Rojnamevanekî Sûrî: Em dikarin xayîn û welatparêzan ji hev derxin

Rojnamevanê Sûrî Elî Nemir bal kişand ser siyasetên tirkkirinê yên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî û tewanên li djiî QSD'ê û got: " Mirov bi hêsanî dikare bizanibe kê îxanet bi welat û gelê xwe re kiriye û kî bi awayekî eşkere dibêje ew parçeyekî Sûriyê ne."

Di gaveke zelal a veqetînê de, hikumeta bi navê "Înqazê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê beriya çend rojan ragihand ku ew li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de, nasnameyên kesayetî amade dikin.

Ev gava xeternak ne ya yekê ye. Piştî dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê herêmên Sûriyê, dest bi guhertina demografîk a herêmmê û nasnameyên Sûriyê kir.

'GAVÊN BERÊ TEMAM DIKE'

Girêdayî mijarê rojnamevanê Sûrî Elî Nemir wiha got: “Ev gav ne nû ye. Berê jî komên çete yên piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin li herêmên ku dagir kirine, nexasim li herêmên Kurdî heman tişt pêk anîbû. Ji ber wê yekê, ev gav berdewamiya gavên berê ye ku bi çavdêrî û plana Tirkiyê pêk tê. Bawer nakim ku armancên Cebhet El-Nusra (niha Heyet Tehrîr Şam) ji armancên Partiya Îslamî ya Turkistanî yan komên di bin sîwana "Artêşa Niştîmanî" de, cuda ne.”

'DAGIRKIRINEKE TEMAM A BAKURÊ SÛRIYÊ'

Ev siyaset bi erkedar waliyan ji bo rêvebirina wan herêman û guhertina demografiya herêmê dest pê kir. Piştî koçberkirina şêniyên resen dewleta Tirk a dagirker bi hezaran malbatên çeteyên xwe nexasim ên Turkmen li wan herêman bi cih kirin. Van koman meteryalên perwerdeyê derbasî dibistanan kirin û alên Tirkiyê li van herêman bilind kirin.

Di vê derbarê de, Nemir dibêje: “Mixabin, piştî 10 salan ji tevgera aşîtiyane ya gel ku veguherî şer, hîna jî hin kesan niyetên Erdogan ên xerabkirina herêmên dagirkirî nas nekirine. Pirsgirêka mezin ew e ku hinekan hîna tênegihîştine projeyên Tirkiyê ku bi hemleya qirkirina etnîkî ya guhertina binesaziya mirovî, ku rê dide tirkkirina wan herêman. Em al, dirûşme û sembolên Tirkiyê li her derê dibînin. Em dikarin bêjin dagirkirineke temam a bakurê Sûriyê pêk tê.”

'ALÎGIRÊN TIRKIYÊ GELÊ KURD Û QSD`Ê BI VEQETÎNÊ TEWANBAR DIKIN'

Rojnamevanê Sûrî wiha domand: “Ev siyaset bi awayekî berfireh tê meşandin. Alîgirên wan derdikevin û hêzên Kurdî bi veqetînê tewanbar dikin. Em hemû dizanin ku li herêmên di bin serweriya QSD`ê de hemû pêkhateyên Sûriyê dijîn, bêyî ku tu kiryar an binpêkirin li dijî wan pêk bên. Tevî ku gelek bi gelek raporan hewl dan berevajî vê yekê ji rêxistinên navneteweyî re nîşan bidin. Lê belê di rapora dawîn ya Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî de binpêkirinên ku Artêşa Niştîmanî pêk aniye ku dikevin asta sûcên şer, hatin eşkerekirin.”

'ÎXANETEKE NETEWÎ YA MEZIN E'

Bi armanca guhertina nasnameya Sûriyê li wan herêman, dewleta Tirk a dagirker li şûna lîreya Sûriyê, bikaranîna lîreya Tirk ferz kir.

Beriya hefteyekê, hikumeta "Înqazê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker biryarek da, ku bikaranîna lîreya Tirk li hemû herêmên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir dike ferz kir. Her wiha gef li her kesê ku pereyên Sûriyê bi kar tîne xwar ku dê rastî lêpirsînê bê.

Têkildarî wê yekê, Elî Nemir got: Di qanûna navneteweyî de, ev biryar dikeve nava îxaneta netewî ya mezin. Ev yek ajantiya van aliyan ji dewleta ku welatê wan rûxandiye re, nîşan dide. Her wiha rastî û armancên komên çekdar û alîgirên wê yên serweriya wan herêman dikin, nîşan dide ku dixwazin planê temam bikin û aboriya Sûriyê têk bibin.

'EM DIKARIN WELATPARÊZAN Û XAYINAN BI HÊSANÎ JI HEV DERXIN'

Nemir piştrast kir ku ev biryar navê welatparêziyê ji ser wan radike û teqez dibe ku ew tenê çete ne û li gorî fermanên Tirkiyê tevdigerin, her wiha ji aramcên destpêkirina şoreşa gelê Sûriyê dûr ketine.

Rojnamevanê Sûrî wiha axaftina xwe bi dawî kir: Ev yek têrê dike ku em xayinên gel û welat nas bikin, ku kiryar û sûcên şer pêk tîne û veqetînê armanc dike. Her wiha em dikarin aliyên ku xwe parçeyekî Sûriyê dibînin û avakirina jiyaneke azad û demokratîk ji hemû pêkhateyan re armanc dikin, nas bikin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din