Rojnameger Denîz Firat hate bîranîn

Rojnameger Denîz Firat a ku di şopandina têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê de  şehîd bûbû, hate bibîranîn.

DAIŞ’ê di 8’ê Tebaxa 2014’an de dema ku êrîşî Kampa Mexmûrê kiribû, Denîz Firat (Methîye Yildiztan) şehîd bûbû. Firat li Taxa Xecê Xatûn a Ebexa Wanê li ser gora xwe hate bibîranîn. Malbata Firat û hevalên wê yên rojnameger tevlî bibîranînê bûn. Li ser navê Plaftorma Rojnamegeran a Mezopotamyayê Hîkmet Tûnç axivî. Tûnç diyar kir ku wan pênûs û kameraya Firat dewr girtine.

Tûnç diyar kir ku Firat dengê jinên di bin êrîşa DAIŞ’ê de gihandine cîhanê û got: “Denîz bûye dengê jinên li Şengalê hatine revandin. Denîz ji ber şer di temenekî zarok de tevî malbata xwe li Kampa Mexmûrê bi cih bû. Di demên herî dijwar de Denîz Firat bi kameraya xwe li pêş bû.”

Tûnç diyar kir ku Firat mîrateya çapemeniyê ji Mûsa Anter û Gûrbetellî Ersoz wergirtiye û got : “Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe li ser xeta Firat bidomînin. Em ê çîroka serkeftinê ya jinan binivîsin.”

Seyat Yildizan ê ku birayê Denîz Firat e wî jî got: “Hevalên Denîz tu carî pênûsa wê li erdê nehiştin. A niha xuşk û birayên min kameraya wê hildane û têkoşîna Denîz didomînin. Çiqasî zext were kirin jî wê ev têkoşîn teqez bi ser bikeve.”


Mijarên Din