Rojnamevan: Tirkiyê ji bo sûcên xwe veşêre rojnamevanan dike hedef

Rojnamevan diyar kirin ku artêşa Tirk di êrîşên xwe di rojnamevanên ku sûcên wan dişopînin dikin. Her wiha destnîşan kirin ku zihniyeta dewleta Tirk ji ya DAIŞ‘ê dûr  nîne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9‘ê Cotmehê ve êrîşên hovane têne ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Dagirkerî bi armanca valakirina bajêr û gundan sivîlan dikin hedef. Di 13‘ê Cotmehê de dema ku kerwanê şêniyên herêmê ji bo piştgiriya QSD‘ê diçûn Serêkaniyê li wir ji aliyê balafirên artêşa dagirker ve hate hedefgirtin. Di encamê de 12 sivîl şehîd bûn di nav de rojnamevan Seed Ehmed û Mihemed Reşo hebûn. Her wiha 75 sivîl birîndar bûn, jê 7 rojnamevan bûn.

Hevseroka Yekitiya Ragihandina Aazad (YRA) Evîn Yûsif diyar kir ku di bombebarana dagirkeriya Tirk de rojnamevan Mihemed Reşo û nûçegihanê ANHA‘yê Seed Ehmed ên ku heqîqet dişopandin hatin şehîdxistin. Evîn anî ziman ku Tirkiyê rojnamevanan dike hedef da ku sûc û binpêkirinên xwe yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê veşêre.

Evîn destnîşan kir ku rojnamevanên herêmê rastiya komkujiyên Tirkiyê pêk tînin, guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha êrîşên bi top û balafiran radighînin û got: "Êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên hovane ne, armanc jê qirkirina gelê herêmê ye."

Tirkiyê li ser xeta DAIŞ‘ê ye

Evîn Yûsif îşaret bi vê yekê kir zihniyeta dewleta Tirk ji ya DAIŞ‘ê ne cûda ye û wiha domand: "DAIŞ‘ê rojnamevan dikirin hedef. Di şopandina pêngavên QSD‘ê yên li dijî DAIŞ‘ê de rojnamevan şehîd bûn, mîna Rizgar Denîz, Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş."

Evîn destnîşan kir ku ew Yekitiya Ragihandina Azad rastiyê ji raya giştî ya cîhanê re radighîne, erka rojnamevan heqîqeta li ser erdê ragihîne.

Ji aliyê xwe ve rojnamevanê Kurdistan TV Candar Şirnexî sûc û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: "Ev êrîş sivîlan dikin hedef, em şahidê vê yekê ne."

Şirnexî diyar kir ku dagirkeriya Tirk rojnamevanan dike hedef da ku sûcên ku dikin neyên xuyakirin û wiha pê de çû: "Me dît çawa sivîl, zarok, jin û kesên mezin li bajarê Qamişlo û bajarên dikin dikir hedef. Gelek zarok, jin û zilam şehîd bûn û hin din jî astengdar bûn."

Candar Şirnexî diyar kir ku hedefgirtina rojnamevanan sûc e divê lêpirsîna vê yekê were kirin û got: "Divê rêxistinên mafên mirovan li hemberî binpêkirinên ku Tirkiyê derheqê sivîl û rojnamevanan pêk tîne bi cidî bixebitin. Dagirkeriya Tirk dema ku herêmên sivîlan dikin hedef bê guman dizane bê kuderê dike hedef."

ANHA


Mijarên Din