Rojnamevanên Berxwedana Serdemê bûn dengê berxwedana li hember cîhana bêxem

Rojnamevanên herêmî roleke mezin di ragihandina rastiya berxwedana dîrokî ya li Efrînê li hember destwerdana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de list û dengê berxwedana Efrînê bi cîhanê da hesandin.

Rola rojnamevanên herêmî di şopandina xeternaktirîn şerên li Sûriyê de ku dewleta Tirk a dagirker destpêka 2018`an êrişî kantona Efrînê kir, diyar bû. Bi kamerayên xwe berxwedan belge kirin.

Di 20`ê Çileya 2018`an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrişî kantona Efrînê kir, ku êrişeke wiha ji 1967`an ve pêk nehatibû, dema Îsraîlê êrişî Sûriyê kir û Colan dagir kir. Li seranserî 165 kîlometreyan, leşkerên Tirk û çeteyên wê, êrişî kantona Efrînê kir, piştî ku hêzên Rûsyayê ji gelek nuqteyên xwe yên li herêmê vekişîn.

Li aliyekî din ragihandina şer li dijî Efrînê pêvajoyeke çarenûsî bû ku herêmeke Rêveberiya Xweser e. Yekîneyên Parastina Gel û Jin (YPG û YPJ) û bi hezaran şêniyên kantonê yên çek rakirin, berxwedaneke dîrokî li hember artêşeke xurt a NATO`yê 58 rojan meşand.

Ji destpêka aloziya Sûriyê û heta 2018`an kantona Efrînê derdora 500 hezar koçber pêşwazî kirin. Destwerdana dewleta Tirk li ser jiyana derdora milyonek kesî li kantonê xetere çêkir.

`ROJNAMEVANAN BERXWEDANA SERDEMÊ BELGE KIR`

Dezgehên çapemeniyê yên Sûriyê û Rojhilata Navîn wek amûreke sereke ya tehrîkkirina gelan û vêxistina fetîla şoreşan hatin hesibandin ku bi navê Bihara Ereban hatin naskirin. Nexasim ku li Sûriyê li piraniya bajar û bajarokên wê şer di navbera gelek aliyan de rû da. Li aliyekî din bi sedan ciwan bûn rojnamevan û tecrubeya xwe ji karê rojane wergirtin, nûçeyên civakî û leşkerî yên herêmên xwe hazir kirin.

Rojnamevanan bi sedan çîrok û nûçeyên têkildarî Berxwedana Serdemê ya 58 rojan li hemberî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker bi hûrgulî belge kirin.

Di salvegera êrişa hovane ya dewleta Tirk de, nûçegihanê ajansa me hevpevîn bi nûçegihanên Ronahî TV’yê Zekeriya Şêxo û Egîd Roj re çêkir. Tevî wan gelek rojnamevan di eniya pêşîn a Berxwedana Serdemê de cih girtin û destanên şervanan belge kirin.

‘TEVÎ XETEREYAN JÎ ME ERKA XWE JI BO BELGEKIRINA BERXWEDANÊ BI CIH ANÎ’

Zekeriya Şêxo ku cihê xwe di ragihandina Berxwedana Serdemê de girt, wiha got: “Bi destpêkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker re, hemleyeke ragihandinê ya dijwar û nerast ji bo rewakirina êrişan pêk hat. Ruxmî xetereyan, ji erka me bû ku rastiyan û berxwedana gelê Efrînê ragihînin. Lê di rastiyê de wê demê şopandina şeran hinekî cudatir bû. Dewleta Tirk teknîk û çekên xwe yên pêşketî bi kar dianîn. Tevgera wê demê gelekî xetere bû. Nexasim dronên dewleta Tirk ku her tiştê dilivî, dikir hedef.”

Tevî dijwarbûna êrişan Şêxo teknîka xwe hilgirtibû û destana şervanên çiyayê ‘Kevirê Ker’ ê navçeya Raco belge kir.

Zekeriya Şêxo îşaret pê kir ku di topbarana dewleta Tirk de birîndar bûye û got: “Ji ber topbarana zêde, me bi dijwarî wêne û dîmen dikişandin. Rojnamevanên Efrînê li pêşiya ezmûneke dijwar bûn. Şerekî leşkerî û derûnî li dijî me dihat meşandin. Fişareke mezin hebû. Înternet bi dijwarî dihat peydakirin. Ji ber dijwariya şeran û êrişan, me di nivîsandina nûçeyan û şandina vîdeoyan de zehmetiyên mezin dikişandin.”

Li gorî tora Nûçegihanên Sînornenas a Sûriyê, Meksica, Iraq, Efganistan û Filipîn ji bo rojnamevanan dewletên herî xeternak in. Di çend salên dawîn de li van dewletan gelek rojnamevan hatin revandin û kuştin.

‘DI BERXWEDANA SERDEMÊ DE RAGIHANDIN STÛNÊ DÛYEMÎN BÛ`

Egîd Roj şerên di eniyên berxwedanê yên li hember dewleta Tirk a dagirker de li gelek navçeyên kantona Efrînê şopandin.

Egîd Roj destnîşan kir ku di Berxwedana Serdemê de hêza şervanan û gel stûna yekemîn bû û ragihandin jî ya duyemîn bû û wiha domand: “Ragihandinê roleke berbiçav ji bo ragihandina heqîqeta stûna yekemîn lîst û li derve bû dengê berxwedanê. Komkujî û hovîtiya dewleta Tirk eşkere kir. Dewleta Tirk êrişî torên înternetê kir û li ser herêmê bi temamî qut kir. Kantona Efrînê ji cîhana derve bi temamî qut kir.”

Egîd wiha pê de çû: “Li gel wê tecrîdê, dewleta Tirk bi çekên kîmyewî êrişî navçeyên Şêrawa û Mabata kir. Bi dehan komkujî pêk anîn. Me bi dijwarî ew belge kirin û ragihandin raya giştî. Di dawiyê de ev wêne û dîmen di asteke baş de belav bûn. Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên herî hov bûn. Lê di dawiyê de çi bû, rêxistin û aliyên ku parastina mafên mirovan îdia dikirin, bê deng man.”

Egîd Roj piştrast kir ku ew nikarin karê xwe bi berxwedana bêhempa ya li Efrînê re hevrû bikin û wiha domnad: “Va ye gelê me li Şehbayê di kampan de li ber xwe dide. Ji me tê xwestin ku em berxwedana vî gelî û sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê û herêmên dagirkirî, ragihînin. Em hewl didin rastiya hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ji cîhanê re eşkere bikin û divê em belgekirina sûcên li Efrîna dagirkirî bidomînin.”

Di rapora salê ya tora Mafên Mirovan a Sûriyê de ku di Gulana borî de eşkere kir, hat ragihandin ku ji 2011`an ve ji ber aloziya li welat 709 rojnamevan hatine kuştin ku jê 52 rojnamevan bi îşkenceyê hatibûn kuştin.

Li gorî "Komîteya Parastina Rojnamevanan a Cîhanê" di nav 12 dewletên berpirsên sûcên qetilkirina rojnamevanan de, Sûriye di rêze duyemîn de ye. 

(şx)

ANHA


Mijarên Din