Rojnamevan: Tirkiyê ji bo berdewamkirina sûcên xwe, hewl dide rûyê xwe spî bike

Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo derbaskirina rojnamevanên nêzî xwe ji Efrînê re armanc dike ku sûcên xwe veşêre û rûyê xwe li hemberî raya giştî ya cîhanê xweşik bike.

Dewleta Tirk 2 rojnamegerên ku di rojnameya New York Times a Amerîkayê û El-Mundo ya Spanyayê de dixebitin derbasî Efrîna ku ji beriya 3 salan ve dagir kiriye, kirin. Her du rojnamevanan ji bo ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê yên resen veşêrin, bi awayekî eşkere rastiyên ku rû dane berovajî kirin.

Dewleta Tirk ji destpêka dagirkirina Efrînê ya di 18'ê Adara 2018'an de sûcên hovane li dijî şêniyên wê û xwezaya wê pêk anîn. Ya yekemîn sûcê dagirkirinê ye, ya duyemîn koçberkirina bi zorê ya niştecihên wê ye. Her wiha ji destpêka êrişêkirina bajêr di 20`ê Çileya 2018`an de gelek komkujî pêk anîn. Ya sêyemîn bicihkirin malbatên çeteyan di malên sivîlan de û ya çaremîn guhertina demografiya bajêr e.

Li gorî danayan, ji dema dagirkirina Efrînê ve û heta niha zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûne û pêvajoya koçberkirinê didome. Niha rêjeya Kurdan li Efrînê tenê ji sedî 23`ê ye û ji destpêka aloziya Sûriyê ve ya di sala 2011`an de ev guhertin, ji mezintirîn guhertina demografîk e.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê dagirkeriya Tirk ev 3 sal in bi rêya guhertina navên kolan, qad, cihên giştî û nexweşxaneyan û rakirina ala Tirk li ser dibistan û cihên giştî,  hewl dide xuyang û nasnameya Efrînê bi nasnameya tirkî biguhere.

`DI 3 SALAN DE ZÊDETIRÎ 7 HEZAR Û 343 SIVÎL HATIN REVANDIN`

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand ku zêdetirî 7 hezar û 343 sivîlan di 3 salên dagirkirinê de hatine revandin û çarenûsa zêdetirî nîvê wan ne diyar e. Her wiha gelek sivîlên Kurd li beramberî fîdyayan bi awayekî dubarekirî hatin revandin. Şêniyên Efrînê yên li bajêr mane wê wekî "bazirganiyeke biqezenc bi nav dikin.

Rêxistinê destnîşan kir ku 70 jin hatin kuştin, 68 jin rastî tecewîzê hatin, zêdetirî 604 sivîl hatin kuştin di nav de 498 kes di encama topbarana ji aliyê dewleta Tirk de hatin kuştin. 82 kes di bin îşkenceyê de hatin kuştin. Zêdetirî 314 hezar û 400 darên zeytûn, darên hawîrdorê yên cuda hatin qutkirin û şewitandin. Bêtirî nîvê rûbera zeviyên çandiniyê anku 11 hezar hêktar hatin şewitandin. Dagirkeran bi hezaran malên sivîlan desteser kirin û veguherandin girtîgeh û baregehan.

Sûcên dagirkeriya Tirk ne tenê li vir sînordar man, lê belê cihên dîrokî yên ku UNESCO'yê kirine lîsteya xwe mîna perestgeha Eyn Dara, Nebî Hûrî, şiketa Duderiyê û gora Mar Marûn wêran kirin.

 Her wiha dagirkeriya Tirk zêdetirî 70 girên arkeolojîk, zêdetirî 15 mezarên olî yên ji mezheb û olên cuda kolandin, her wiha gelek goristan hilweşandin û yek jê kir axur.

`DEWLETA TIRK HEWL DIDE NAVAROKA WAN RAPORÊN KU WÊ SÛDAR DIKIN, TÊK BIBE`

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/03/03/210113_-.jpg

Rojnamevan Mihemed Bilo yê ji Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk niha di bin zextan de ye û di encama raporên Neteweyên Yekbûyî û herêmî de hewl dide naveroka wan raporên ku wê sûcdar dikin têk bibe. Ji ber wê hinek rojnamevanên alîgirên xwe derbasî Efrînê kirin. Bilo wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de rojnamegerên ku hewl didin rûyê Tirkiyê spî bikin û sûcên wê binixûmînin, derbasî kantona Efrînê ya dagirkirî kirin."

Bilo diyar kir ku sûcên dewleta Tirk ên hovane nayên veşartin, di Sibatê de 52 kes hatin revandin û nêzî 500 darên zeytûnan hatin birîn û ev yek ji aliyê wî ve hatine belgekirin.

