Rojnameyeke Emerîkî: Ji ber Pûtîn NATO û Tirkiye nêzî nakokiyê ne

Rojnameya Miami Herald  di gotareke xwe de diyar kir ku serokê Rûsyayê ne tenê di demên hilbijartinan de destwerdana karên navxweyî yên Emerîkayê dike. Her wiha ew li Rojhilata Navîn, bi rêya Tirkiyê vê yekê dike.

Rojnameger Androw Malkolm di gotareke xwe de got, Rûsya destwerdana karên navxweyî yên Emerîkayê dike. Nûçeyan berovajî dike û di malparên civakî de diweşîne. Hin ji va n nûçeyan kenê mirovan tîne.

Rojnameger wiha  nivîsî "Pûtîn û yên derdora wî destwerdana karûbarên Emerîka yên Rojhilata Navîn dike. Bi awayekî rasterast û metirsnak, bi taybet bi hevkarê me yê NATO`yê Tirkiyê re hevkariyan dike. Serok Donald Trump ku ta niha di mijara bersivdayina Pûtîn de dulilî ye, dibe ku nêrîna xwe biguhere. Bi taybet bi sedema planên girêdayî sistemên S400.”

Li gorî rojnameger aloziya girêdayî Tirkiyê dê bandorên neyênî li ser hundirê Emerîkayê bike. Pûtîn hewl dide li Ewropa û Rojhilata Navîn xewnên Rûsyaya mezin pêk bîne.

Her wiha rojnameger bal dikşîne ser wê yekê ku Rûsya destwerdana Sûriyê kir û pişgiriya Rejîmê kir, lewma cara yekemîn di dîroka Rûsiyayê de bû xwediyê peravên germ yên Deryaya Spî.

Rojnameger Malkolm dibêje: “Tirkiye yek ji 29 endamên NATO`ê ye. Temenê wê di NATO`yê de 70 sal in. Di demên şerê sar de gelek caran tevlî çalakiya astengkirina ferehbûna Sovyetê bûye. Her wiha di salên 90’î de bûye yek ji egerên hilweşandina Sovyetê.

Androw Malkolm di dawiya gotara xwe de wiha nivîsî "Xuyaye ku Tirkiye, aliyekî li dijî endametiya wê ya NATO`yê hilbijartiye.  NATO jî pêwîste cara yekemîn derbarê betalkirina endametiya dewletekê de biryar bide".

(k)


Mijarên Din