Rojews: Li Behdînan 5 girên din radestî artêşa Tirk hatin kirin

Hat ragihandin ku hêzên pêşmergeyan ên girêdayî PDK’ê, li herêma Zaxo 5 girên din radestî artêş Tirk kirine. Welatiyên herêmê li dijî van pêkanînan nerazîbûn nîşan dan û gotin “Pêdiviya Başûr bi şoreşek nû heye”.

Piştî ku hat diyarkirin li Kanîmasî pêşmergeyan 6 noqteyên xwe radestî leşkerên Tirk kirine, têkildarî mijarê hin zanyariyên nû derketin holê.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnews, welatiyê bi navê Nezîr Berwarî yê ji herêma Behdînan, ragihand ku hêzên pêşmergeyan di 22’yê Hezîranê de, 5 cihên din radestî artêşa Tirk a dagirker kirine.

Li gorî zanyariyên Nezîr Berwarî, cihên ku radestî leşkerên Tirk hatine kirin ev in:

Li herêma Behdînan Girê Serzêrik, li ser vî girî nêzî 20 salan baregeha pêşmergeyan hebû. Di heman demê de MÎT’ê jî li wir bûn. Lê niha bi temamî radestî leşkerên Tirk hatiye kirin. Girê Xemgîn ê li hemberî girê Baroxê. Li herêma Berwariyan girê Casus ê dikeve jora gundên Qumriyê û Girika. Li herêma Zaxo 2 noqteyên Li ser tunela dikeve derketina Zaxo ya li geliyê Çiyayê Sipî. Li herdu noqteyên ser tunelan leşkerên Tirk û amûrên leşkerî jî li gel pêşmergeyan hebûn, lê niha bi temamî radestî leşkerên Tirk hatine kirin.”

‘Şoreşek pêwîst dike’

Nezîr Berwarî destnîşan kir ku Behdînan ev 21 sale radestî artêş Tirk hatiye kirin û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê bi nav heye, wekî din hemû tişt di destê Tirkan de ye û ev eşkere ye.”

Berwarî bal kişand ku xelkê herêmê êdî şiyar bûye, bi taybetî piştî serhildana Şeladizê, di nava gel de nerazîbûnek gelekî mezin heye û got: “Bi navê şoreşa Başûr tiştek nemaye, lewma pêdivî bi şoreşek nû heye.”


Mijarên Din