibê baregeha dawîn a di bin serweriya endamên opozîsyonyona çekdar li Sûriyê,  şerê herî xirab derket. Moskov û Şam piştî ku komeke opozîsyona çekdar a girêdayî rêxistina El-Qaîde piraniya parêzgehê di bin serweriya wan de ye "Heyet Tehrîr El-Şam" bi awayekî hişk ket nava liv û tevgerê û jiyana bi sedan sivîlan  xist nava xetereyê."

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Ereb wiha got: "Çavkaniyên di hikumeta Yemenê de ji El-Ereb re teqez kir ku hewldanên NY`yê ji bo qanîkirina hikumetê ku bi nûnerê navneteweyî li Yemenê Martin Griffiths re dikevin dan û standinan, didome, di demekê de ku serok Ebdilrebehû Mensûr Hadî naxwaze hevkariyê pêra bike û pêşwaziya wî di serdana herî dawî li Riyadê de bike.”

Filistîn

Têkildarî rewşa Filistînê rojnameya El-Quds El-Erebî wiha nivîsand: "Tevî etmosfêra cejnê, şerê di navbera ciwanênFilistînê û leşkerên dagirker li zêdetirî nuqteyekê li Defa El-Xerbiyê dewam kir, her wiha bi deh hezaran ji filistîniyên ji Qudsê û Defa û 48 herêman bi hebûna ewlehiya dagirker li bajarê Qudsa dagirkirî re ketin pêşbirkê û berê xwe da El-Eqsa û nimêja roja înê piştî cejnê lê kir.”

Îran – DYA

Der barê nakokiya têkiliyên di navbera Îran û DYA’yê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "DYA`ê roja înê ceza li ser mezintirîn koma Îranê ya petro-kîmyayê û dehan ji şaxên wê ji ber girêdana wê bi Atêşa Muhafizên Şoreşê ferz kir.

Tirkiye

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Pentagonê heta dawiya meha Tîrmehê dem da da ku ji kirîna sîstema fuzeyên S-400 a Rûsî vekişe.

Sekretera kirîn û firotinê ya Wezareta Parastinê ya DYA’yê Ellen Lord daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Eger heta 31’ê Tîrmehê dewleta Tirk dev ji kirîna sîstema S-400 bernede, di rewşa heyî de wê pîlotên Tirk ên perwerdeya F-35’an dibînin, dersînor bikin û ji bo hilberandina F-35’an peymanên li gel kargehên Tirk jî betal bikin.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Ereb wiha got: "Serokwezîrê Etiyopyayê Abî Ehmed El-Cuma bang kir ku guhertineke demokratîk li Sûdanê çêbe, ew yek bi rêya hevdîtina xwe bi aliyên aloziya Sûdanê re bi daxuyaniyekê wiha got: "Divê artêş, gel û hêzên siyasî bi wêrekî û berpirsyarî bi gavên lez ber bi dema guhertina demokratîk li welêt biçin."

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Tevî dorpêça giran, gelek xwepêşandêr derketin kolanên paytexta Cezayîr û bajarên mezin li welêt û israra xwe ji bo derxistina serokê dewletê Ebdilqadir Bin Salih dubare kir. Salih ku şevê din banga diyalogê li partiyan kir û israr dike ku plana fermandariya artêşê pêk were, ew yek jî birêxistinkirina serokatiyê di bin serweriya berpirsan ye.”

Tunis

Têkildarî rewşa Tunisê rojnameya El-Ereb wiha got: "Serokê Tunisê El-Bacî Qayîd El-Sebsî ji bo ragihandina însiyatîfa siyasî amade ye, bi wê yekê hewl dide careke din rewşa siyasî li welêt tekûz bike.”

(bx-jo)

 


Mijarên Din