Rojevên çapemeniya erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa li Sûriyê, civîna Viyana ya têkildarî arîşeya nukleer a Îranê, dosyaya koçberên Sûriyê li Tirkiyê, geşedanên li Sûdan, Lîbya û Yemenê de nivîsîn.

El-Ereb: Hêzên Sûriye û Rûsyayê çekdarên Idlibê westandin

Der barê rewşa li Idlibê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Hêzên Sûriyê bi hevkariya Rûsyayê şerekî dijwar li dijî cîhadîstan û komên çekdar li Idliba rojavayê Sûriyê dike. Piştî ku hêzên wê yên bejahî nekarîn meha Gulanê xetên parastinê yên komên çekdar bişikînin, êdî bi hêza esmanî êrîş dike.

Komên çekdar pişta xwe didin piştgiriya Tirkiyê, lê çavdêr dibêjin ku dê pir li ber xwe nedin, bi taybet li hember hêza asmanî ya rejîmê û Rûsyayê. Çavdêr dibêjin ku komên çekdar dibe ku êrîşî başûr bikin da ku êrîşên li ser Idlibê sivik bikin, lê ev jî têrê nake.”

Şerq El-Ewsat: Li Siwêdayê rewş aloz e û rewşa ewlehiyê tevlihev e

Rojnameya Şerq El-Ewsat: “Li parêzgeha Siwêdayê rewşa ewlehiyê tevlihev e, li aliyekî welatiyên sivîl têne revandin, li aliyê din çend leşkerên Sûriyê di teqîneke li gundê Terbayê de birîndar bûn, welatî dibêjin ku mayin nû hatibû danîn, ji ber hêzên ewlehiyê beriya 4 mehan herêm ji mayinan paqij kiribû.”

El-Beyan: Tirkiye sûriyan derdike

Rojnameya El-Beyan der barê polîtîkayên dewleta Tirk ên der barê koçber û penaberên sûrî yên li Tirkiyê de nivîsî: “Tirkiye li dijî Sûriyên koçber hemleya derxistina ji Tirkiyê dest pê kiriye, ev yek bû cihê nerazîbûna bi milyonan welatiyên Sûriyê ku ji ber şer koçber bûne û xwe li Tirkiyê girtine. Hemleya derkirinê ne tenê li dijî sûriyan e, lê hemû kesên ku belgeyên mayîna li Tirkiyê bi wan re tune be, tên derkirin. Bi sedan sûrî hatin derxistin û birêkirina herêmên şer ên bakurê Sûriyê bêyî ku rewşa wan a mirovî û zagonî berçav bê girtin.

Vê rewşê bandor li koalîsyona Sûriyê kir, gelek çalakvanan koalîsyon rexne kir ku ew li hember kiryarên Tirkiyê bê deng man. Li gorî wan koalîsyon nikare bandorê li biryara dadgeha Tirkiyê bike yan jî êş û azara bi milyonan koçberan bigihîne aliyên têkildar. Çalakvanan got koalîsyon li gorî berjewendiyên xwe, ne li gorî yên koçberan tev geriya.”

El-Ereb: Hikumeta Terablusê ji bo rawestandina şer mercên nepêkan nîşan dide

Rojnameyê nivîsî: “Serokê hikumeta El-Wîfaq Fayiz El-Serac ji bo diyalogê derfeteke din neda artêşê, piştî ku wî gelek herêmên li derdora Terablusê xistin destê xwe û êdî nêzî dilê paytextê bûye. Hikumetê ji bo agirbestê hin mercên nepêkan nîşan dan, ev dide nîşandan ku xwesteka rawestandina şer li Lîbyayê tune ye.”

Şerq El-Ewsat: Civîna Viyanayê nekarî arîşeya nukleerê ya Îranê kêm bike

Rojnameyê der barê mijarê de got: “Civîna ku duh aliyên hevpeymana nukleer a Îranê li Viyanayê li dar xist, ji bo kêmkirina arîşeyê negihîşt tu encaman, berpirsê bilind ê hevdîtinan li Îranê Ebas Iraqcî got hevdîtin baş bûn, lê diyar kir ku eger Ewropa hevpeymanê neparêze, welatî wî dê xwe ji hevpeymanê vekêşe.”

El-Ereb: Erdogan dosyaya koçberên Sûriyê li dijî Îmamoglu bi kar tîne

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: “Partiya Adalet û Pêşveçûnê ya Tirkiyê (AKP) nîşan dide ku kiryarên der barê koçberan girêdayî hilbijartina Ekrem Îmamoglu ya ji bo serokatiya Şaredariya Stenbolê ye.

Di mijara koçberan de giraniyê didin Stenbolê, tevî ku li hemû bajarên Tirkiyê koçber hene. Ew hewl didin fişarê li şaredar bikin û bibêjin ku ev biryar ya wî ye, lê biryar bi xwe bi erêkirina şaredar û wezîrê karên hundir hatiye dayîn.”

Çavkaniyên siyasî dibêjin ku serokê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan bi vê yekê hewl dide navê Îmamoglu reş bike, lewma mijara koçberan bi Stenbolê ve girê dide.”

Sûdan

Der barê rewşa li Sûdanê de Şerq El-Ewsat nivîsî: “Serokê Komîteya Siyasî û endamê Meclisa Leşkerî ya Sûdanê Şemsedîn Elkibaşî diyar kir ku wan ji bo agirbestê bi komên çekdar re li hev kiriye, her wiha di mijara berdana girtiyên siyasî û vekirina rêya gihaştina alîkariyên mirovî de jî li hev kirine.”

Urdun

Rojnameya El-Ereb der heqê Urdunê de wiha nivîsand: “Şêwirmendê serokê Amerîkayê Jared Kushner dê destpêka hefteyê li Rojhilata Navîn bigere, Kushner dê biçe Îsraîlê û 5 dewletên Ereban û hewl bide kar û barên dawîn ên projeya Amerîkayê ya çareseriya siyasî li Rojhilata Navîn ku wek “Lihevhatina Sedsalê” tê naskirin, pêk bîne, bi taybet aliyên wê yên aborî.”

El-Ereb diyar kir ku gera Kushner li xweşiya Urdunê nayê û ditirse ku welatê wan bibe welatê alternatîf bo filistîniyan.”

Yemen

Der barê rewşa Yemenê de jî rojnameya El-Beyan nivîsî: “Hêzên hikumetê êrîşeke Hûsiyan li rojavayê Tihêta têk bir, di nava milîsan de gelek ziyanên canî û madî jî çêbûn. Li aliyekî din hêzên hevpeymanê diyar kir ku milîsan tu êrîş nebirine ser Balafirgeha Necranê.”

(kn)


Mijarên Din