Rojnameya Îsraîlê: Trump dê plana aştiya Rojhilata Navîn pêşkêş bike

Rojnameya Yedioth Ahronoth a Israîlî eşkere serokê Emerîkayê Donald Trump dê plana aştiyê ya Rojhilata Navîn di kongreya li Camp David de pêşkêş bike.

Rojnameyê diyar kir ku Netanyahu detayên peymanê dizane lê tevlî kongreyê nabe. Li gorî texmînên Washngtonê kongre ji bo alîkariya Netanyahu dê beriya hilbijartinên Israîlê li dar keve.

Tê payîn ku şêwirmendê Koşka Spî yê payebilind Jared Kouchner di serdana herêmê ya roja çarşemê dest pê kiriye, bi vexwenameya ji hêla rêveberên Rojhilata Navîn ên Ereb ve dê beşdarî kongreya aştiyê ya li DYE’yê bibe.

Kongreya aştiyê dê li Camp David li warê serokê Emerîkayê li dar bikeve. Serokê Emerîkayê Donald Trump dê plana aştiyê ya Rojhilata Navîn di kongreyê de pêşkêş bike.

Li gor rojnameyê Natanyahu beşdarî kongreyê nabe. Ji ber ku beşdariya wî dê bibe asteng li pêş Kouchner a iqnakirina rêveberên Ereb ji bo beşdarbûnê.

Heke kongreya Camp David kete miryetê dê ji Netanyahu re bibe alîkar di hilbijartinên Îsraîlê de. Dê girîngiyek ji Netanyahu re bê dayîn ku rayedarekî cîhanî ye ku li hember wî hemû dewletên Ereb hevrik in. Bi wê re jî dibe ku pariyên Kihol Lavan û Xebatê piştî hilbijartinên Îsraîlê tevli hikumeta wî bibin.

Jared Kouchner dê berê xwe bide Misir, Urdin, Qeter, Erebistana Siûdiyê û Îmaratê da ku diyalogan di serdana xwe de pêk bîne.

Li gor rojnameyê, dê Trump plana aştiyê li Camp Davidê bêyî aşkerekirina hûrgilî û mercan, pêşkêş bike; erê ji bo Filistînê, lê belê pêwîstî bi dewleta Filistînê tune ye. Erê ji bo hebûna filistiyan li Qudisê, lê belê pêwîstî bi paytextê tune ye.

Rojname pêşbîn dike ku serokê  Filistînê Mehmûd Ebas planê red dike. Di heman demê de rêveberên Ereb ên dîtir dê vê pêngavê bi beşdariya wan a kongreyê re rewa bikin. Her wiha Netanyahu jî vê planê erê dike û got ku li gel wî gelek aliyên erênî di vê derbarê de hene.

Li aliyekî dîtir jî serokê desthilata Filistînê bi Ebû Mazin qralê Urdinê re rûnişt da ku amadekariya serdana Kouchner bikin. Piştî hevdîtinê Qralê Urdinê ragihand ku piştevaniya çareseriya bingeha dewleta Filistînê ya serbixwe dike. Paytexta wê Qudis a Rojilat e. Ev her du daxwaz jî Kouchner paşguh dike.

Girêdayî mijarê her du aliyan di daxuyaniyeke hevpar de diyar kir ku her du alî li ser girîngiyê didin gihandina aştiya daîm a di navbera Îsraîl û Filistînê de. Her wiha tekez dikin ku dê piştevaniya filistiniyan a wergirtina mafên qanûnî û avakirina dewleta li ser bingeha sînorên 1967’an û paytexta wê Qudis e, bikin.

(fr) 


Mijarên Din