Rojnamevanê ji Brîtanyayê: Erdogan terorîst, sûcdarê şer û hevalbendê cîhadîstan e

Di nûçeyeke The Morning Star de ku rojnameyeke çepgir a Brîtanyayê ye rojnamevan Steve Sweeney got "Erdogan terorîstekî deqkirî, sûcdarekî şer û hevalbendekî cîhadîstan e."

Di nûçeya Steve Sweeney de der barê çalakiya îro ya Kurdan, Îngilizan û Tirkan a li Londonê de agahî hate parvekirin û sûcên li dijî mirovahiyê yên ku Erdogan û çeteyên wî dikin, hatin bibîrxistin.

Sweeney di nûçeya xwe de nêrînên rêveberên Gîk-Der û rojnamevan Zehra Dogan parve kirin û bal kişand ser banga 'rabûna ser pêyan' a li dijî dagirkeriyê. Sweeney her wiha bal kişand ser komkujiyên ku dewleta Tirk di navbera salên 2015-2016'an de li Bakurê Kurdistanê pêk anîn.

Sweeney êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin û diyar kir ku tevî îdiayên Erdogan ên ji bo 'avakirina herêma ewle' Erdogan nekariye sûcdariyên ku pêwendiya wî bi çeteyên îslamî yên radîkal re heye ji xwe biavêje û xwe jê rizgar bike. Sweeney di nivîsa xwe de bi bîr xist ku di sala 2015'an de li Enqereyê bi hevkariya dewletê-DAIŞ'ê 109 kes hatin kuştin û di hin belgeyan de eşkere bû ku MÎT a Tirk çeteyên DAIŞ'ê yên berê di êrîşa dagirkirina Efrînê de bi kar aniye.

Sweeney bi bîr xist ku belgeyên der barê bazirganiya petrolê ya navbera Erdogan û malbata wî û DAIŞ'ê ji aliyê Rûsyayê ve di sala 2015'an de hatin ragihandin û bal kişand ser îdîayên der barê perwerde û peydakirina çekan ji bo çeteyan.

Sweeney destnîşan kir, ji ber êşkence, destavêtin û kuştina bi rengekî komî yên di dema êrîşên dagirkeriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tirkiye bi sûcdariyên giran ên sûcên şer re rû bi rû ye û diyar kir, ku kuştina rêvebera Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef a bi rengekî hovane mînaka vê yekê ye.

Nivîskarê The Morning Starê bal kişand ser dîmenên ku tê de xuya dikin ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer çekên kîmyewî bi kar tînin û ragihand ku ji dema destpêkirina êrîşên dagirkeriyê ve heta niha 218 sivîl hatine kuştin ku 18 ji wan zarok in.

Sweeney got dibe ku êrîşên Tirkiyê bi agirbestê neqedin û diyar kir, li gorî agahiyên ku hêzên YPJ'ê ragihandin, çete di axaftinên xwe de yên bi cîhaza ragihandinê ji hev re dibêjin ku 'êrîş wê ranewestin'.

 


Mijarên Din