Rojnameya Weten: Demek dane rejîma Tirkiyê ku Cebhet El-Nusra ji holê rake

Rojnameya Weten a bi ser rejîma Sûriyê ve diyar kir ku Erdogan soz daye serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku di demeke kurt de dê koma çete Cebhet El-Nusra ji nav bibe, çeteyên El-Nusra jî tev li Cebhe El-Weteniye bikin û nuqteyên Tirkiyê veguhêzin.

Rojnameya Weten wiha nivîsand: "Agahiyên hatine belavkirin ji ber ecamên civîna li Moskovê ya roja sêşema borî ku di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hempîşeyê wî yê li Tirkiyê de hate lidarxistin, tevlihev bû. Lê li ser dirêjkirina dema tunekirina rejîma Tirkiyê ji Cebhet El-Nusra û sîwana wê Heyet Tehrîr El-Şam, rawestandina pêkanîna bendên hevpeymana Soçiyê ku di nîvê meha Îlona borî de di navbera wan de, bi şertên dewleta Sûriyê hatibû mohrkirin, li hev kir."  

Çavkaniyên muxalîf ên bi ser çeteyên Cebhe El-Weteniye ve ku destekê ji Tirkiyê digirin, her wiha çavkaniyên nêzî çeteyên Cebhet El-Nusra ji rojnameya Weten a alîgira rejîma Sûriyê ragihand ku Erdogan soza di demeke kurt de dê sazûmaniya Cebhet El-Nusra û komên pê ve girêdayî yên wekî Heras El-Dîn, Ensar El-Tewhîd rake û tev li çeteyên bi navê Cebhet El-Weteniye bike, da. Çeteyên Tirkiyê dema pêkanîna sozê wek 8 roj diyar kir.

Çavkaniyan diyar kirin ku piştî serweriya hêzên Sûriyê ji bakurê bejahiya Hemayê, bajarê Xan Şûn, herêmên başûr û rojhilatê bejahiya Idlibê, hin şert danîn di nav de, rêya navbera Helebê û Hemayê heta rûbereke dijêj dê di bin serweriya wê de be, li gorî geşedanên leşkerî yên nû dê hemû nuqteyên Tirkiyê dîsa bi dest bixin û qedexekirina komên çeteyan ji agirbesta ku artêşa Sûriyê der barê wê duh sibê erê kir û kete meriyetê, heke ev şert pêk neyên dê hêzên rejîmê girêdana bi hevpeymanê ve xera bikin û êrîşên li ser bajarê Meret Nûman û Serqeba li ser rêya navdewletî berdewam bikin.

Rojnameya Wetenî diyar kir ku ji agahiyên hevpeymana Rûsya û Tirkiyê ya veşartî yên hatine belavkirin, rakirina hikumeta Enqaz a Cebhet El-Nusra û bicihkirina hikumeta demkî ya Koalîsyona Sûriyê ku desteka xwe ji Enqereyê digere, her wiha li ser nuqteyên bi hêzên rejîmê ve çeteyên Tirkiyê li cihê Cebhet El-Nusra were bicihkirin û rêgeha dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê werin diyarkirin.Li gorî çavkaniyên ku paşxistina vekirina rêya otostrat a navbera Heleb-Laziqiyê li pêwîstiyên oparasyonan vegdigere.

Çavkaniyên pêşbîn kirin ku Cebhet El-Nusra dîsa soza ku Erdogan û Pûtîn roja sêşemê li Moskovê dan red bike û rejîma Tirkiyê paşguh bike yan jî gavan biavêje paş û di encamê de dîsa şer derkeve.

Tê zanîn ku Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam a heyî) ji sedî 90 ji rûbera Idlibê serwer dike û nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li herêmên ku Cebhet El-Nusra tê de hene, di heman demê de Cebhet El-Nusra desteka xwe ji Tirkiyê digirin.

(eh)


Mijarên Din