Rojnameya Amerîkayê: Darizandina akademîsyenan desteka ji Erdogan re ye

Rojnameya The Sacramento Bee ya Amerîkayê ragihand ku dewleta Tirk bi darizandina rexnegirên komkujiyên der heqê sivîlên Kurd li Tirkiyê de, dihêle ku Recep Tayyîp Erdogan çavên cîhanê li ser vê dozê veke.

Rojnameya The Sacramento Bee ya Amerîkayê di gotarekê de bal kişand ser ku mamosteyê dîrokê yê Zanîngeha Californiayê Bakî Tezcan ku gelek pirtûk li ser serdema Osmaniyan nivîsine û ew ji nava 2 hezar û 200 akademîsyenên ku taktîkên giran ên artêşa Tirk li başûrê rojhilatê welat rexne kirin, meha derbasbûyî dema gihîşt balafirgeha Stenbolê hate girtin û bi tawanbariyên bêbingeh tê darizandin.

Rojnameyê di gotara xwe ya têkildarî mijarê de wiha got: "Heta vê dawiyê tenê çendek ji civaka me der barê bûyera Tezcan de agahdar bûn, lê niha bûye rojeva nûçeyan. Êdî em niha baş der barê hesasiyeta hikumeta Erdogan a der barê tawanbariyên qetilkirina sivîlên Kurd de bi zanebûn tê gihîştin."

Rojnameyê bal kişand ser ku Tirkiye piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn qetilkirina nêzî milyonek Ermeniyan red dike. Tirkiyê niha li dijî Kurdan heman kiryaran pêk tîne û hemû kesên li ser belgeya 2016`an erê kirine, didarizîne. Di vê derbarê de ji meha Çileyê ve zêdetirî 452 kes bi tawanên bêbingeh hatine darizandin.

Di danezanekê de ku ji dadgehê re hatiye nivîsandin, Tezcan tawanbarî red kir. Tê zanîn ku Tezcan yekemîn akademîsyenê amerîkî-tirkî ye ku bi dozê tê tawanbarkirin.

Têkildarî bûyerê rojnameyê bang li dozgerên Tirkiyê kir ku sînorekî ji rewşa darizandina Tezcan û akademîsyenên din re deyne.

Her wiha rojnameya Sacramento Bee wiha lê zêde kir: "Dadgehkirina kesên banga azadiya nêrînê dikin, tê wateya êrîşkirina demokrasî, azadiyê û dihêle ku Tirkiye gavan ber bi paş ve biavêje."

Akademîsyan Bakî Tezcan jî danezana bi navê “Em nabin şirîkên vî sûcî” ya li dijî şer îmze kiribû ku li Tirkiyê gelek akademîsyen ji ber ke ev danezan îmze kirine, têne darizandin.

(eh)


Mijarên Din