Rojnameyeke Erebî: Herêma Tirkiyê ya

Rojnameya El-Beyan di raporeke xwe de destnîşan kir ku qaşo"herêma ewle" ku Tirkiyê bi hinceta wê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye êdî tê de tijî kuştin û wêrankirin e û komên girêdayî Trikiyê kiriyarên qirêj pêk tînin.

Rojnameya El-Beyan di raporeke xwe de wiha got: "Enqere komên girêdayî xwe derbasî bajarê Serêkaniyê kirin. Bajarê ku di demekê de bûbû cihê ewlehiyê ji koçberên Sûriyê û jiyaneke baş ji zarokên wan re peyda kir dûrî dengê tang û topan. Dewleta Trik a dagirker bi tewana avakirina "herêma ewle" niha ew bajar bûye herêmek tijî kuştin, rûxandin û komên çete jî kiryarên herî qirêj pêk tînin."

Rojnameyê li ser zimanê çalakvanekî ji herêmê wiha got:"Ji roja duyemîn ku ya komên  girêdayî Erdogan a derbasbûna herêmê re, şêniyek ji bajarê Serêkaniyê girt û heta 5 hezar dolar fîdye neda nehat berdan.”

Çalakvan diyar kir "Li taxên ku ji aliyê komên alîgirên Erdogan hatine dagirkirin, talankirin û dizî pêk tê." Her wiha piştrast kir "Komên çete weke ku çawa li Efrînê dikirin, niha bi Serêkanêyê û Girê Spî jî dikin."

Çalakvan destnîşan kir ku ev kiryarên ku têne kirin piştrast dike ku armanca serokê van koman û bi destekdayîna Tirkiyê ku şêniyên herêmê neçar bikin ji malên xwe derkevin, wan bi dare zorê koçber bikin da ku li şûna wan kesên din bic bikin.

Çalakvan di berdewama gotina xwe de wiha anî ziman:"Ev yek guhertina demografîk a bi dare zorê ye. Zêdeyî 150 hezar welatiyên ji bajêr niha li çolan dijîn."

Her wiha Koordînatorê Ragihandinê yê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îbrahîm Îbrahîm got, agahiyên ku gihîştine wan piştrast dike ku bûyerên ku li Efrînê çêbûne ji talankirin, diziya malan, binpêkirina welatiyan, niha li Serêkaniyê jî çêdibe û dîmenê ku ev bûyer têde diyarin, kir şahîdê vê yekê.

Îbrahîm piştrast kir ku zehmet e ku kiriyarên wan werin belgekirin û wiha got:"Mixabin zehmt e em van kiriyaran belge bikin. Ji ber kiriyarên dermirovî zêde ne û tişta ku dikin ji kuştin, teror û tirsê di nava welatiyan de belav dikin."

Îbrahîm Îbrahîm di axaftina xwe de wiha bi lêv kir: "Ew heman komên ku derbasî Efrînê bûne û talankirin û revandina welatiyan pêk anîne. Ji ber bingeha vê artêşê ji komên terorîst û çeteyan hatiye avakirin." Her wiha diyar kir ku Tirkiyê û komên alîgirê wê heta niha biryara agirbestê pêk neanîne û destnîşan kir ku topbaran û kuştina sivîlan didome.

Îbrahîm diyar kir ku topbaran û bombebaran bi rêya balafir û topavêjin li ser hemû taxên Serêkaniyê û gundewarên wê tê kirin, hewldan hene ku rûbera di bin dagirkeriya wan de fireh bikin û got ev yek tekez dike ku Tirkiyê û komên alîgirê wê biryara agirbestê pêk neanîn.

Gerîndeyê Rêveber ê rêxistina "Gelê Sûriyê ya Rastî û Wekheviyê" Besam El-Ehmed jî ji malpera El-Eyn El-Exbariyê"  re diyar kir ku bajarê Efrînê rastî kiriyarên dermirovî tê, komên alîgirên Erdogan girtin, revandin û binçavkirinê didomîne.

Besam di axaftina xwe de wiha got:"Li Efrînê pirsgirêka ku xwe bighêjin rewşên dermirovî û belgekirina wan zehmet e. Ev yek ji gelek rêxistinan re zehmet e. Şêniyên ku ji ber  şer revîne dibêjin ku komên alîgirê Tirkiyê sûcên mezintir ji ên hatine belgekirin, pêk anîn û destnîşan dikin ku bi xwîneke sar hindek malbat bi temamî hatin kuştin û bê ser û ber û bêyî ku girîngiyê bidin hebûna sivîlan, topbaran dikin."

(bx)


Mijarên Din