​​​​​​​Rojnamegerek lubnanî: Desthilatdariya Erdogan di xeteriyê de ye

Rojnamegerê lubnanî Mihemed Saîd El-Riz got: “Erdogan, niha li ser asta navneteweyî, herêmî û hundirîn arîşeyekê dijî. Erdogan hewl dide nexşerêya Rojhilata Navîn a nû li gorî hêviyên xwe çêbike.  Lê desthilatdariya wî bi xeteriyê re rû bi rû maye.”

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker  Recep Tayyîp Erdogan di nava arêşeyekî dijî. Bi taybet piştî ku nikarî piştgiriya NATO`yê di Ildibê de werbigire û serokê Rûsyayê Vladimir Putin xiyaten li wî kir. Tevî wê Ewrûpayê jî stuyê xwe li hember gefên Erdogan ên ji bo penaberan netewand. Herî dawîn jî Elî Babacan roja Çarşemê damezirandina partiya xwe ya bi navê Partiya Demokratîk û Ronesansê (DEVA) ragihand.

Girêdayî mijarê rojnamegerê lubnanî Mihemed Saîd El-Riz ji ANHA’yê re axivî û got: “Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyp Edogan niha li ser asta herêmî û navnetewî arîşeyekî dijî. Piştî ku asta daxwazên xwe bilind kir, gefa dagirkirinê li Sûriyê, herêmê û avakirina şerîtek bejahî wek dapoyekê ji tevahiya terorîstên Sûriyê xwar. Niha paşde vedikişe û ji Rûsyayê re lawa dike da ku agirbestê ragihîne û vegerin lihevkirina Soçî piştî ku zêdetirî 60 leşkerên xwe di nav tabûtan de vegerandin welêt.” 

El-Riz destnîşan kir ku Erdogan berê ragihandibû ku wê di mizgefta El-Imewî ya li Şamê de nimêj bike. El- Riz got: “Lê niha nikare bigihêje, parlamantoya Tirkiyê piştî ku parlamanteran siyaset û planên wî yên sûcdar li dijî herêmê çi li Sûriyê yan jî Lîbyayê red kirin. Ev teqez dike di heriyê aloziya Sûriyê de noqî bûye. Hêviyên wî yên nexweş rastî berxwedanek Ereban hat, helbet beyî hevalbenda wê Qeterê.”

El-Riz di nav gotinên xwe de projeyên Erdogan ên li dijî Sûriyê û Ereban bi giştî destnîşan kirin ku ew ji bihaniyên êrişên wî mezintir in. Her wiha teqez kir ku hewl dide nexşerêya Rojhilata Navîn a nû li gorî hêviyên xwe yên ji bo avakirina imperatoriyek Osmanî nû di 2023`yan de pêk bîne. Piştî derbasbûna 100 sal dema ku lihevkirina Versailles a sala 1923`yan ji Tirkiyê re diyar kiriye ku dev ji vegerandina xewna xîlafetê berde.

El-Riz got: “Misir bi pêşengiya El-Sîsî pişt li plana Erdogan şikand. Piştre projeya wî li dû hev hilweşî. Yanî sozên ku dane partiya xwe ya ixwanî û gelê Tirkiyê ketin bin lingên leşkerê Ereb,  Misir an jî Sûriyê yan jî Lîbyayê.”

El- Riz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tê texmînkirin ku desthilatdariya Erdogan bixwe di pêvajoya bê de wê bikeve xeteriyê. Piştî lawazbûna aboriya li cem wî. Daketina bihaya dirava wî û mezinbûna asta muxeleftê li dijî wî û mezinbûna hêrsa artêşê ji projeyên wî yên binkeftî.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din