Rojnamevanekî misirî: Sûcên Erdogan dê li pêşiya dadgeha navnetewî bi dawî bibin

Edîtorê malpera Rojnameya El-Fecir a Misirê Dr. Mistefa Sabit anî ziman ku diziya alavên bêhnkişandinê ya ku ji Çînê diçû Spanyayê ji aliyê rejîma Tirk ve tiştek ne nû ye û got, serokê rejîma Tirkiyê hemû pîvanên mirovî ji bo pêkanîna planên xwe yên xirab binpê dike.

Wezareta Derve ya Spanyayê beriya çend rojan ragihandibû ku desthilata Tirk dest danî ser balafira ku bi alavên bêhnkişandinê barkirî bû ya ku ji Çînê diçû Spanyayê .

Li ser vê mijarê edîtorê malpera Rojnameya El-Fecir a Misirê Dr. Mistefa Sabit ji ANHA‘yê re axivî û anî ziman : "Ev nêzîkatiya ji aliyê Tirkiyê ve ne mirovî ye, nemaze ku Spanya dewleta duyemîn e ya ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê azaran dikişîne."

 Sabit bi domdarî got: "Em dikarin serokê komarê Tirkiyê wekî dizekî wesif bikin, her tim hewl dide dest deyne ser mafên aliyên dikin. Kiryarên wî yên me mirovî û destwerdanên wî yên di karûbarên Sûriyê û Lîbyayê û talankirina berhemên wan vê yekê nîşan dide."

Dr Sabit Mistefa bal kişand ku Erdogan komkujiyên hovane li dijî mirovahiyê li Bakurê Sûriyê pêk anîn, zarok qetil kirin, Kurd qir kirin, çekên qedexekirî bi kar anîn. Her wiha destnîşan kir ku dîrok şahidê sûcên Erdogan e, bi teqez dê wekî sûcên şer di dageha cînayetan a navneteweyî de were cezakirin.

ANHA


Mijarên Din