Rojevên rojnameyên erebî yên îro

Li pey civînên Astanayê hîna nakokiya di navbera dewletên garantor de didome ku hişt komîteya destûrê bê dûrxistin û zelalbûna der barê Idlibê de diyar bike ku rejîma Sûriyê agirbest binpê kir. Her wiha çavdêr dibînin ku hin nîşaneyên rûdana guhertineke siyasî ya mezin li Tirkiyê li ser hesabê Erdogan pêk were û dê kefîlê wî serokê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan be.

Rojnameyên erebî yên îro behsa civîna Astanayê ya nû û agirbesta Idlibê kir, her wiha bal kişand ser nakokiya li herêma Kendavê û aloziyên li Tirkiyê.

Şerq El-Ewset: Destpêkirina civîna Astana-13 dûrxistina destûrê û zelalbûna der barê Idlibê de

Der barê rewşa Sûriyê de xuya dike ku binketin li pey civînên Astanayê dikeve û rojnameya Şerq El-Ewset di vî warî de wiha nivîsand: "Duh civîna Astana-13 ji bo dan û standinên di çarçoveya "Rêya Astanayê" de dest pê kirin, di demekê de ku zelalbûnek ji aliyên beşdaran ve diyar dibe, helwestên nakok der barê çarenûsa avakirina komîteya destûra Sûriyê û rewşa Idlibê de hatin diyarkirin û texmîna di meha pêş de lidarxistina lûtkeya Rûsya, Îran û Tirkiyê.

Şandeyên ku duh beşdarî dan û standinên dualî û piralî bûn, hewl dan rewşekê amade bikin da ku civîna giştî îro li dar bixin ku tê payîn lîsteya xebata mijarê nîqaş bikin û bi rêya wê bigihîjin îtifaqa ser forma daxuyaniya dawîn. Lê zelalbûn di seatên pêşî de diyar bû, beramberî wê dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê ji aliyên beşdarî dan û standinan bûn der barê "Pêkanîna hevpeymanên avakirin û rêyên karê komîteya destûrê" de ragihand, her wiha çavkaniyekî bi rêya telefonê ji Şerq El-Ewset re tekez kir ku ev dosya hate taloqkirin heta ku nûnerê navneteweyî li Sûriyê Geir Pedersen ji civîna nû ku ji Şamê û paytextên din re hefteya bê dişîne, bi dawî bike.

Berovajî vê, nakokî hîna didome, di demekê de ku hikumeta Sûriyê şert dike ku komîte civîna xwe ya yekemîn li Şamê li dar bixe. Lê Neteweyên Yekbûyî (NY) jî israr dike ku xebata komîteyê li Cinêvê dest pê bike û di bin banê NY`yê de be.

Dosyaya lûtkeyê di zelalbûnê de ye, çavkaniyên Tirkiyê tekez kir ku amadekariyên dem û aliyên lûtkeyê jî bi dawî bûn, şêwirmendê serokê Rûsyayê li Sûriyê Alexander Lavrentiev ku serkêşiya şandeya welatê xwe li dan û standinan Astanayê dike, teqez kir ku tu demên diyar ji bo vê lûtkeyê tune ne û xebat bi rêya dîplomasiyê ji bo diyarkirina dem û lîsteya xebatê pêk tê."

Ekaz: Rejîma Sûriyê bi domandina bombebaranê Astanayê pûç dike

Der barê mijarê de rojnameya Ekaz wiha nivîsand: "Li paytexta Kazakistanê Nûr Sultanê duh dest bi civîna 13’an a dan û standinên Astanayê di navbera opozîsyona Sûriyê ya çekdar û şandeya ji rejîma Sûriyê bi beşdarbûna (Rûsya, Tirkiye û Îranê) kir, lê nûnerê navneteweyî yê Sûriyê Geir Pedersen ne amade bû."