Bilo gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ji dema dagirkirina Efrîn ve, tevliheviyeke ewlehiyê heye. Her du rojan carekê teqîn pêk tên, komên îslamî li ser parvekirina talankirinan bi hev dikevin. Sûcên ku têne kirin heta niha berdewam in."

Bilo destnîşan kir ku dewleta Tirk naxwaze rêxistinên mirovî yan jî rojnamevanên serbixwe derbasî Efrînê bibin, da ku hovîtiya sûcên ku pêk tîne eşkere nebin.

 ‘ARTÊŞA TIRK SÛCÊN HOVANE LI DIJÎ SIVÎLAN PÊK ANÎN’

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/03/03/210133_-.jpg

Rojnamevan Zana Denîz ê ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şopandine wiha got: "Li Efrînê hejmareke mezin a rojnamevanan hebûn, ji bo çapemeniya navneteweyî û herêmî dixebitîn. Artêşa dagirker a Tirk li dijî sivîlan, sûcên tirsnak pêk anîn.''

Denîz behsa siyasetên qirêj ên dewleta Tirk ên ji bo nixumandina sûcên xwe yên li Efrînê kir û wiha pê de çû: "Artêşa Tirk beriya demekê gelek rojnamevan derbasî bajarê Efrînê kirin. Min raporên wan xwendin, bawerî pê nabe û ji nirxên çapemeniyê dûr in.”

Denîz destnîşan kir ku rojnamevanan bi hin şêniyan re hevpeyvîn çêkirin û piştrast kir ku ew ji Heleb, Hums, Hema û Idlibê hatine, lê rojnamevan di rapora xwe de nepirsiye ka niştecihên Efrînê yên resen li ku ne? Di raporê de tu kes ji Efrînê nehatiye bibîrxistin

Denîz piştrast kir ku Efrîn ji hezaran salan ve bajarekî Kurdan e û berdewam kir: "Rapor bi xwe guhertina demografiya Efrînê piştrast dike."

'DEWLETA TIRK JI BO KU SÛCÊN XWE LI HERÊMÊ BIDOMÎNE HEWL DIDE XUYANGA XWE XWEŞIK BIKE`

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/03/03/210158_-.jpg

Nûçegihanê televîzyona El-Hurra TV û mudirê toreya rojnamevanên Kurd ên sûrî Heibar Osman ku Berxwedana Serdema ya Efrînê şopandine hinek sûcên dewleta Tir bi bîr xistin û got: "Di dema êrişên dewleta dagirker a Tirk ên li ser Efrînê de sivîl hatin qetilkirin û deverên dîrokî li Efrînê bi zanabûn kirin hedef. Dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer pêk anîn."

Osman wiha pê de çû: "Min wêneyê peykerê şêrê bazltê yê dîrokî yê li Eyn Darayê kişand. Niha jî em li peykerê di satelîtê de lê digerin, lê em nabînin. Xuya ye ku dewleta Tirk ew talan kiriye. Yek ji mezintirîn sûcên şer ên ku dewleta Tirk niha li Efrînê dike, pêvajoya guhertina demografîk e û koçberkirina bi darê zorê ye. "

`PÊKHATIYÊN EFRÎNÊ DI BIN TEHDÎDÊ DE NE`

Her wiha Hîber Osman diyar kir ku pêkhateyên Efrînê di bin gefan de ne, mezarên êzidiyan wêran kirin û wan neçarî ola îslamê kirin û wiha pê de çû: "Ji bilî koçberên ku niha li Şehbayê dimînin, zêdetirî 75 hezar Êzidî û nêzî hezar xiristiyanên ji Efrînê koçber bûne da ku ji sûcên dewleta Tirk birevin.

Osman destnîşan kir ku dewleta Tirk niha bi rêya derbaskirina rojnamevanan ji Efrînê re hewl dide xuyanga xwe li hemberî raya giştî xweşik bike û ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Ji bo ku siyasetên xwe li herêman bidomîne, pêdivî bi propagandaya çapemeniyê heye, ji ber vê yekê rojnamevan derbasî bajêr kir da ku rastiyan berovajî bike."

Osman wiha nirxandina xwe domand: "Divê em niha bipirsin ka gelê Efrînê yê resen li ku derê ye? Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) zêdetirî 180 hezar kes bi zorê ji Efrînê hatine koçberkirin."

Osman piştrast kir ku dema dewleta Tirk êrişî Efrînê dikir, rojnamevanên ku ji aliyê dewleta Tirk ve êriş dişopandin hebûn û diyar kir ku dewleta Tirk wan rojnamevanan sûcên dewleta Tirk vedişartin.

Osman di dawiyê de behs kir ku gelek caran artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî yekser rojnamevanên li ser eniyên şer kirine hedef û wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Gelek hevalên min li eniyekî şer hatin girtin û ji girtîgehên çeteyên dewleta Tirk re yên li Kilisê hatin veguhastin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din