Rojnamevan Kenan Kirkaya: Êrişên li dijî HDP'ê berdewama Plana Şerq Islahatê ne

Rojnamevan Kenan Kirkaya got “Êrişên li hemberî HDP'ê çavkaniya xwe ji dijminahiya Kurdan digirin û berdewama Plana Şerq Islahatê ne.”

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de êrişên li dijî HDP'ê ji aliyê dewleta Tirk ve, zêde dibin. Dadgeha Bilind a Tirkiyê di 18’ê Adarê de bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serlêdana doza girtinê li Dadgeha Makeqanûnê vekir.

RojnamHeke Kenan Kirkaya der barê mijarê de pirsên me bersivandin û diyar kir ku faşîzma AKP'ê pêngaveke siyasî ye û bi tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan, êrişên nîjadperest ên li dijî HDP'ê û vekişîna ji Peyamana Stenbolê, ne tesaduf in û got: “Ji ber ku ji aliyê siyasî ve nikarin bikin, ji qereqolê re û ji dadgehê re dibêjin. Biçin saloneke dadgehê ku îro li Tirkiyê dozeke siyasî lê tê dîtin, li wir mesele ne sûcek e, hûn ê bibînin ku pirsgirêka Kurd bi xwe, mafên ziman û nasnameyê yên Kurdan tên nîqaşkirin. Heke tevlûbûna Newrozê ji ber pandemî û sedemên din kêm bûya, dê bigotana “Me qedand, em bi ser ketin” û propagandaya xwe bikirana. Lê belê meydanên Newrozê careke din nîşan da ku ew şaş in. Bi gotineke din, Newroz ji bo kesên ku difikirîn “Kurd qedandine” bû bêhêvîtî û bêzariyeke mezin.”

RojnamHeke Kenan Kirkaya li ser tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û îdiayên dawîn ên têkildarî wî, ev nirxandin kir: “Hikumetê di navbera salên 2013-2015'an de hêza Ocalan a ku civakê ber bi demokrasiyê ve bibe, dît û tirsiya. Ji ber vê yekê dest bi dek û dolaban kirin.”

Hevpeyvîna me ya bi rojnamevan Kenan Kirkaya re wiha ye:

‘OPERASYON Û ÊRIŞ SIYASÎ NE’

Hincetên hiqûqî yên girtina partiyê û destgîrkirina endamên HDP’ê çi ne?

Ev pirsa te pir xweşbîn e. Ji ber ku ji êrişan re tu bingeheke hiqûqî tune ye û ne jî mafdar e. Ev hemû operasyon û êriş siyasî ne. Tiştê ku jê re qanûn û hikum dibêjin, alaveke di deste wan de ye. Rewakirina sîstemê li ser civakê ye. Daraz her tim ji aliyê hêzên siyasî û elîtên dewletê yên li Tirkiyê ve wek navgîneke zexmkirina desthilatdariya siyasî, tirsandin û tesfiyekirinê hatiye bikaranîn. Lê tu carî ew çend veneguheriye aparatekê.

Bêguman gelek sedemên van êrişên siyasî hene. Pêşî ev êriş li ser dijminahiya Kurdan çêdibin û heta Plana Şerq Islahatê vedigerin. Ji ber ku ji aliyê siyasî ve nikarin bikin, ji qereqolan re, ji dadgehan re dibêjin. Biçe saloneke dadgehê ku îro li Tirkiyê dozeke siyasî lê tê dîtin, li wir mesele ne sûcek e, hûn ê bibînin ku pirsgirêka Kurd bi xwe, mafê ziman û nasnameya Kurdan tê nîqaşkirin. Ji ber vê yekê, dadgehên li Tirkiyê bûne qada ku pirsgirêka Kurd lê tê nîqaşkirin. Ya duyemîn jî tevgera Kurd û dînamîkên wê bingeha demokrasiyê ya li Tirkiyê pêk tînin. Yanî ji ber ku HDP demokrasî, aştî û azadiyê temsîl dike, ji aliyê hikumetê ve ku yekperestî û dîktatoriyê diparêze, wek gefekê tê dîtin. Ji ber vê yekê HDP kirine hedef.

Bi êrişa li dijî HDP'ê re ji beşên din ên civakê re mesajek şand û got “Li hemberî min îtiraz neke, ev dewlet e.” Me pratîkên qeyûman bi zelalî dîtin. Ji ber ku beşek ji civakê ku bi jehra neteweperestiyê tê sermestkirin, ji bo êrişên li ser Kurdan û nirxên ku temsîla wan dikin, li çepikan dixin û ji bo hikumetan êrişkirina ser Kurdan hêsantir dibe. Lê dawiya dawîn ev êriş bi ser hev de diçin û tên, dawiyê hemû civakê dikin hedef.

‘GERGERLÎOGLU DEMA KU DESTMÊJ DIGIRT, DERB KIRIN’

Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenteriya wî hatibû betalkirin, ji aliyê polîsan ve hat derbkirin. Çima birêz Gergerlîoglû kirin hedef?

