Rojevên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li Bakurê Sûriyê û kampa Holê, Sûdan û aloziya Amerîka-Îranê kir.

El-Heyat: QSD li pey şaneyên DAIŞ`ê yên li rojhilatê Sûriyê ye

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: “Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), operasyonên xwe yên leşkerî li dijî endamên DAIŞ`ê li bajarê Dêrazorê yê rojhilatê Sûriyê dewam dike. QSD`ê ragihand ku wan şaneyeke ku hejmara xwe 51 endamên girêdayî DAIŞ`ê ya terorîst in, bê bandor kir.”

Şerq El-Ewset: Rêveberiya Xweser a kurdî 800 zarok û jin ji kampa Holê derxistin

Têkildarî rewşa kampa Holê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Rayedarekî payebilind ê Rêveberiya Xweser a kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roja yekşemê ragihand ku derdora 800 jin û zarok dê ji kampa Holê ya koçberan derkevin, nexasim kampa Holê malbatên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst tê de hene.”

El-Ereb: Îsraîl û Îran ku di nava aloziyê de ne, li Colanê nameyên topbaranê didin hev

Têkildarî êrîşa Îsraîlê ya li ser Sûriyê, rojnameya El-Ereb got: “Çavkaniyên dîplomatîk ên li paytexta Lubnanê Beyrûtê got sedema bilindbûna asta şer li Colana Sûriyê, ew e ku Îran dixwaze eniyeke nû veke da ku fişarên navneteweyî û herêmî li ser xwe kêm bike. Her wiha Îsraîl ku di nava aloziyeke siyasî ya hikumetê de ye, hewl dide bide diyarkirin ew ji rewşa gurbûna leşkerî ya derdora wê agahdar e.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Heyat nivîsand: “Serokkomarê Iraqê Berhem Salih îro li Qesra El-Selam a li Bexdayê rêveberê kar û barên balyozxaneya DYA’yê yê Iraqê Joey Hood pêşwazî kir.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Quds El-Erebî got: “Opozîsyona Sûdanê der barê bêbandorbûna çalakiya xwe li pêşiya Wezareta Parastinê bi tirs e. Opozîsyonê bang li welatiyan kir ku bi şoreşê ve girêdayî bin.”

DYA-Îran

Têkildarî aloziya di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Duh DYA û Îranê digot mercên destpêkirina dan û standinan, guhartina rêbazê ne. Her wiha keştiyên şer ên DYA’yê jî li Deryaya Umanê (Deryaya El-Ereb), tetbîqatên leşkerî kirin.”

(kc)


Mijarên Din