​​​​​​​Rojnamegerên jin: Ji bo ku em bibin denga jinê em tê dikoşin

Rojnamegerên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: " Çapemeniya Kurd bi taybet ya jin, mîn dara berhemdar e ku ruxmî bahozan berhemê dide û bê westandin têkoşîna xwe domandin da ku bibe denga jinê. Îsbata vê yekê lidarxistina konferansa jin û serkeftina wê ye."

Ragihandina Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirşûmeya "Ragihandina jin dengê neteweya demokratîk e" sêyemîn konferansa xwe li kantona Qamişlo lidar xist. 86 delege ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li konferansê bûn. Di konferansê de avakirina Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) hate ragihandin.

Girêdayî girîngiya lidarketina konferasnê û pêşketînên ku li ser asta ragihandina jin dê bi xwe re bîne beşdarên konferasnê ji ANHA`yê re axivîn.

Rojnamevan Xeznê Nebî lidarketina konferasnê pîroz kir û got: “Ragihandina jin ji dema lidarketina konferansa xwe ya duyemîn ve gavên cidî avêtine. Em hêvî dikin ku ragihandina jin di vê konferansê de astengî û kêmasiyên ku li hemberî pêşketina ragihandina jinê derdikevin werin derbaskirin û rojnamegerên jin ku dikarin xwe di vî warî de pêş bixin ava bike.“

'TEVLIBÛNA ROJNAMEVANÊN JIN ÊN EREB JI BO RAGIHANDINA JIN SERKEFTINEK E'

Xeznê Nebî wiha domand: “Ragihandina Kurd bi taybet ragihandina jin mîna dara berhemdar e. Ruxmî bahozan rêya têkoşer û rojnamegerên jin ên ku bi avabûna ragihandina kurd re destpê kirine û rastî tengaviyan hatine, şopandin. Lewra divê em hêvî û armancên wan bi rêya vê konferansê pêk bînin.”

Xeznê Nebî îşaretpê kir ku tevlibûna rojnamegerên jin ên Ereb ên ji herêmên ku ji DAIŞ`ê rizgar bûne, ji bo ragihandina jin serkeftinek e.

Têkildarî mijarên ku di konferansê de hatine nîqaşkirin Xeznê got: “Mijarên girêdayî firehkirin û birêxistinkirina ragihandina jin û ragihandina yekitiya wê hatin nîqaşkirin. Ev yekitî dê bibe sîwanek ji tevahiya rojnamegerên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re. Divê rojnamegerên jin li gorî bûyer û geşedanên ku di qadê de rû didin bi fikrên xwe yên nûjen û rizgerkirî bixebitin.”

'RAGIHANDINA JIN BI JIYANA HEVPAR RE PÊŞKET'

Nûçegihana Kanala Çîra TV Şînda Ekrem jî di kesayeta şehîdên jin de yên ku di oxira ragihandina heqîqetê de canê xwe dane lidarxistina konferansê pîroz kir û diyar kir ku lidarketina konferansê di vê dema nazik de li gel êrişên ji hêla dagirkeran, dewletên herêmî û navdewletî ve, ji bo hemûyan serkeftinek e.

Şînda her wiha bal kişand li ser ku di konferansa duyemîn de, ji ber ku jin serbixwe bû, ragihandina jin pêşket. Radyoya Star bi deng û rengê jinê vebû. Her wiha kanalek taybet bi jinê hate vekirin, ev kanal karî dengê jinê di tevahiya warên civakî, leşkerî, çandî û dîplomasî de bigihîne cîhanê.”

Şînda gotinên xwe domand û got: “Ruxmî ku jin rastî astengî û zemhetiyan ji ber zihniyeta kapîtalîzmê hatiye, lê dev ji karê xwe di ragihandinê de berneda û tê koşiya. Lidarketina konferansa sêyemîn û serkeftina wê îsbata vê yekê ye.”

Şînda Ekrem rola jinên Suryan, Ereb û Kurd di koordîneyê de di warê ragihandinê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku dengê jinê ji tevahiya pêkhateyan bidin bihîstin û jiyana hevpar a di navbera jinan de li ser asta cîhanê xuya bikin, silav kir.

Şînda diyar kir ku "Rojnamegerên jin êdî bûne denga jinên ku rastî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destavêtin, tundî û dijwartirîn cureyên îşkenceyê hatine. Da ku ji raya giştî re sûcên dagirkeran diyar bikin û sûcên ku jina rojnameger dikin hedef eşkere bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din