Rojnamevaneke Afganî hat kuştin

Rojnamevan û Şêwirmenda Parlamantoya Afganistê Mîna Mancal li Kabulê ji aliyê çekdaran ve hate kuştin.

Berdevkê Polîsên Afganistanê Besîr Mucahid got, nûçegihana Kenala Aryana News Mîna Mancal ji aliyê du kesên çekdar ve li pêşiya mala xwe ya li rojavayê paytexta Afganistan Kabulê hate kuştin. Berdevkê Polîstan diyar kir ku Mîna Mancal ku wekî şêwirmenda Lijneya Çandê dixebitî dema diçû parlamanotoyê ji aliyê du kesên çekdar ve ku li motorsêklêtê bûn tê kuştin.

Der barê agahiyên qetilkirina Mîna de agahiyên berfireh nehatin zanîn, lê berdevkekî din ên polîstan got, dibe sûc ji ber nakokiyên malbatî be.


Mijarên Din