Rojnameya Nehar:Çalakgerên Lubnanê pankarta li dijî Tirkiyê daliqandin

Nakokiyên di navbera Lubanê û Tirkiyê de zêde dibin. Di vê çarçoveyê de çalakgerên lubnanî, pankartên li dijî Tirkiyê li ser deriyê balyozxaneya Tirkiyê ya li Rabiya Beyrûdê daliqandin.

Ala Tirkiyê li ser pankartê, di ortê de wêneyê kelexekî û li kêleka wê jî pevoka ‘Hun jî xwe komî ser hev bikin’ hate xêzkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ku wezareta karê derve ya Lubanê roja Sêşemê balyozê Tirkiyê vexwend, da ku  li dijî daxuyaniya Tirkiyê  derkeve. Ji ber serok Mîşêl Awan derbarê daxuyaniyên dawîn ên têkildarî serdema Osmaniyan, rexne kir.

Wezareta karê derve ya Tirkiyê, di daxuyaniyê de Awin rexne kir û daxuyaniyên wî wekî cihê mixabiniyê dîtin.

Di xîtaba ku roja Yekşemê bi boneya 100 saliya ragihandina dewleta Lubana mezin Mîşêl Awin got, hemû hewlkariyên Osmaniyan bûn tund, kuştin û derketina tevliheviyan.

Mîşêl Awin wiha li axaftina xwe zêde kir: "Kiryarên Osmaniyan li dijî Lubnanê pêk anîn, nexasim dema şerê cîhanê ya yekemîn, bûn sedema kuştina bi sed hezarên sivîlan û  komkujiyan."

(eh)


Mijarên Din