Rojameyê wiha domand: "Li gorî çavkaniyên li şandeya Astanayê ku vê civînê 3 dosya lêkolîn kirin: Rawestandina şerê li Idlibê, dosyay komîteya destûrê û dosyaya girtiyan. Duh civîn ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin."

Her wiha rojnameyê diyar kir: "Balafirên şer ên Sûriye û Rûsyayê Kefir Zîta û Letmîn û gundewarên Hemayê bombebaran kirin, tevî dan û standinên Astanatê. Çavdêran ev yek wek binketina dan û standinan mîna yên berê bi nav kir, di demekê de ku balafirên Rûsyayê di bombebaranê de dewam dikin."

El-Ereb: Li Kendavê di navbera dewletên Rojava û Îranê de metirsiyên leşkerî zêbe bûne

Têkildarî rewşa herêma Kendavê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Roja pêncşemê çapemeniya Rûsyayê li ser zimanê Wezareta Kar û Barên Derve îdia kir ku DYA da ku li Kendavê şer derxe li hincetekê digere, di heman demê de dewletên ewropî şerê di navbera Washington û Îranê de dûr nabînin û hewldana çareseriyekê dikin."

Ajansê li ser zimanê berdevka Wezareta Karên Derve Marîa Zaxarova got: "Bi rastî jî rewşa wir ber bi metirsiyê ve diçe û metirsiya rûdana şerekî berfireh heye."

Di milekî din de rojnameyê li ser zimanê admîral û analîstê stratejîk ê berê yê amerîkî James Stavridis ragihand: "Bersiva Îranê û biryara Ewropayê ya li Kendavê hejmara keştiyên şer zêde bikin ku hêj neketiye meriyetê, dibe ku hesabatên leşkerî derxe û di encamê de li herêmê şerek derkeve."

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh paytexta Yemenê ya demkî Adenê piştî du êrîşên ku kampa Celaa bi drone û navenda polîsan li taxa Şêx Osman a bakurê bajarê bi erebeyeke bombebarkirî kirin armanc, di encamê de 49 kes bûn qurbanî û bi dehan jî birîndar bûn.

Der barê vê yekê de serokê hikumeta Yemenê bijîşk Mûyîn Abd El-Melek Îran û komên terorîst tawanbar kirin û ser hesabê xwe yê Twitterê wiha parve kir: Armancên hemwext ên ji aliyê Hûsiyan û komên terorîst ve ku ewlehiya paytext Adenê dikin armanc, îsbata hevkariya di bin serpereştiya Îranê de ye."

Tirkiye

Têkildarî Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di demên dawîn de navenda îstixbarata Tirkiyê ya nû ya li Enqereyê kontrol kir. Di vê derbarê de bi nameyekê xîtabî opozîsyona ku baregehên xwe xurt û berfireh kiriye, kir. Nameya Erdogan wiha ye: "Çav li ser we ne." Di heman demê de Erdogan operasyona tesfiyê ya derbeya 2016`an bi bîr anî." 

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Dixuye ku dengvedana vê nameyê zêde cih negirt, berovajî vê yekê piştî çend kesayetên payebilind ên di AKP`ê de rêya geşedanên cidî di qada Tirkiyê de hilbijart, nerehetiyek derxist holê. Di vê derbarê de bûyera herî xeternak dibe ku rûdanên nû serokê saziya îstixbarata nîştimanî (MÎT) Hakan Fîdan ê ku Erdogan der heqê wî de got razên min parastine û parastina razên dewletê kiriye, jî bigire nava xwe. Kesayetên payebilind ên muxalîf jî ev in; wezîrê berê Alî Babacan, serokkomarê berê Abdulallah Gul û serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu."

Têkildarî van geşedanan nivîskar Enwer Mîta wiha got: "Piştî 16 salan ji destihilata Recep Tayyîp Erdogan di qada siyasî de, nû nîşaneyên veguhastinê derdikevin holê, ev jî xwe pispêre helwesta serokê saziya îstixbarata nîştimanî Hakan Fîdan."

(eh)


Mijarên Din