Rojevên rojnameyên erebî yên îro

James Jeffrey diyar kir ku Rûsyayê agahî da welatê wî ku êrîşa li ser Idlibê dê sînordar be da ku êrîşên li ser baregeha Himêmîm bisekinîne. Her wiha tekez kir ku der barê herêma ewle ya li ser sînorê Sûriyê de pêşketin bi Tirkiyê re hat kirin. Opozîsyona Tirkiyê jî hewl dide binketina partiya Erdogan careke din di hilbijartinan de dubare û berfireh bike. DYA jî  keştiyên balafiran li dijî Îranê li Rojhilata Navîn kom dike

 Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Idlib, herêmên bêçek û her wiha îdiayên dubarekirina hilbijartinên Sûriyê û aloziya Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kir

El-Şerq El-Ewset: Nûnerê DYA’yê; em dixwazin Îran bi temamî ji Sûriyê vekişe

Rojnameya El-Şerq El-Ewset îro behsa rewşa Sûriyê di gelek mijaran de kir, ji wan rewşa Idlibê û wiha nivîsand: "Nûnerê DYA’yê di Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê de yê dosyaya Sûriyê James Jeffrey tekez kir ku welatê wî dixwaze Îran bi temamî ji Sûriyê vekişe û got ev xwestineke cidî ye ku hêzên biyanî mîna beriya 2011`an vegerin. Her wiha destnîşan kir ku Washington tu carî derfet nade Îranê ku valatiya li bakurê rojhilatê Sûriyê dagire."

Rojnameyê di berdewamê de wiha got: "Moskovê agahî da Washingtonê ku êrîşa li ser Idlibê dê sînordar be da ku êrîşên Heyet Tehrîr El-Şam li ser baregeha Himêmîm a nêzî Laziqiye bisekinin. Her wiha destnîşan kir ku welatê wî zextê zêde bike, heger êrîşên leşkerî dewam bikin."

James Jeffrey got tu siyaseta Washingtonê ji bo guhertina sîstema serokatiya Beşar El-Esed tune ye û destnîşan kir ku Washington bi rêya cezayên aborî û hebûna leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê dê zexta li ser Şamê berdewam bike heta ku hikumet bi siyaseteke nû bi gel û cîranên xwe re were avakirin û wiha got: "Em ê peydakirina şêwazên cuda ji zextê  berdewam bikin heta ku rejîm biryarê bide ji çareseriya siyasî, ne ya leşkerî re bibe alîkar.

Her wiha James Jeffrey diyar kir ku gelek pêşketin di dan û standinên Tirkiyê de barê avakirina herêma ewle li seranserê sînorê Tirkiye – Sûriyê, rojhilatê Firat hatine kirin.

Iraq

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Iraqê de wiha nivîsand: "Artêşa Iraqê bi temamî erka serweriya herêmên Qezaya Tilefer a bakurê rojavayê Iraqê piştî vekişandina çekdarên Heşd El-Şabî girt.

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Hêzên destwerdana destpêkê ya girêdayî artêşa Sûdanê soz da ku ew ê parastina xwepêşandêrên li derdora navenda Wezareta Parastinê bike, her wiha doza xwepêşandêran bi siyasetê çareser bikin bêyî destwerdana ewlekariyê, di heman demê de hişyarî da aliyên ku di demên dawîn de êrîş kirin.”

Tirkiye

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha got: "Ekrem Îmamoglu ku serkeftina wî di hilbijartinên şaredariyên Stenbolê de hate betalkirin, got piştî betalkirina encamên hilbijartinan, ew ê şoreşekê ji bo demokrasiyê li dar bixin, her wiha bangên ku careke din çav li hilbijartin li tevahiya Tirkiyê bê kirin, bilind dibin.”

Îmamoglu wiha got: "Di hesabê AKP`ê de tune bû ku ew ê betalkirina hilbijartinan bi awayekî neyînî lê vegere. Niha bangên ku careke din hemû hilbijartinên Tirkiyê bê dîtin hatiye pêşkêşkirin. Partiya Gel a Komarê (CHP) û partiyên din ên opozîsyonê daxwaz ji desteya bilind a hilbijartinan kir ku careke din hilbijartinên Stenbolê bi navçeyên xwe re dubare bibin.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê jî rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh ewropiyan dema ku Îranê diyar kiribû ku beriya peymanên nû der barê bernameya nukleerî de pêk werin, red kirin û girêdana xwe bi hevpeymana navneteweyî re teqez kir. Dewletên Ewropayê ku hevpeymana Fransa, Almanya û Brîtanyayê îmze kiriye, di daxuyaniyeke hevbeş bi Yekitiya Ewropayê re got: "Em hemû hişyariyan red dikin, em ê careke din rêza Îranê di pêkanîna aliyê nukleerî de binirxînin. Em hîna bi parastina hevpeymana nukleerî ve girêdayî ne.”

(jo-bx)


Mijarên Din