Rojnameger Hakki Boltan hat binçavkirin

​​​​​​​Polîsên dewleta Tirk serê vê sibê li Amedê bi ser mala rojnameger Hakki Boltan de girt û binçav kir.

Yekîneyên polîsan serê sibê li navçeya Rezan a Amedê bi ser mala rojnameger Hakki Boltan de girt û li malê lêgerîn kirin. Polîsan piştî li malê lêgerîn kir, Boltan li malê binçav kir û birin Gerînendetiya Polîsan. 

Têkildarî hinceta binçavkirina Boltan tu agahî bi dest neketin.

Her wiha li navçeya Yenîşehîr a Amedê jî polîsan bi ser mala rêveberê HDP'ê yê Amedê Abdurrahim Alçîçek de girt û ew jî binçav kir.


Mijarên Din