Rojnamevanekî Êzidî: Avakirina kampa çeteyan nêzî Şengalê palanek ji bo qirkirina êzidiyan e

Çalakvan û rojnamevanê Êzidî Tehsîn Şêx Kalo got: Avakirina kampekê ji bo çeteyên DAIŞ‘ê li nêzî Şengalê projeyek siyasî plankirî ye ku astengkirina ewlehiya herêmê dike armanc û xeteriyekê li ser êzidiyan çêdike.

Hhikûmeta Iraq dixebite ji bo 3 hezar û 140 kes ji malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên di kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kampeke nû li navçeya Zûmmar ya parêzgeha Nînova ya Iraqê ava bike.

Kampa bi navê (El-Umla) ye û ji 4 hezar konan pêk tê. Li gorî agahiyan ji sedî 50 avakirina kampê pêk hatiye  û dê ji aliyê  Wezareta Koçberî û Koçberan ve were birêvebirin.

Xelkên parêzgeha Nînova ya Iraqê tevlî eşîrên xwe nerazîbûn nîşanî avakirina kampê didin û diyar dikin ku avakirina kampa çeteyan nêzî herêman wan xeter e. Gelek blokên parlamantoya Iraqê jî ev biryar red kirine.

Der barê mijarê de çalakvan û rojnamevanê Êzidî Tehsîn Şêx Kalo anî ziman ku hewldana avakirina kampa malbatên çeteyên DAIŞ‘ê li herêma Zemarê e û veguhestina wan ji kampa Holê ber Iraqê û bicihkirina wan li herêmekê nêzî Şengalê projeyek plankirî ye û got: " armanca wê pêkanîna qirkirinek din li dijî êzidiyan e, di heman demê amûrek ji bo ferzkirina ambargoyê li ser êzidiyan û qutkirina rêya di navbera Şengal û herêma Kurdistanê de."

Şêx Kalo gava hikûmeta Iraqê "Bi xeter û neyînî" bi nav kir û got: "Dê bandoreke neyinî mezin li êzidiyan bike û ewlehiya herêmê asteng bike. Ji ber ku kesên ku li nêzî êzidiyan werin bicihkirin bi DAIŞ‘ê re ne û destên wan di sûcan de heye. Anku DAIŞ bi xwe ‘in. Vekirina kampekê ji bo van DAIŞ‘iyan komployeke li dijî êzidiyan e û rê li ber vegera êzdiyan a li ser xaka xwe digire. Ji ber ku dê xeterî dewam bike. Hikûmeta Iraq jî pabend e ku êzidiyan vegerîne û ewlehiya wan ji berê bêtir mîsoger bike."

3‘yê Tebaxa 2014‘an çeteyên DAIŞ‘ê êrişek hovane birin ser Şengalê û komkujiyek li dijî êzidiyan pêk anîn, bi hezaran kes qetil kirin, zêdeyî 5 hezar jin revandin ku heta çarenûsa bi sedan ne diyar e. Her wiha zêdeyî 100 hezar Êzidî koçber bûn.

Têkildarî parêzgeha Nînova û xeteriya hebûna çeteyan li ser wê, her wiha nerazîbûna eşîran, Tehsîn Şêx Kalo got: "Xelkê Nînova bi giştî avakirina kampê red dikin, ji ber ne li gorî berjewendiyên tu kesî ye ku kampek ji bo kesên ku sûcên derheqê wan de pêk anîne, li nêzî wan were avakirin. Avakirina kampê dê bandorek neyinî li ewlehiya herêmê bike, wê alozî belav bibe û gelek pirsgirêk derkevin, nexasim ku parêzgeha Nînovayê di vê demê de heta astekê aram bûye û ji nû ve tê avakirin."

Şêx Kalo daxwazên Êzidiyan ji hikûmeta Iraqê û herêma Kurdistanê re destnîşan kir û anî ziman: "Divê endamên DAIŞ‘ê û kesên bi wan re di dadgehên taybet de li gorî qanûnên taybet, an jî li gorî madeya terorê ceza bikin, ji ber ku tişta bi sere êzidiyan wekî kêm ol kirine sûcekî qirkirina komî ye."

Eşîrên parêzgeha Nînewayê 22‘yê Sibatê çalakiyek protestoyî li dijî vekirina kampê li ber deriyê kampê lidarxistin û pankarta "Kamp bi fermana gel girtî ye" li deriyê kampê daleqandin.

Parlamanterên ji parêzgeha Iraqê yên bi bîr xistin ku diyarkirina vê herêmê ji bo avakirina kampa "El-Umla" bêyî girtina nêrîna hikûmeta herêmî, cîgirên ji parêzgeha Nînova yên di parlamantoya Iraqê de û Ewlehiya Niştimanî û Odeya Operasyonên Hevbeş pêk hat.

ANHA


Mijarên Din