Gergerlîoglu ji dema ketiye parlamentoyê û vir ve hem wek endamekî HDP'ê hem jî wek parêzvanê mafên mirovan bûye berdevkê hemû kesên ku hatine çewisandin. Lêgerînên bi tazîkirinê, binpêkirina mafan û revandin anîn ziman. Ew li ba mexdûran sekinî. Wekî din, bi nasnameya xwe ya Tirk û oldar ê di nava HDP'ê de, ev yek kir. Pirsgirêka jinên sergirtî ya ku li qereqolên polîsan rastî lêgerînên tazî tên, anî rojevê. Ji ber vê yekê, ji aliyê hikumetê ve ku jê re “olperest û îtaatkar” tê gotin, danê sibehê destûr neda nimêjê û bi rengekî ku di dîmenên salên 90'î de xuya dibe, hat destgîrkirin û lê xistin. Di heman demê de Tirkên xwedî wijdan ên bi Kurdan û HDP'ê re hevpar tev digeriyan, bi nasnameyên cuda gef li wan dixwarin.

Di krîza aborî ya li Tirkiyê de, dîmenên lêçûnên zêde yên parlamenterên AKP û MHP'ê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî tên dîtin. Di nava civakê de berteka li dijî vê rewşê çi ye?

Ev diyar e. Li gel birçîtî û hejariyê, ji van dîmenan aciz nebûn, tenê bi nexweşiyeke psîkolojîk dikare bê îfadekirin. Her wiha ev ne cara yekê ye ku ev yek pêk tê. Beriya niha gelek dîmenên gendelî, qezencên neheq û newekheviyê ji raya giştî re hatin eşkere kirin. Bêguman li dijî van hemûyan di nava civakê de reaksiyoneke cidî heye. Lê civak ew çend bindest e ku nikare bertekên xwe îfade bike. Mirov ji bêçareseriyê întîhar dikin, agir berdidin laşên xwe. Ev hemû li Tirkiyê diqewimin û ji vê mezintir reaksiyonek nikare bê nîşandan. Lê belê bi hêza ku bi dest xwe ve aniye, vê ferasetê jî bi medyayê manîpule dike û reaksiyonê bi rê û rêgezên cuda diguherîne. Sedemeke nîjadperestiya lumpen ku êrişên li ser gelê Kurd zêde kirine jî ew e ku vê bertekê manîpule dikin û ji bo beralîkirina civakê bi kar tînin.

‘NEWROZÊ DESTHILATA TIRK ŞAŞ KIR’

AKP bi salan e li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rê li ber pîrozkirina Newrozê digire, lê îsal li hemû navendan destûr da pîrozbahiyan. Hesabê siyasî yê vê yekê çi ye? Û bi rastî jî piştî Newrozê bi dehan kesên beşdarî pîrozbahiyan bûn, hatin destgîrkirin. Divê ev çawa were nirxandin?

Çend sedemên wê hebûn. Piştî polîtîkaya şîdet û êrişan a bi salan, hikumetê bi rêyên xwe xwest refleksên civaka Kurd bipîve. Li Enqereyê hin kesan bi çîrokên “me qedand, em bi ser ketin” dest ji daxwazên xwe yên maf û azadiyan berda. Heke ji ber pandemî û sedemên din tevlêbûna li Newrozê kêm bûya, dê bigotana “me qedand, em bi ser ketin” û propagandaya wê bikirana. Lê belê meydanên Newrozê careke din nîşan da ku ew şaş in. Ji ber vê yekê Newroz ji bo kesên ku digot “Kurd qediyane” bû bêhêvîtiyek mezin û xeyalên wan şikandin.

Gotegotên metirsîdar ên li ser Ocalan ku beriya Newrozê ji nû ve hatin belavkirin, nîşana vê yekê bûn. Ji ber vê yekê heke di Newrozê de îmajeke “lîberal” derketaba holê, dê muxatabên sexte û nasnameyên siyasî li Kurdan ferz bikirana. Ev demek e lêgerîna xwe ya “avakirina partiyên kurd ên nû” venaşêrin. Lê belê Kurdan ne tenê hikumet, nîşanî tevahiya cîhanê da ku di vî warî de dest ji nirxên xwe bernedaye.

‘ÊRIŞ GIRÊDAYÎ HEV IN’

Doza girtina HDP'ê, bidawîkirina Peymana Stenbolê û îdiayên der heqê rêber Abdullah Ocalan de girêdayî hev in? Divê ev geşedan çawa bên şîrovekirin?

Helbet hemû bi hev ve girêdayî ne û ev yek ne tesaduf e. Ya yekemîn li ser tecrîd û êrişa li ser Ocalan, hewldana bêdengkirina Îmraliyê, hewldana avakirina hikumeteke otorîter e. Hikumetê di navbera salên 2013-2015 'an de hêza Ocalan a ku civakê ber bi demokrasiyê ve dibe, dît û tirsiya. Ji ber vê yekê keti nava dek û dolaban.

Niha jî dixwazin HDP'ê ku amûra siyasî ya pratîk a vê lêgerîna demokratîk e, bê girtin. Difikirin ku bi girtina HDP'ê re dikarin ji astengiyeke herî mezin xilas bibin. Guherandina rêveberiya Zanîngeha Bogazişiyê, desteserkirina şaredariyan, êrişên tevkujiyê yên li hemberî jinan, bi gotineke din mijar ji aliyê desthilatê ve û di warê civakê de bi giştî ye. Rêya parastina Peymana Stenbolê, dijderketina li qeyûman e û rêya parastina mafên sereke jî jî bilindkirina dengê li dijî tecrida li Îmraliyê ye.

ANHA


Mijarên Din